Azadî Helebce
Di têkoşîna PKK’ê ya di pêşengiya Rêber Apo de ku nêzî 50’î salî destanên herî muazem û pîroz hatin afirandin de, gelê Kurd û jinên Kurd bûn xwedî hebûn û îradeyeke wê bi sedê salan bi hemû heybeta xwe bidome. Bêguman ew wer besît pêk nehat.
Rêber Apo hê di temenekî biçûk de dema li gund nêzîkatiyên li hember jin dibîne. Wexta xwişka wî û hevala wî ya zaroktiyê Elîf hê di temenekî biçûk de tên zewicandin têkoşîna Rêber Apo ya li dijî vê têgihiştinê dibe felsefeyeke bingehîn a jiyanê. Li hember pîvanên li ser civakê hatine ferzkirin û avahiya feodal têkoşîneke mezin pêş dixe. Rêber Apo di vê mijarê de dibêje, “Ez ji statuya jin û mêran a hatibû avakirin hîç razî nebûm. Min her tim şik û guman dikir ku ev statu li ser şaşiyan hatiye avakirin. Statuyek bû ku min nikarîbû qebûl bikim.”
Ji bo wê Rêber Apo hemû hêza xwe seferber kir da ku civakek azad bi rêya jina azad ava bike. Ji ber sîstemên dagirker, kapîtalîst û hegemon dixwazin bi rêya jinê civakê bê bîr û hafiza bihêle.
Dema hevalên di koma Apociyan de ku wê demê weke Telebe dihatin binavkirin, ji 1976’an ve derbasî Kurdistanê bûn, li gund û bajaran civîn ji gel re û ji bo jinan jî bi taybet çêdikirin.
Şehîd Sara ya hê di pêvajoya destpêkê de tevlî Koma Apociyan dibe, di Kongreya Damezirandinê ya PKK’ê de cih digire. Rêber Apo jî ji bo jin hê zêdetir di nav Tevgera Azadiyê de cih bigirin timî rê vekir. Li Zindana Amedê hevrê Sara ya tif li rûyê şefê faşîst û êşkencekar Esat Oktay Yıldıran kir, ew serhildaneke mezin a di şexsê jinê de ya li hember dewleta Tirk a dagirker bû.
Têkoşîna çekdarî ya Pêngava 15’ê Tebaxa 1984’an bû sedem ku jin bi refan berê xwe bidin tevgera PKK’ê. Di demên jin ji ber nêzîkatiyên hinek tesfiyekaran ku di nav artêşê de weke bar dihate dîtin heta dihat gotin, “Eger tu bixwazî yekîneyekê giran bikî, vesaziya jinan ji bo wê yekîneyê çêbike”, dihat xwestin PKK’ê di bin zîhniyeta zilamê feodal û serdest de bihêlin. Ev nêzîkatî û kiryar bi mudaxeleya Rêbertî û berxwedaniya hevalên weke Bêrîtan têk çû. Îro navê wan tesfiyekar û çeteyan jî qet nayê ser ziman, lê hevalên weke Bêrîtan bûn sembola artêşbûna jin û jina azad. Hat diyarkirin ku li cihê jina azad a şer dike hêzbûn, zindîbûn û wêrekî heye. Ji bo wê Rêber Apo pêşniyara artêşbûna jin kir û di sala 1993’an de artêşa jin hate avakirin. Bi artêşbûna jin re êdî gerîla û milîtanên jin, yekîne û çalakiyên xwe yên xweser pêş xistin. Ev bû wesîle û nîşaneya berxwedana îradeya jin a azad.
Di demên ku di artêşa tevgera PKK’ê de têkildarî tarzê çalakiyan dubarebûn çêdibûn û li hember Rêber Apo êrîşeke bombeyî pêk hat, hevrê Zîlan bi tarz û taktîkeke nû li Dêrsimê li hember hêzên dagirker çalakiya fedayî li dar xist. Ew çalakî bû banga wê ti hêz nikaribe têkoşîna jina azad asteng bike û di her dem û cihî de wê jinên pêşeng xwedî li Rêber Apo derkevin. Di Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an de jî jinan bi şewitandina bedena xwe û çalakiyên fedayî li dora Rêber Apo bûn xelekek ji êgir. Hevalên weke Rojbîn Ereb, Rozerîn Merdîn, Rotînda û bi dehan jinên din bûn sembola dilsoziya bi Rêbertî re.
Jinan di nava PKK`ê de xwe tenê bi artêşbûnê re sînordar nehiştin. Ji bo jin vegere cewherê xwe yê dûrî zîhniyeta zilamsalar, bi fikir û ramanên Reber Apo xwe rêxistin kirin, pîvanên jina azad diyar kirin û di sala 1995`an de YAJK hate avakirin.
Ji bo wê tolê ji zîhniyeta mêrê serdest werbigirin û bi awayekî stratejîk azadiya jinê pêk bînin, têkoşîna jinê sal bi sal mezintir dikin. Heya beriya pêvajoya avakirina partiya xweser a jin PAJK’ê pir zehmetî hatin kişandin. Dibe ku avakirina partiyekê di nav partiyeke din de lawaziyan çêbike. Lê avakirina partiya jin ji bo xwedîderketina li nasnameya xwe ya îdeolojîk û rêxistinî ne tenê hêz da PKK’ê, pêşengtî jî da ser milên xwe.
Her wiha têkoşîna jinan a di nav PKK’ê de xwedî dîrokeke dirêj e û bandoreke muhteşem li ser jin û civakan kiriye. Jinan li her çar parçeyên Kurdistanê pêşengtî kirin. Li Rojavayê Kurdistanê jinan pêşengtiya şoreşê kirin û şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê weke şoreşa jin tê naskirin. Hemû jinên ji netewe û baweriyên cuda di vê şoreşa ji bo gel û jinên azadîxwaz bûye îlhama jiyaneke nû, bi fikir û felsefeya Rêber Apo xwe pêş dixin. Li Rojhilatê Kurdistanê bi dirûşma “Jin Jiyan Azadî” ya ji fikir û nirxandinên hêşîn bû, civak rabû ser piyan û jinan meydan li rejîma zextdar xwar. Li Bakurê Kurdistanê bi salan e bi têkoşîna PKK’ê ya di pêşengtiya gerîlayên jin de gelê Kurd bû gelê serhildanê, jina Kurd jî bû jina pêşenga şoreşê. Di qada siyasî û civakî de jî jin di nav hemû komîte û saziyan de li her qadê bi rola pêşeng rabûn û li her cihî sîstema hevserokatiyê ava kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî bi feraset û têgihiştina fikrên Apoyî jin bi awayekî herî diyar mohra xwe li rêveçûna civakê û siyasetê didin.
Eger em dîroka PKK’ê ji avakirina wê heya fesihkirina wê têkoşîna hebûna neteweyî mîna kolandina bîrê bi derziyê pênase bikin em dikarin ji bo têkoşîna azadiya jinê jî bêjin ku her kêlî bi qolincên azadiyê pêş ketiye. Gelek zehmetî û berdêlên giranbiha ji bo azadiyê hatiye dayîn. Niha jî jin bi rola pêşengtiya avakirina sosyalîzma civaka demokratîk rabûne. Bêguman bi serketina vê têkoşînê re wê Sedsala 21’ê bibe sedsala azadiya jinan a gerdûnî.