Rojnameya Ronahî

Koletiya modern

Zozan Cizîrî

Em gihiştin dawiya saleke din û berê me li salek nû ye, hem jî bi hêvî, bendewarî û xeyalên nû yên pêşerojê. Ez bawer im destpêka sala 2023’yê jî her kesî hêviya cîhaneke bê şer û jiyaneke xweş, aram û azad kiribû. Roj bi roj, meh bi meh vaye em gihiştin dawiya salê û em dawiya salê cardin bi nûçeyên şer, qirkirin, koçberkirin, talankirin û hwd. Digirin. Di vê mijarê de jî eşkere dibe ku, tenê hêvî û dua kirin têrê nake. Ji bo vê mejiyekî ronak, ruhekî serhildêr û sekneke têkoşer divê. Ji ber sîstema kapîtalîst a em di nav de dijîn her ji roja destpêka avabûna xwe ve li ser mejiyê kar, pere û desthilatê şikil girtiye û heya roja îro hatiye. Bi vî mejiyê sermayexwaz ji bo desthilat, dewlemendî û kêfa xwe her pêwîstî bi şeran, aloziyan, koçberkirin û jehrîkirina jiyana civakê dibîne.

Hêz û mêjiyê civakê yê di dema xwe de ev cîhan xweş û rengîn kiribû, roj bi roj bi întacên nû jiyana civakê dewlemend dikir, hevaltî, hezkirin, egîdî û lehengî biwate dikir îro di nav deryayên desthilatdarên sermayexwaz de digevize! Me wek jin û civak li ku derê şaşîtî kir? Em çima evqas ji dest û lingan bûn? Sîstem bi şerên xwe îro koçberî rewa kiriye. Însan qefle bi qefle warên xwe berdidin û dilxwede berê xwe didin welatên bêşer! Ya herî balkêş, ji bo beşek civakê ev riyên herî xeter ên mirin û mayînê normal bûne. Dema li welatekê hêzên desthilatdar bi hev dikevin û şer derdixin, welatên kapîtalîst ên wekî Almanya, Fransa, Amerîka, Tirkiye û hwd. Deriyên xwe ji koçberan re vedikin. Li ser ziman xwe wekî civakparêz raber dikin, lê li pişt perdê ji xwe re koleyên sernerim ava dikin. Ev rewş di nava vê salê de li welatên şer heyî wekî Ûkrayna, Ermenîstan, Afganîstan, Iraq, Sûrî, Tirkiye, Îran û hwd. gelek qewimî.

Di dema xwe de hêza civakê bi zanist û têgihiştina jiyaneke azad û demokratîk desthilatên herî zordar ên wekî Roma, Sasanî, Bîzansî, Şîlî, Hîtler û hwd. hilweşandin. Ji bo nebin koleyên wan mirin, kuştin, têkoşîneke bêhempa dane ber çavên xwe. Lê îro? Beşek ji civakê bi niyazek baş (!) bi xeyala xweşiyê û dewlemendiyê dikevin riyên herî xeter û xirab ji bo xwe bigihînin xizmeta vê sîstema zalim û kedxwar. Sermayedar di bin navê mecala kar li welatê wan heye propaganda dikin, mixabin însanên xwenezan bi van propagandayan bawer dikin, hem jî bi bazdan berê xwe didin xizmeta wan. Ango sîstema sermayedar-zalim koletî nerm kiriye, bi xeml û xêz kiriye; mixabin beşek ji însanên belengaz û nezan jî di vê riyê de bûne koleyên modern ên vê sîstema hemû qirêjiyên xwe eşkere bûyî.