Rojnameya Ronahî

Hesen Koçer: Erdogan gelê Filstînê kir qurbana berjewendiyên xwe

Mihemed Xanim/Qamişlo

Hesen Koçer diyar kir ku destê Tirkiyê di rûdana şerê di navbera Hemas û Îsrayîlê de hebû, çareserî vî şerî jî tenê bi xilasbûna ji olperestî û netewperstiyê ye. Herwiha Koçer da zanîn ku dewleta Tirk a dagirk tevhaiya bûyerên herêmê û cîhanê dixe xizmeta pêkanîna qirkirina gelê Kurd.

Derbarê şerê di navbera Hemas û Îsrayîlê de û armancên wê, êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê û erka gelên herêmê, dorpêça li ser herêma Şehba û kampaniya azadiya Rêber Apo, çîgirê Rêveberiya Xweser ya bakur û Rojhilatê Sûriyê Hesen Koçer bersiva pirsên rojnameya me da.

Hevpeyvîn jî wiha bû:

-Şerê di navbera Îsrayil û Hemasê de mehek li pişt xwe hişt, bandora şerê heyî li ser Sûriyê, Herêmê wê çibe û li gorî rewşa heyî wê riyên çareseriyê çibin?

Şerê ku îro li Geza di nabvera Îsraîl û hemasê de, girêdayî rewşa pirsgirêka filestînê û li aliyekî din jî girêdayî rewşa Rojhilata Navîn û cîhanê ye. Li gorê wê, ev şer wê bandora xwe li ser herêmê tevahî bike, lê destpêkê divê mirov nas bike ku sedema şer çi ye? kî li pişt vî şerî ye?

Şerê heyî li ser ji nû ve dîzaynkirina Rojhilata Navîn e, şerek derxistin ji bo pirojeyên xwe li Rojhialata Navîn pêk bînin. Herwiha wê bi xwe re gelek hevsengiyan bide guhertin. Di vî şerî de gelek hêz cihê xwe tê de digirin, hin rastrast beşdarî şer bûn û hin hêz jî bi awayekî nerasterast tevlî şer bûn. Li aliyekî Îsrayî û Amêrka û Ewropa û li aliyê din jî dewleta Tirk û Îranê destekê didin Hemasê. Îro qetilameke pir mezin li ser gelê filestînê tê meşandin. Gelê filestînê û gelê Yahûdî ku tên kuştin, dibin qurbanê netewperestî û olperestiyê. Di dîrokê de jî gelê yahûdî bûye qurbana netewperestiyê û gelê filestînê bûye qurbana olperestiyê. Helbet wê ev şer bandoreke mezin  li ser Sûriyê , lubnan û Îraqê û tevahiya welatên herêmê bike.  Tişta ku tê famkirin, ev şer li ser sûdgirtina ji xetên bazirkaniyê yên di navbera dewletan de ye. Mirov dikare bêje ku şerê Geza yek ji rêzebûyerên şerê cîhanê yê sêyemîn e. Wekî bûyera yekemîn jî, xistina bircên aboriyê yê Amêrkayê di sala 2001’an de bû, ev zincêra meşandina şerê cîhanê yê sêyemîn ku li ser bingeha riyên bazrganiyê yên cîhanî tê meşandin. Şerê heyî ji  aliyê Hemasê ve hat destpêkirin, herwiha destê dewleta Tirk a dagirker tê de heye, ji ber ku di warê siyasî de ew li derveyî hevkêşeyê ma, armanca wê ji derxistina vî şerê ew e ku tevlî hevkêşeya siyasî bibe. Tirkiyê dixwaze vî şerî gur bike, rêveberiya Hemas li Istenbolê ye û bi fermana Erdogan tevdigere. Erdogan li ser hisabê xwîna gelê Filestînê siyaseta xwe ya destekdayîna Ixwanan dewam dike. Gelê filestînê tev kir qrbana berjewndiyên xwe. Şerê Îsrayîl û Hemasê wê bandorekê mezin li ser Sûriyê bike. Niha baregehên Amîrkî li Îraq û Sûriyê ji aliyê komên girêdaYî Îranê ve tên hedefgirtin, ev tekez wê bandorê li giştî rewşa Sûriyê bike. Herwiha  wê bandoreke mezin li Libnan û Îraqê jî bike.  Çareseriya wê jî xelasbûna ji netewperestî û olperestiyê ye. Ev jî bi pêşketina Netewea Demokratîk pêkane.

-Li gorî ku tê xuyakirin, gelek alî dixwazin ji vî şerî sûdê bigrin û di serî de jî dagirkeriya Tirk, hûn siyaseta ku Erdogan dide meşandin çawe dinirxînin û rewşa heyî wê ber bi kû ve biçe?

Dewleta Tirk a dagirker di tevahiya şerê ku li herêm û cîhanê pêk tên, hemû hêza xwe ya doplomasî, aborî û eskerî xistiye dewrê da ku qirkirina kurdan pêk bîne. Dixwaze ji tevahiya pirsgirêkên cîhanê û herêmê sûd bigre da ku kurdan qir bike. Qirkirina wê li ser civakên rojhilata Navîne bi giştî ye. Dagirkeriya Tirk mudaxeleyî şerê Rûsya û Ukraniyayê jî kir da ku planên xwe yên li dijî kurdan pêk bîne,  li aliyekî xwe di dida milê Ukraniya da ku erêkirina Amêrka ji bo êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bigre, li aliyê din jî xwe dida milê Rûsya da ku erêkirina Rûsya ya ji bo êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê bigre. Çi bûyer li cîhanê çê dibe wan dixe xizmeta plana qirkirina Kurdan.

Lê şerê îsaryîl ji yê Ukraniya cûdayê. Li vir têkilyên Tirkiyê yê xurt bi Îsrayîlê re heye, tevahiya daxuyaniyên Erdogan yên li dijî Îsrayîl dereweke mezine. Eger rast be wê têkiliyên xwe bi Îsrayî re qut bike, lê Tirkiyê tiştekî wiha nake. Erdogan dixwaze bi daxuyaniyên xwe gelê Ereb bixapîne. Lê armanca dagirkeriya Tirk sûdgirtina ji şerê Îsrayîl û Hemasê ye. Niha jî dixwaze êrîşî kuran bike , ji ber ku niha çavê raya giştî li Filestînê ye, dixwazin vê yekê qezenc bike û muhtemele dagirkeriya Tirk li dijî herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê êrişeke berfireh pêk bîne, ji ber tu kes li hemberî wê dengê xwe nake.

-Li ser Rêber Apo û di girtîgiha Îmraraliyê de û di şexsê Rêbertiyê de li ser gelê Kurd qirkirin tê meşandin, herî dawiyê jî bi erheja li Bûrsayê û Gemlîkê çêbûyî hîn fikar û guman di derbarê rewşa Rêber Apo de zêde kirin. Hûn kampaniya cîhanî ya 10’ê cotmehê ya azadiya Rêber Apo çawe dinirxînin û ji bona azadiya Fîzîkî ya Rêber Apo pêk were pêwîste çi were kirin?

Tecrîda ku li Îmraliyê tê kirin, armanca wê qirkirina gelê Kurd e, dixwazin di kesayeta Rêber Apo de gelê kurd qir bikin. Ev kampaniya cîhanî ya azadiya Rêber Apo pir girîng e, kurd li ser asta Kurdistanê û tevahiya Ewropa bi awayekî çalak tevlî kampaniyê bûn. Herwiha gelên dostên kurdan li cîhanê bi awayekî berbiçav tevlî kampaniyê bûn. Sîsetema ku li Îmraliyê tê meşandin, sîstemeke navneteweyî ye, dixwazin projeya Rêber Apo vala derxin, dixwazin bi destê kurdê xayîn vê yekê pêk bînin, êrişên ku Îro li Başûrê Kurdistanê tên kirin berdewamiya van planên qirkirina gelê Kurd e. Di van êrişan de PDK’ê bi eşkere cihê xwe li aliyê dijmin digre, armanca wan guhertina çanda Kurd e û tesfiyekirina tevgera azadiyê ye, herwiha dixwazin islama radîkal pêş xin.  Êrişên ser bakur û rojhilatê Sûriyê jî dewama planên wan in.  Ji ber wê divê navenda têkoşîna gelê kurd tevahî bibe Rêber Apo, di tevahiya milan de divê navenda têkoşîna gelê kurd bibe azadiya Rêber Apo, ji dervî wê eger têkoşîn bê meşandin wê tu encam neyên bidestxistin. Li aliyekî pêwîste gelê kurd felsefeya Rêber Apo belav bikin  û xurt bikin, li aliyê din jî pêwîste li tevahiya cîhanê çalakî bên li darxistin. Êdî felsefeya Rêber Apo bûye gerdûnî û tu kes nikare rê li ber bigre. Li ser vî esasî divê kampanî zêdetir xurt bibe, ji ber ku bê Rêber Apo tu  çareserî tu ne ye û aazadiya Rêber Apo çareseriya bingehîn e.

– Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê rojane êriş têne kirin û li heremên dagirkirî û bi taybet jî li Efrînê guhertina demugrafîk bi hemû hûrguliyên xwe û bi rengekî rêk û pêk tê meşandin û herî dawiyê jî li ser şehba û hin taxên Helebê dorpêçeke girankirî li ser gel tê meşandin û rewşa heyî her ku diçe girantir dibe. Hûn girêdana siyaseta ku li heremên dagirkirî û ya ku li ser Herêma Şehbayê çawe dinirxînin?

Êrişên li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ne nû ne, di hemû aliyan de êrişî Rêveberiya Xweser dikin. Li eliyekî êrişên bi balafirên bê mirov dewam dikin, li aliyê dij li Dêra Zorê di bin navê êşîran de tevliheviyê derdixin û di milê çapeme de jî dixwazin bi belavkirina derewan Rêveberiya Xweser reş bikin. Di tevahiya milan de êriş dewam dikin,  destpêkê xwestin bi riya çeteyên DAIŞ’ê kurdan qir bikin, piştre piştî dagirkirina Efrîn û heta niha guhertina demografî pêk tînin.  Dagirkeriya Tirk dixwaze wekî Lêwa Iskenderona Efrîn jî bi ser xwe de berde. Ev tev jî bi destekdayîna ixwaniyên Qeter û Kiwêtî yê tê meşandin. Rêxistinên Qeterî û Kuwêtî hevkarên qirkirina Kurdan e, dixwazin kuran ji hemû milan ve qir bikin. Ev êrişên dagirkiriya Tirk helbet bi desteka hêzên navneteweyê pêk tê û wê dewam bikin.  Tirkiyê ji bo qirkirina kurdan tevahiya hêza xwe bikar tîne. Ji bû tesfiyeta kurdan bi şev û roj tevdigere, ev jî bi destekdayîna hin kurdên xayîn pêk tê. Lihemberî qirkirinê divê gelê kurd xwe biparêze û asta têkoşînê bilintir bike.

Li din, dorpêçkirina Şehbayê jî dewama plana qirkirina gelê Kurde ku hêzên dagirker cihê xwe tê de digrin. Siyaseta hikumeta Şamê ji ya dewleta Tirk ne cûdatir e. Di dîroka cîhanê de tu dewletê welatiyên xwe nexistiye bin dorpêçê de, lê hikumeta Şamê vê yekê dike, ev jî dikeve xizmeta planên dagirkeriya Tirk. Hikimeta ku her tiştî li ser welatiyên xwe qut dike, helbet ev dijminatiye. Hikumeta Şamê perçebûna Sûriyê dixwaze, yên ku yekîtiya xaka Sûriyê parast jî, gelê kurd bûn. Divê hikumeta Şamê li xwe vegere û siyaseta xwe ya dijberiya gelan bughere, eger wisa nebe wê Sûriyê bi giştî perçe bibe.

– Di rewşa heyî de û li hemberî êrişên qirkirinê yên ku li ser gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê meşandin pêwîste çi were kirin û riyên çareseriyê li gorî we, wê çawe pêşbikevin û bi encam bibin?

Erişên ser bakur û Rojhilatê Sûriyê yên bi erêkirkina hêzên navneteweyî pêk tên wê dewam bikin.  Çare pêşxistina sîstema xweparastinê ya li ser bingê Şerê gelê Şoreşgeriye. Hêzên navneteweyî yê  heyî ji bo berjewndiyên xwe kar dikin dikin û tu carî ji bo parastina gelan kar nakin, ev yek ji herkesî re eşkere ye.  di dîroka va sîsteman de her tşt eşkere ye. Divî gel û civak bighêje wê paweriyê pêwîste di milê parastina cewherî de xwe pêş bixin da ku karibin xwe biparêzin. Êriş çiqasî mezin be lazime li hemberî wê berxwdana gel jî mezin be. Çi zindiyên li gerdûnê incex bi parastinê xwe dibarêze, yê me jî a sereke pêşxistin parastinê ye.