Rojnameya Ronahî

 Xemxurê wêjeya kurdî, helbestvan û şanonivîs Beşîrê Mele Newaf

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Şanonivîs û helbestvanê kurd Newafê Mele Beşîr ji sala 1978’an ve û heta niha, ji bo pêşxistina ziman, helebest û şanoya kurdî gelek xebatên rewşenbîrî û hunerî yên giranbuha daye meşandin, tevî hemû zehmetiyan jî  berhemên bi nirx çapkirin e.

Asoyên ronakbîrî û rewşenbîriyê ji dûrahiya wê roja li pişt mija tarî a ku jêdera wê sarî ye ji dewlemendbûnê, avêtine piraniya quncikên dilên nivîskarên kurdan. Gelek ji van nivîskaran jî dilê xwe dane ber ronahiya van asoyan û tîna dilê tî ji ber zuhayiya qedexkirinê ya dagirkerên Kurdistanê, şikandine.

Yek ji van kesan jî wêjevan, helbestvan û şanonivîsê kurd Beşîrê Mele Newaf e. Ew di sala 1956’an de li navçeya Amûdê ji dayik bûye. Mele Newaf ji refê yekê heta dibistana amadeyî di nav malbateke kedkar, oldar û xwende de li Amûdê xwendiye. Lê ji ber ku ew mîna bav û kalê xwe bêpar mane ji nasnameya sûrî, nikarîbû xwendina xwe berdewam bike. Ew ji karê  teknîk û elektrîkê hez dikir û dixwest xwendina xwe di vî warî de berdewam bike, lê ev nasneme bû kelemek pêşiya xewnên wî.

Beşîr ji bo xewna xwe pêk bîne û xwendina xwe berdewam bike, di sala 1979’an de diçe Bakurê Kurdistanê, lê çarnûs reş bû û xewna wî pêk nehat, dîsa şensê wî hebû ku wêjevan û siyastmedarê kurd  Mûsa Enter bibîne. Piştî hevdîtina bi Mûsa Enter re, dide dû  berdewamkirina xwena xwe û diçe Yûnanistanê, ew li wir 3 mehan dimîne, lê ji ber ku nasnameya wî ya tirkî bû û lîsa wî sûrî bû, nikarîbû xwendina xwe berdewam bike. Beşîrê Mele Newaf  di wê dema kurt de fêrî zimanê yûnanî dibe û piştre vedgere Amûdê, 2 salan di stasiyona xazê ya Siwêdîkê de kar dike û di sala 1982’an de dikaneke sazkirina alavên teknîk û elektrîkê vedike.

Piştî salên 1980’î û bi avabûna Tevgera Rizgariya Netewî ya Kurdistanê, re li Rojava geşedanek di warê rewşenbîrî, siyasî û hunerî de çêbû. Beşîr û çend kesên din jî li Amûdê yekmîn koma hunerî ya bi navê Serxwebûn ava kirin û di cejnên Newrozan de şano pêşkêş dikirin. Mele Newaf li Rojava mjûlî karê zimanê kurdî jî dibû, herwiha ew yek ji damezrînerên Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye ya ku di sala 2007’an de hat avakirin bû. Herwiha ji sala 2017’an ve li Zanîngeha Rojava karê mamostetiyê di  Beşa Wêjeya Kurdî de dike û yek ji endamên Komîteya Amadekar ya Pêşangeha Yekta Herekol a Şanoyê ye. Di heman demê de jî endamê Yekîtiya Rewşenbîran a herêma Cizîrê ye.

Newafê Mele Beşîr derbarê jiyan, kar û xebatên xwe yên hunerî, ji rojnameya me re axivî.

Xebata wî di warê helbest û şanoyê de

Şanonivîs Beşîrê Mele Newaf têkldarî xebata xwe ya şanonivîsîn û helbestnivîsînê de wiha axivî: “Di zaroktiya xwe de bandora helbestên Cegerxwîn li min bûbûn, di heman demê de jî malbata min û bi taybet bavê min timî helbestên Cegerxwîn, Melayê Cizîrî û Ehmedê Xanî dixwendin. Ez wiha mijîûlî aliyê wêjeyî bûm û di 8 saliya xwe de ez li ser destê apê xwe fêrî zimanê kurdî bûme. Di sala 1978’an de min yekem helbest nivîsand, ev helbest jî li ser Cegerxwîn bû, lewma Seydayê Cegerxwîn pêşwaziya min kir û min ew dît û helbesta min jî xwend. Jê û bi şûnde min dest bi nivîsîna helbest û deqên şanoyê kir, piraniya nivîsên helbest û şanoyê li ser welat, şoreş, rewşa gelê kurd bûn, min di sala 2006’an de pirtûkek şanoyê bi navê ‘Kî Memo Dikuje’ çanp kir. Ev berhem bi kurdî bû lê ji ber pirsgirêkeke teknîkî winda bû û ber bi zimanê erebî ve hate wergerandin û çapkirin. Herwiha di destpêka şoreşê de min pirtûkeke şanoyê ya din bi navê ‘Girêka Kor’ çap kir û li Amedê deqek ji vê pirtûkê di asta duyem de xelat wergirt. Di sala 2020’an de jî min yekem dîwana xwe ya bi navê ‘Bibizêq’ û îsal dîwana ‘Ziravê’ çap kirin. Ez niha li ser dîwana 3’yem a bi navê‘ Çivîka li ber firê’ kar dikim. Herwiha gelek deqên şanoyê li cem min hene û amadekirîne û xebata min di warê nivîsê de berdewam e. ”

Dîroka şanoyê û Têkiliya wê bi zanistên din re

Mele Newaf di derbarê pirsa şanoyê de wiha got: “ Dîroka şano berî şanoyê ye, ango berî ku regezên bingehîn ji şanoyê re hatin danîn şano hebû. Şanoya bi regez li cem bavê şanoyê yê Yûnanî ‘Asxîlo’ destpê kir. Lê dîrok û tovê vê hunerê beriya vedîtina zimanê mirovan heye ev jî vedgere serdema livên bedenê û qîran a ku mirov pê destpê kir. Nimûne em dikarin bêjin mirovên berê yên ku derdiketin nêçîrê, herwiha vedigeriya nav civakê û tiştên ku didîtin di gera xwe de, bi qîr û livên bedenê şîrove dikirin, di bingeha xwe de şano bû. Destpêkê şano bi awayekî helbestî dihat nivîsandin û piştî pêvajoyeke domdar ji demê êdî bi şêweyê pexşanî hat nivîsîn. Şano bi dayika huneran tê naskirin, hem huner e û hem jî wêje ye. Cîhana şanoyê berfireh û vekirî ye, rehên xwe berdide nav hemû zanistan û têkiliyeke wê bi siyaset, civak û hwd… re heye. Di heman demê de gelek mijarên têkildarî aliyên siyasî, civakî, aborî û gelek zandistên din, dixe nav qada xwe û pirsgirêkan vedbêje.”

Asta Şano li Rojava

Şanonivîs Beşîrê Mele Newaf grêdayî asta şanoyê li Rojava wiha got: “Pirsa şanoyê li Rojava di serdema berî şoreşa 19’ê Tîrmehê de pir lewaz bû, em dikarin bêjin ku tune bû. Yek ji şert û mercên şanoyê, hebûna deqa şanoyê, şanogeh, pêşkêşkirin û atmosfera guncv e. Lê ji ber fişara siyasî ya rêjîma Be`isê derfet tune bûn ku kurdên Rojava di warê şanoyê de gavan bavêjin pêş. Tê bîra min dema ku me şano di cejnên Newrozan de, tevlî xeteriya gefên rêjîmê li çolan pêşkêş dikirin. Em di warê şanoyê de ne bispor bûn jî, dîsa vîn û xwesteka me ji bo vê hunerê hebû. Piştî ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê destpê kir, ji bo kurdên Rojava û tevahiya Kurdistanê jî qonaxeke dîrok bû. Êdî ji bo kurdên Rojava derfet û atmosfer çêbûn ku xebatên xwe di warê şanoyê de geştir bikin. Lewma gelek pêşangeh, fastîval, kom û çalakiyên şanoyê çêbûn. Lê tevlî wiha jî em îro dîsa di aliyê şanoyê de lawaz mane, da ku şanoya kurdî bighêje cîhanbûnê pêwîste peymangeh û akademiyên taybet bi şanoyê werin amadekirin. ”