Friday, July 10, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

12’emîn Festîvala Jin ya Sakîne Cansiz di 28’Pûşperê wê li bajarê Zurîchê yê Swîsreyê bê lidarxistin.

Her sal Festîvala Jinê ya Sakîne Caznsiz di 28’Pûperê tê li dar xistin bi armanca bîranîna yek ji damezrînerên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) Sakîne Cansiz (Sara).

Îsal festîval wê li bajarê Zurîch ê Swîsreyê di 28’ê Pûşperê de li qada Kasernenarealê bi dirûşma “Bi Jin, Jiyan, Azadî em rêxistiniya demokratîk ava dikin”  wê bê li dar xistin.

Festîval wê bi pêşengtiya Tevgera Jinên Kurd li Swîsreyê bê organîz kirin bi hevkariya hinek saziyên jinan.

Hevkarî

6 meclis, 5 komon, 5 însyatîfên girêdayî Tevgera Jina Kurd li Swîsreyê amadekariya xwe ji bo domandina beşa xebata teknîkî raghand.

Jinên li herêmê serdana mal û dikanan dikin, belavokan belav dikin û banga tevlîbûna festîvalê dikin, herwiha serlêdana partiyên siyasî, rêxistinên jinan ên li Swîsreyê û daxwaza piştgiriya festîvalê dikin.

Beşê hunerî

Hunermendên ku derkevin li ser dike wiha ne: Sasa Serap, Jala, Zerîfa Zerrîn, Gulan, Silav Rojava, Awazê Mîtra û Koma Erbanê ya ser bi Tevgera Çandê ya Mizgîn wê hunera xwe pêşkêş bikin.

Di festîvalê de koma dansê yên jinan û koma Guvendên Kurdî li Sewîsreyê wê rengeke cuda bide festîvalê, weke her sale, wekî din wê konê stranbêjên jin ên gelêrî bê vedan.

Di festîvalê de wê pêşandanên çandî bên pêşkêş kirin, wê qad û platformên taybetî zarokan bêne diyar kirin, li gel standên xwrrinê û agahiyên li ser rêxistinên jinan bêne danîn.

Festîvala Sakîne Cansiz çalakiyek e ku têkoşîna jinan pîroz dike, Sakîne Cansiz (Sara) ku sembola têkoşînê ji bo mafên jinan û azadiya siyasî bû û hîn jî wisa ye, tê lidarxistin.

Sakîne Cansiz ligel nûnera Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Fîdan Dogan (Rojbîn) û endama Tevgera Ciwanan Leyla Şeylemez (Ronahî) di 9’ê Çileya 2013’an de li paytexta Fransa “Parîsê” hatin hedefgirtin û di encamê de gihaştin asta şehadetê.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE
HAJMARA PDF

DESTHILATDARÎ ABORIYA XWE XURT DIKE Û GEL BIRÇÎ DIHÊLE

08/07/2026
Bi kamîreya Ayşa Silêman
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Ayşa Silêman

08/07/2026
Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî
ÇAND Û HUNER

Wateya sembolîk a cilûbergên Kurdî

08/07/2026
Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal
CîHAN

Şikefta ku dîroka wê vedgere berî 400 hezar sal

08/07/2026
Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran
CîHAN

Qurbaniyên erdheja Venezuelayê gihaşt nêzî 3 hezaran

08/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.