Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
in NÛÇE
A A
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Rojnamevan Kakşar Oremar diyar kir ku ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be û wê DYE’yê jî li dijî wan dest bi şer bike û wiha got: “Ketina DYA di nava şerê Îsraylî û Îranê de, wê bibe sedema bêhêziya siyasî, leşkerî û aborî ya Îranê.”

Şerê rasterast yê Îsraîl û Îranê bê navber dewam dike, ev şer ji 13’ê Hezîranê bi êrîşa Îsraîlê ya li ser Îranê destpê kir. Di vê çarçoveyê de Rojnamevan Kakşar Oremar bersiva pirsên Rojnameye me da û hevpeyvîn wiha bû:

 Di 13`ê Pûşpera 2025’an artêşa Îsraîlê li ser Îranê êrîşeke esmanî dest pê kir û gelek fermandarên subay pasdaran hatin kuştin. Hûn êrîşên Îsraîlê yên li ser axa Îranê çawa dinirxînin?

 Di hemû temenê komara îslamî de, dewleta Îranê biqasî roja îro rastî êrişên wiha giran nehatibû. Dewleta Îsrayîl êrişên wiha weke serokkomarê wan daye diyarkirin ji bo “xweparastin û mayîna xwe” dike. Êdî pêvajoyeke nû bi vî şerê han re li Rojhilata Navîn hatiye holê ku ji 7’ê Cotmeha sala 2024`an heya niha xwedî şerên giran di navbera aliyan de bû ye. Ji navê wê êrişê ku dewleta Îsrayîlê weke” Rabûna Şêr” bi nav kiriye wisa tê xûyanê ku ev êriş yê heya demek an jî çend rojên din berdewam bin. Rûniştandina 6’an ya hevdîtinên di navbera aliyê Îranî û Amerîkayî  de hate betalkirin û êdî pêre yê rewşeke nû çêbibe. Bendewarî ew bû ku bi berdewamiya van hevdîtinan ew ê bigehin encama dawiyê, lê Îranê, ji bo sûdgirtina ji derfetan hin caran ew hevdîtin betal kirin. Hincet jî ew e ku dibêjin em di rewşa şer de ne û hevdîtin bi dewletekê re jî ku hevkariya dijminê me dike, bê wate ye.

Îran di rewşeke pir metrsîdar de derbas dibe û niha tenê du rê li ber rejîma îslamî ya Îarnê mane:

1-Di hevdîtinan de hemû şert û mercên Amerîka bipejirîne û bitaybetî jî dest ji hilbirîna Uranyomê berde.

2-Wan mercan nepejirîne û êdî bi şerê ku Îsrayîlê li dijî wan daye destpêkirin sîstema wan a desthilatdariyê bi yekcarî biherife û dewleteke nû bê ser kar.

Ji 13`ê Hizêranê û şûn ve esmanê Îranê di kontrola Israyîlê de ye û ji tirsa hêza êstixbaratî ji sedî 90 ji fermandarên xwe yên leşkerî veşartine. Îran wê nikarîbe şerekî wiha li dijî Îsrayîl û hevalbendê wê yê sereke angu DYA berdewam bike. Ji ber ku hemû jêrxanên wê yên rokêtan û hilbirînê bûne armanca bombaranên artêşa Îsrayîlê. Xûya bû ku rayedarên Îranî û di serî de jî Ayetulah Xaminêyî yê rojekê ku ez bi :”xwekujiya leşkerî-siyasî” pênase dikim.

Di hemû warên: Hêza fezeyî û hewayî, Budceya Parastinê, hêza teknîkî û êstixbaratî, hejmara balefer û çekên din yên şer Îsrayîl ji Îranê bihêztire. Ji ber wê jî em dibînin ku ji roja duyem û şûn de wezîrê derve yê Îranê daxwaza navbeynkariyê ji hinek welatan dike, lê Îsrayîl dide xûyanîkirin ku wê bi awayî herî giran êrişên xwe berdewam bike.

Dê ev êrîş çawa bandora xwe li ser Rojhilatê Kurdistanê û hêzên Tevgera Azadiyê bikin?

Pisra sereke ku piraniya Kurdan ji xwe dikin ev e: “Ger partiyên Rojhilatê Kurdistanê di rewşeke wiha de li dora hev kom nebin û karekî nekin, yê kengî bikin?”

Di nava sinorên siyasî yên Îranê de Kurd hêza yekê a dijberî sîstema desthilatdar bûne û ji 1978`an û şûnde herî zêde bedelên giran ji bo destbeber kirina, daxwazên xwe yên siyasî pêşkêş kirine. Herî dawiyê Kurda li Îranê bi şoreşa “Jin-Jiyan-Azadî” re tirseke mezin li Tehranê çêkirin û dîsa daxwazên xwe yên dîrokî raxistin ber çavan.

Di vê rewşê de pêwîst e partiyên sereke: PDK. Îran, Komele, PJAK û rêxistinên din li dora hev kom û bi avakirina odeyeke fikrî stratejiya xwe ye pêwîst li gor daxwazên demê eşkere bikin. Partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê xwe bandoreke siyasî-fikrî a mezin di nava Kurdan de ne, dîsa dikarin ji bo pêşerojê û avakirina statûyekê bi şêweya Rojava û Başûrê Kurdistanê ji niha da hêzeke leşkerî a hevgirtî ava bikin, divê hêzên siyasî yên Rojhilatê Kurdistan dest bi diyalog, hemahengî, yekrêzî û amadekirina plan, proje û bernameyên hevbeş bikin.

Ji bîr nekin ku çûyîna her dîktatorekê yê di berjewendiya Kurdan de be. Bi çûyîna Sedam Husên û Beşar Esed me ev rastî dîtin. Herwiha divê di vê rewşê de Hikûmeta Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) êdî bi awayê salên berê piştgîriyên dîplomatîk-aborî nedin rejîmeke bêmeşrûyet û xwedî împeratoriya xwînê li hemû cihanê.

-Wê nêzîkatiyên dewletên cîranê Îranê çawa bin û bersiva Îranê ya pêşerojê wê çi be?

Bi despêkirina şerekî wiha re sê senaryo têne xûyanêkirin:

1-Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve yê şer berdewam be. Êdî neçar Amerîka jî yê li dijî wan dest bi şer bike. Yanî ketina nava şer ya Amerîka yê bibe sedema hemû bêhêziyên siyasî-leşkerî û aborî li Îranê.

2-Dibe ku Îran di vê reweşê de êrişî welatên kendavê bike. Meram jî ew e ku di warê aborî de nehêle hatin-çûyîna petrol û keresteyên din bi rêya wan welatan berdewam be. Yanî ev yêk yê bibe sedema kirîzeke aborî li hemû cihanê û bilindbûna bihayê petrol û hemû pêwîstiyên din yên jiyanê. Ji 13`ê Hizêranê ve heya niha 14 ji sedî qîmeta petrolê girantir bûye.

3-Encama şerekî wiha dikare dawiyê li temenê komara îslamî a Îranê bîne. Bi pêşhateke wiha re êdî derfetên mezin yê li ber gelên weke Kurd û Belûç vebibin û hêza demokrasîxwaziyê yê li herêmê zêdetir bibe. Ev yek yê bibe sedema gûhrandinên bingehîn û xwedî bandor li dijî dewletên îslamî û desthilatê bi rêbazên îslama siyasî, Kurd dikarin sûdê herî mezin ji vê rewşê werbigirin, di heman demê de Rojhilatê Kurdistanê dikare bibe statûya sêyem li ser axa Kurdistana mezin.

Êriş heya niha ne tenê bi beşên bernameya nuklerî ya Îranê ve sînordar bûn, lê di heman demê de parastina hewayî ya welatê Îranê jî bûye hedefa êrişên Îsrayîlê. Ev yek nîşan dide ku Îsraîl di rojên pêş de ji bo êrîşên din amadekariyan dike.

Têkiliyên Îran-Îsraîlê ji sala 1978`an û pêde sal bi sal xerab û xerabtir bûne. Bi dehan sal e di navbera her du dewletan de şerê cemidî berdewame. Her du alî êrişî berjewendiyên hev dikin, bêyî ku rasterast berpirsiyariyê bigirin ser xwe, lê ji dema ku şerê Xezayê dest pê kir, êrişên di navbera Îran û Îsraîlê de zêdetir bû. Îsraîlê di Îlona sala derbasbûyî de serokê Hizbullahê kuşt û di destpêka vê salê de serokê Hamasê jî kuşt. Her du kom wekî alîkarên herî nêzîk yên Îranê li herêmê têne hesibandin.

Berdevkên Îsraîlê bi berdewamî gotin ku “Îran gefên giran li dijî hebûna me dike”, her wiha  rêberê herî payebilind ê Îranê, Ayetullah Elî Xameneyî, ji bo danasîna Îsraîlê gotinên wekî “tumireke penceşêrê” bi kar tîne. Di vê derbarê de Xûmeynî jî weke damezrînerê hikûmeta Îslamî li Îranê xwedî gotin û peyamên wiha ye.

Îsraîl ditirse ji hilbirîna “çekên nuklerî” û dibêje ku operasyona heyî bi armanca tinekirina “Binesaziya leşkerî ya Îranê tevî tesîsên wê yên nuklerî” hemû hewledanên xwe dide.

Ev şer wê çawa bandora xwe li ser pêvajoya Aştiyê ku  li Tirkiye dest pê kiriye, bike?

Vê rewşê tirseke mezin di dilê rayedarên dewleta Tirk de jî çêkiriye. Ji ber ku di warê leşkerî û siyasî de dijberiya her du aliyan li hemberî hêzên demokrasîxwaz û di serî de jî rêxistinên Kurdistanê de heye, her du dewlet li dijî doza Kurd û girtîgehên wan tije azadîxwazên Kurd in. Perça herî mezin a Kurdistanê di bin desthilata Tirkiyê de ye, bi vê rewşê re ger lezê nedene rêbazên çareseriyê, hingî Kurd yê li herêmê bihêztir bibin. Hemû senaryoên ku di serê Erdogan û Baxçelî da bûn vala derketin û wan nekarî statûya Rojava ji holê rakin û di qada siyasî de jî îro hemû topên Kurdan di erdê wan de ne.

Bêgoman Tirkiye yê gelek hewledanên xwe bide ku nakokiyên di navbera Kurd û Azeriyan li Îranê zêde bike, lê bawer nakim bi ser bikeve. Sedem jî ew e ku Azerî piranî alîgirên sîstema desthiltdar li Tehranê ne û di hakimiyetê de jî xwedî hêzeke mezinin, lê Kurd li dijî navendgerayê ne û daxwza mafên xwe yên netweî-siyasî dikin. Asta rewşenbîrî a siyasî di nava Kurdan de bilind û tirseke mezin ji partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê jî di dilê dijberên wan de heye. Êdîy a din dimîne li ser awayê kar û pêşamadekariyên partî, sazî û rêxistinên din yên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê. Ji bîr nekin ku van rojan ew tirsa ku di dil û mejiyê rêberên Îranê de heye zêdetir ji wê jî di dil û serê rêberên komara Tirkiyê de ye. Yên ku ji van gûhertin û şerê di navbera Îsrayîl û Îranê de, dikarin sûdê bistînin aliyê Kurdan, lê ka yê çiqas dûrbîn û xwedî wê feraseta siyasî û dîplomatîk bin ku bikaribin ji derfetên heyî feydê bistînin.

Post Views: 19
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.