Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şêx Ebdulselam Berzanî!

17/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Îro, salvegera 109an a îdama/lisêdarêdana Şehîd Şêx Ebduselam Berzanî ye(14.12.1914).

Divê rastiya vî welatparêz û têkoşerî doza gelê Kurdistanê zelaltir were zanîn. Ji ber giringiya vê mijarê min pêdivî dît ku dîsa binivîsim.

Hinek kurtêlxurên xwe nivîskar didin nîşandan, di van rojên dawî de pesnê Ş.Ebdulselam dikin. Ev pesindarî rast e.

Lê ya ne rast û armanca xerab ev e ku, di bin perdeya navê Berzanî de, xiyaneta Mesûd, Mesrûr û Nêçîrvan Berzanî bidin veşartin.

Dibêjin, “xizmên Şêx Ebdulselam, bêqusûr li ser şopa wî dimeşin”! Eha derewa mezin û armanca kirêt di vê hevokê de veşartiye.

De ka bi kurtayî em bala xwe bidin Şêx Ebdulselam, bê gelo kî ye, çawa hat girtin û kê ew girt û lisêdarê da…?”

Daxwazên wî yên sedûneh sal berê ji bo gelê Kurdistanê pêşkêş kiribûn, li goreyî wê demê hêja û goncaw bûn. Her wiha piraniya xalên proejeya wî ya pêşkêşî Dewleta Osmanî kiribû, nuha jî dişibe pergala xweseriyê.

Lê ji daxwazan pirtir, helwesta wî ya li himberî neyar û xayinên Kurdistanê gelek watedar e. Li dijî desthilatiya Îranê, Rûsyayê û bi taybetî jî li dijî siyaset û êrîşên dijminkarane yên Dewleta Osmaniyan, ti caran serî ne tewandiye, her berxwedaye û li ser vê xweragiriyê, di encama xiyaneta Kurdê xwefiroş Sofî Derwêşê Gengeçinê de gihişt şehadetê.

Îca wan nivîskarên xwefiroş jî, dibêjin “Mele Mustefa, Mesûd û ‘bi kurtayi’ malbata wî hemû li ser şopa wî meşiyan û dimeşin”!

Ka em malbata wî bi giştî deynin rexekê û mîna Cegerxwîn gotiye “em bala xwe bidin sofra hazir”: Mesûd, Mesrûr û Nêçir.

Ka van kesan kengî li ser şopa Apê xwe Ebdulselam meşiyane û dimeşin? Ne xêr.

Van kesan ne li ser şopa wî ne, belê bi tevayî li derveyî rêya wî dimeşin. Berê li ser şopa dewletên dagirker Îranê, Iraqê û Tirkiyê dimeşiyan, niha jî bi hemû hêzên xwe ketine xizmeta desthilatiya dewleta faşîst a Tirk.

Îca, gelo ev kar û xizmeta wan ji bo gelê Kurdistanê ye an ji bo berjewendên dagirkerên Kurdistanê ye?

Bi taybetî jî, ev hevkariya wan a bi desthilatiya Tirkan re, hema di serî de, ma ne xiyanet e bi Apê xwe Şêx Ebdulselam re?

Ji ber ku yê Ebdulselam li Mûsilê/Nînovayê idam kir, Walî/parêzgar Silêman Nazifê Diyarbekirî bû.

Ê baş e, ma gelo yên Şêx Seîd û Seyid Riza û hevalên wan lisêdarê dan jî, ne heman desthilatdarên tirk bûn?

Her wiha, em dîsa bala xwe bidin “sifra hazir”; ma R.T.Erdoganê ku nuha qirkeriya gelê Kurdistanê dide meşandin, ti cudahiya wî heye ji kujerên Ebdulselam û Şêx Seîd û Seyid Riza?

Heke Mesûd û kur û birazê xwe, niha hevkarên kujerê Kurdan R.T.Erdogan e, ma ti ferq û cudahiya wî dimîne ji xayinên mîna Sofî Derwêş, Rayber û Qasim û hwd?!

Belê, divê êdî mirov, van kesan ji Malbata Berzanî biqetîne. Ji ber di vê malbatê de kesên pak ên mîna Ebdulselam, Ethem, Eyub û hwd.jî hene. Lewra, bi tenê mirov bêje Mesûd û Mesrûr û Nêçîr xayin in rastir e!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.