Rojnameya Ronahî

Nivîskar û Rojnamevan Mehmûd Baksî

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Mehmûd Baksî nivîskar û rojnamevanekî balkêş bû. Ji sala 1967’an û paş de li ser pirs û jiyana Kurdan bi nivîs û pirtûkên xwe bê rawestandin nivîsiye. Nivîs û berhemên wî her tim ji aliyê dewleta Tirk mîna xeteriyeke mezin hatine dîtîn û qedexe li ser wan hatine kirin.

Mehmûd Baksî, di sala 1944’an de li gundê Suphiyê ku bi ser Hezoya Batmanê ve yê, hatiye dinyayê. Berî ku xwendina xwe ya li Dibistana Dicle xelas bike, wî dev ji karê xwendinê berda.

Di sala 1967’an de cara pêşî li Batmanê di rojnameya Batmanê de dest bi karê rojnamegeriyê kir. Di sala 1968’an de bû serokê TİP’ê (Partiya Karkeran a Tirkiye) ya Batmanê. Di sala 1969’an de bi navê Mezra Botan romana wî ya yekem li Stenbolê derket. Paşê di sala 1970’î de pirtûka xwe ya bi navê Sadi Akkiliç derxist. Sadi Akkiliç komunîstekî Tirk bû û ji ber gotareke wî heft sal û nîv cezayê hepsê lê birîbûn.

Mehmûd Baksî di wan salan de sendîkavan bû û wî karê xwe yê sendîkavaniyê li DİSK’ê didomand. Karê wî yê sendîkavaniyê ji sala 1968’an de heta sala 1970yî dewam kir. Paşê bi hinceta ku ew kurdîtiyê dike û ji ber herdû pirtûkên wî yên ku hatin çapkirin, 15 sal cezayê zindanê lê hate birîn. Loma di 1970’î de ji bê derfetbûnê neçar ma ku derbasî Almanyayê bibe.

Ew di sala 1971’ê de jî li Swêdê bi cih bû. Mehmûd Baksî li Swêdê jî vala nesekinî û heta dawiya jiyana xwe nivîsand. Wî heta niha 22 pirtûk nivîsandine û pirtûkên wî ji bona gelek zimanan hatine wergerandin. Lê Baksî bi xwe bi sê zimanan; bi kurdî, tirkî û swêdî dinivîsand. Mehmûd Baksî di 19’ê Berfanbara sala 2000’î de li Stokholmê wefat kir û li Diyarbekirê hate veşartin.

Berhemên wî yên bi zimanê Kurdî

Zarokên Îhsan  di sala 1978’an de nivîsandiye.

Keça Kurd Zozan di sala 1979’an de nivîsandiye.

Hêlîn  di sala 1984’an de nivîsandiye.

Gundikê Dono di sala 1988’ an de nivîsandiye.

Berhemên wî yên bi zimanê Tirkî

Mezra Botan  di sala 1968’an de nivîsandiye.

Sadi Alkılıç Davası (Doza Sadî Alkiliç’î) di sala 1969’an de nivîsandiye.

Vatandaş Hakkı (Mafê Hemwelatiyan) di sala 1970’î de nivîsandiye.

Kürt Sorunu (Kêşeya Kurdî) di sala 1971’î de nivîsandiye.

Kürt Tarihi (Dîroka Kurdan) di sala 1972’an de nivîsandiye.

İsveç İsveç Dedikleri (Swêda ku Timî Behsa Wê Dikin) di sala 1976’an de nivîsandiye.

Kamışlı Katliamı (Komkujiya Qamişloyê) di sala 1981’ê de nivîsandiye.

Şıvan’ın Sevdası (Evîna Şivan’î) di sala 1984’an de nivîsandiye.

Kürt Gözüyle Yılmaz Güney (Bi Çavê Kurdan Yilmaz Guney) di Nîsana sala 1994’an de di Weşanên Zêl e hatiye weşandin.

Her Kuş Kendi Sürüsüyle Uçar (Her Teyr Bi Refa Xwe Re Difire) di sala 2000’î de hatiye weşandin.

Roma Yürüyüşü (Birêveçûna Romayê), di sala 2000’î de di Weşanên Aram de hatine weşandin.