Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kuştina jinên kurd li Efrîna dagirkirî  berdewam e

17/12/2023
in Uncategorized
A A
Kuştina jinên kurd li Efrîna dagirkirî  berdewam e
Share on FacebookShare on Twitter

Kiryarên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên li dijî jinên kurd li Efrînê  dewam dikin, herî dawiyê li ser destê çeteyan 2 jinên kurd hatin kuştin. Derbarê  mijarê de Koordînasyona Kongira Star li Şehbayê Ferîde Îbo wiha got: “Di Efrînê de jinên Kurd dibin qurbaniya hişmendiya zilam”.

Vîndar Roj/ Şehba

Dagirkeriya Tirk û çateyên girêdayî wê di hundir Efrînê de tavahî cureyên binpêkirinan li ser gelê resen didin meşandin, êdî gel ji hebûn û kiryarên wan ber bi rewşeke xeter ve diçe. Gel bi şev û roj di nava tirsekê de jiyan dike. Kîjan kêlî dest bavêjin mirov û winda bikin ne diyar e. Hêjayî gotinê ye ku heyanî niha di heps û zîndanên çeteyan de bi hezaran gelê Efrînê ji jin û mêran hene û heyanî niha jî çarenûsa wan ne diyar e. Herî dawî di hundir Efrînê de 2 jin hatine kuştin. Yek ji ber sedema Mîrasê bi ser destê birayê hevjînê xwe hat kuştin,  ya din jî li ser riya Izazê bi sedemeke ne diyar hatiye kuştin.

Têkildarî sûcên kuştina jinan di hundir Efrînê de endama Koordînasyona Kongira Star ya Efrîn û Şehbayê  Ferîda Îbo ji rojnameya me re axivî.

 ‘Hovîtiya dagirkeriya Tikr û çeteyên wê bê sînor e’

Ferîda Îbo di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku nêzî 6 salan e kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî gelê Efrînê berdewam e û wiha got: “Kiryarên dagirkeriya Tirk  û komên çeteyên giryêdayî wê bi heman hovîtiyê li ser tavahî gelê Kurd him di Efrînê de û him jî li ser herêma Şehbayê bê navber tê meşandin. Her roj Şehbay ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve tê hedef girtin û di encam de gelek welatç birîndar û şehîd dibin. Her wiha di Efrînê de hemû cûreyên binpêkirin û talankirinê li ser gelê Kurd û bi taybet li ser jinê tên meşandin, bi hezaran sûcên kuştinê hatine pêk anîn. Ev rewş ji bo gelê wê derê rewşa herî xerbnak û bi êşe. Kîjan kêlî kîjan deqe werin dest bavêjin jin û zarokan ne diyar e. Di heman demê de ji tirsa re gel li hemberî wan jiyan dike, bêdeng û bê zar dimînin.”

Herî dawî 2 jin li Efrînê hatin kuştin

Ferîda da zanîn ku herî dawî bi wehşiyetekê 2 sûcên kuştina jinan di Efrînê de hatin pêk anîn û wiha domand: “Efrînê di bin talankirin, destdirêjî, bûyerên Kuştin û şerefê, revandin û tecawîzkirinê de fetisiye. Bê exlaqiya komên çeteyan û ya dagirkeriya Tirk gihîştiye lûtkeyê. Di 10 mehê de Li taxa Eşrefiyê ya Efrînê jinek ku dayîka 4 zaroka ye, li ser destê birayê hevjînê xwe bi sedema mîrasê hatiye kuştin. Ew zilamê ku jin kuştiye di nava komên çeteyan de cih digire, ji ber wê xwe radestî Polîsa Medenî kir û bi hinceta ku `Şerefa xwe paqij kiriye` piştrî hefteyekê serbest hate berdan.”

Ferîda wiha axaftina xwe domand: “Di Efrînê de jin dibin qurbaniya zihniyet û bikaranînên zilam. Di heman çarçûveyê de li ser riya Efrîn û Ezazê nêzî gundê Kefir Cenê yê girêdayî navçeya Şera jinek kuştî hat dîtin. Heyanî vê kêliyê ji aliyê kê de û ji bo çi ew jin hatiye kuştin ne diyar e.”

Endamê Koordînasyona Kongira Star Ferîda Îbo tekez kir ku ew ji bo jinên Efrînê û tavahî jinên Kurd têdikoşin û axaftina xwe  wiha bi dawî kir: “Em weke tevgera jinên azad ev kuştin û bûyerên ku derheqê jinê de tên kirin tu carî qebûl nakin û em ê hewil bidin ku dengê van jinan û van sûcan ji dinyayê re ragihînin da ku em çareseriyekê li hember bûyera kuştina jinê bibînin. Tavahî xebat û têkoşîna me li ser vê esasê tên meşandin û em bawerin wê di dawiyê de dengê rastiyê bigihîne cîhanê.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê
JIN

Şehîd Sema Yûce bû çavkaniya hêz û îradeyê

16/06/2025
Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe
CIVAK Û JIYAN

Ebdella Şikakî: Wê Şandeya Firansî êşa koçberan veguhêze hikumeta xwe

16/06/2025
kovara Mizgîn-186
Kovara Mizgîn

kovara Mizgîn-186

16/06/2025
7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin
NÛÇE

7’emîn Kongreya Yekîtiya Raghandina Azad hate lidarxistin

15/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.