Rojnameya Ronahî

Bingeha Mala Jin avakirina kesayetên azad

Ronaz Silêman/Qamişlo

Rêveber û Endamên Mala Jin ya Kampa Newroz diyar kirin ku armanca wan ji avakirina Mala Jin ew e ku zîhniyeta baviksalarî ya berî 5 hezar sal ku di civakê de hatiye rûniştandin biguherînin û hevjiyaneke azad pêk bînin.  

Bi derketina zîhniyeta baviksalarî re pirsgirêkên jinan roj bi roj zêdetir bûn, jin ji mafê xwe bêpar man û rola wan di nav civakê de tune bû. Piştî mirovahî ji kilanê qut bû, zilam ket asta xwedawendiyê û jin ketin asta koletiyê. Piştre kevneşopiyên civakê yên ku xwe dispêrin şikandina vîna jinan derketin holê û jin bi van pirsgirêkan re rû bi rû man. Li pêştî lidarxistina şoreşa 19`ê Tîrmehê, ya ku bi navê şoreşa jinan hat nasîn,  jinan xwe di her alî de bi rêxistin kirin, tevlî hemû qadên jiyanê bûn û rola xwe di nava civakê de îsbat kirin. Gelek sazî ji bo çareserkirina pirsgirêkan bi taybetî pirsgirêkên jinan hatin vekirin, yek ji wan jî Mala Jinê ye ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan hat avakirin. Her wiha Mala Jinê her dem hewl dide nakokiyên di navber jin û mêr de bêyî ku bigihîjin dadgehê çareser bike. Karê Mala Jin ne tenê çareserkirina pirsgirêkan e, di heman demê de rêxistinkirin û avakirina kesayetên azad e.

Di derbarê Mala Jin ya Kampa Newroz de endama Komîta Perwerdê ya Mala Jin  Xanim Gur û  Rêvebera Mala Jin Asiya Cifer ji rojnameya me re axivîn.

Rêvebera Mala Jin ya Kampa Newroz Asiya Cifer diyar kir ku nêzî 2 salane Mala Jin di Kampê de hatiye avakirin û wiha got: “Ev nêzî 2 salane me Mala Jinê di Kampê de ava kiriye. Armanca me ji avakirina Mala Jinê ew e ku zîhniyeta baviksalarî ya berî 5 hezar sal, di civakê de hatiye rûniştandin biguherînin, ji bo wê jî perwerdeyên girêdayî jiyana azad, tundiya li dijî jinê, zewaca temen biçûk, pirzewacî û şîdeta li ser jinan tên dayîn. Di van 2 salan de li gorî em dibînin guhertinek baş pêk hatiye, asta zewaca temen biçûk, pirzewac, şîdeta li ser jinê kêm bûye. Di destpêka ku jin perwerde didîtin, nerînên wan li ser zewaca temen biçûk nedihat redkirin, lê piştî perwerdeyên ku dîtin, vê yekê qebûl nakin.”

‘Mirov bi riya perwerdê zane û geş dibe’

Rêvebera Mala Jin ya Kampa Newroz Asiya Cifer di  dawiya axaftina xwe de anî ziman ku riya perwerdeyê mirov zane û geş dibe û wiha got: “Banga min ji hemû jinan re ku xwe nas bikin û tevlî perwerdeyan bibin, ji ber mirov bi riya perwerdeyan zane û geş dibe. Herwiha hetanî em tevlî perwerdeyan nebûn me xwe û rola xwe nas nekir. Ji xwe kêfxweşiya herî mezin ew e ku jina kurd, bûye mînak ji jinên cîhanî re, ev yek jî bi saya hizir û felsefa Rêber Apo bû.”

‘Hişmendiya mêr bûye kelemek li hemberî pêşketina jinê

Di heman çarcoveyî de endama Komîta Perwerdê ya Mala Jin Xanim Gur da zanîn ku di aliyê xebatên perwerdeyê de ev 8 meh in ew kar û xebatan dikin û wiha got: “Di kampê de me dît pêwîstiya me bi perwerdeyan heye, ji bo wê jî ev 8 meh in di aliyê perwerdeyan de kar û xebat tên kirin. Armanca ji perwerdeyê guhertina zihniyeta mêr, herwiha xelasbûn û avabûna jinê ye. Ji xwe ne tenê jin fêrî perwerdeyan dibe, di heman demê de mêr jî perwerdeyan dibînin, ew jî girêdayî zayenperest û hevjiyana azad. Di aliyê jinê de, jin dixwaze hişmendiya mêr baviksalarî û zayendperestî ya heyî bidawî bibe, ji ber bûye kelemek li hemberî pêşxistina jinê. Herwiha bi berdewamiya perwerdeyan wê ev zihniyet bê guhertin.”