Rojnameya Ronahî

Mijara Rojhilata Navîn ya nû di nava şerê li xezayê de

Kurdyar Dirê`î

Çavê her kesî li ser Xezayê ye. Ne ku bajarekî Felestînê an jî  doza miletekî ye û rastî êrîşên giran tê, lê belê di çarçoveya avabûna Rojhilateke Navîn ya nû de ku tê sazkirin, lê tê meyzekirin. Nêrîneke ne ji rêzê li şerê ku di nava wê de tê meşandin, tê meyzekirin. Guman û texmînên mîna ku piroje û planin veşartî têne birêvebirin, ne tenê li ser doza felestînî her wiha li Rojhilata Navîn bi giştî li xwe digire û her kes dixwaze tê bighêje ka çi piroje û plan hene û rewşa Rojhilata Navîn ber bi ku ve diçe?

Bê guman doza filestînî ji Îsraîlê re dozeke sereke ye û berdewamiya vê dozê dê tu carî Îsraîlê aram neke û rê li ber serkêşiya wê ji Rojhilata Navîn re veneke. Lewra ji Îsraîlê re pêwîst e ku vê dozê bi çi rêbazî be jî, çareser bike. Lê çareseriya vê dozê jî ne tenê  girêdayî Îsraîlê ye, her wiha girêdayî hêzên navnetewî, herêmî û hundirîn e. Lewra girêkeke aloz e. Ji dema avabûna dewleta Îsraîlê di 1948 ve, Îsraîlê hewil daye ku vê dozê tesfiye bike û hemû peyman û lihevkirinên ku di derbarê vê dozê de hatine kirin jî çareserî bi xwe re neanîne. Lê weke em dizanin rewşa cîhanê  di dema îro de ne rewşa cîhanê ya  beriya şerê Ukraniya û Rûsiya ye. Her wiha derhatina şerên di Rojhilata Navîn de li pey geşedanên ku bi navê “Buhara Ereban “hatiye pênasekirin, sîstema cîhanê tê guhertin an jî li ber guhertinê ye û sîstema yekalî ya ku Emerîka bi rêve dibir li ber metirsiya têkçûnê ye û sîstemeke pir alî û hevbeş bi Emerîka re ku Çîn û Rûsiya li ser dixebitin li ber avakirinê ye. Heger Emerîka û NATO şerê xwe yê bi wekaletê li Okraniya ku dide meşandin biarmanca têkbirin an jî lawazkirina Rûsiya bisekinîne û bi lihevkirinekê şer rawestînin, her wiha heger Îsrayîl di rastiyê de armanca wê bi tenê Xeza an jî Hemas be û Hemas ne xeleka yekemîn be di armanckirina rêzehêzên ku navê (tewera berxwedanê) li xwe kirine. Lê diyar e ku ne şerê bi Rûsiya re ber bi rawestandinê ve diçe û ne jî Îsraîl derfeta firehbûna şerê xwe ji derveyî Xeza red kiriye. Lewra em di serdemeke veguhêz de ne û di vê serdema veguhêz de wê pir şer, nakokî û tevlihevî rû bidin û Rojhilata Navîn jî yek ji deverên herî di nava vê serdemê de êşan dikşîne û wê bikşîne, ji ber ku ne tenê Rûsiya, emerîka û çîn li ser Rojhilata Navîn hesaban dikin, her wiha Tirkiye, Îran, Îsraîl û Erebistana Seûdî jî weke dewletên herêmî yên sereke ne ku li ser Rojhilata Navîn hesaban dikin û xwedî pirojeyên cuda ne. Di hin xalan de li hev dikin û di pir xalan de dijberî hev in. Lewra hemû aliyên herêmî û navnetewî diyar dikin ku ew naxwazin şerê Hemas û Îsraîlê ji çarçova teng ber bi belavbûnê de here, lê herdem daxwaz û rewşa li ser erdê li hev nakin. Eger êrîşa Hemasê ya di 7-10-2023 de li ser Îsraîlê berteka Hemasê li hember paşguhkirina doza filistînî be; wê şer fireh nebe û filestînî dê berdêleke mezin deynin, lê heger bûyera 7ê Cotmehê ji Îsraîl û Emerîka ve hatibe plankirin; hingê dê şer di nava sînorê Îsraîl û Xeza de nemîne û çawa ku (Buhara Ereban) ji welatekî  derbasî welatekî din dibû, her wiha şerê Îsraîlê wê ji Hemasê ber bi Lubnan, Sûrî û Tehranê ve jî here. Lê heger bûyera 7ê Cotmehê li Îran hatibe hazirkirin, bê guman wê Îran ne bi tena xwe be; wê Rûsiya û ta astekê Çîn jî pê re be û armanc ew e ku Emerîka neçarî derhatina ji Sûriyê û mijûlî pir eniyan bikin û helwesta Emerîka ya ta vê demê ku naxwaze eniyan bi hev re gur bike, ta asteke mezin girêdayî hilbijartinên Serokatiya Emerîka di 2024 de ye ku piştî hilbijartinan dê zelal bibe. Gelo Rojhilata Navîn Ya Nû dest pê bûye an na? Anku ji serdema veguhêz dê cîhan derbasî serdema diyarkirina serkêşî an neserkêşiya Emerîka ji cîhanê re bibe, her wiha rastiya pirojeyên mîna Rojhilata Navîn Ya Nû di Rojhilata Navîn de wê derkeve.