Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dorpêça hikumeta Şamê berhemdana sala nû dixe xeteriyê

13/12/2023
in Uncategorized
A A
Dorpêça hikumeta Şamê berhemdana sala nû dixe xeteriyê
Share on FacebookShare on Twitter

Dorpêça Hikumeta Şamê ya li ser herêma Şehbayê û gelê Efrînê tevahiya pîvanên mirovî û navneteweyeyî bin pê dike, hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Ferhad Dada destnîşan kir ku ji ber dorpêça herêmê xebatên çandiniyê di rewşeke zehmet re derbas dibin.

Zana Roj/ Şehba

Herêma Şehbayê û gelê wê ji salên dur û dirêj ve debara xwe bi çandiniyê dikin û herêm bi çandiniyê tê nasîn. Rûxmî ku herêm di gelek şer û pevçûnan re derbas bûye, lê dîsa jî erdên heyî vala nehatin berdan û ketin xizmeta gelê Efrîn û Şehbayê. Her wiha ji bo aboriya herêmê rolekî girîng dilîze. Hikumeta Şamê bi ferzkirins dorpêça giran li ser herêmê hemû binasaziya herêmê dikeve bi bandora wê û rê li ber zehmetiyên jiyanî, aborî û civakî vedike. Li ser wê esasê, qada çandiniyê jî para herî mezin ji vê yekê werdigire.

Têkildarî bandora dorpêça li ser qada çandiniya herêma Şehbayê Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Ferhad Dada ji rojnameya me re axivî.

`Siyaseta dorpêçê li dij pêvanên mirovî ye`

Ferhad Dada di destpêkê de bal kişand ser bandora dorpêça hikumeta Şamê li ser tavahî herêmê û wiha got: “Weke ku tê zanîn herêma Şehbayê di hemû aliyan de rastî zehmetî û pirsgirêkên jiyanê hatiye. Nêzî 10 roja ne elektirîk li ser tavahî herêmê hatiye qotkirin. Her wiha pirsgirêkên tenduristî, aborî, di aliyê şeredariyan de û yên jiyanî derdikevin holê. Ev hemû sedema xwe ji dorpêça  giran ya ku li ser heremê hatiye ferizkirin ne. Bê guman ev yek bandora xwe yekser li ser qada çandiniyê jî kiriye. Herêma ku debara xwe ji çandiniyê dike her wiha bi çandiniyê tê naskirin, niha di rewşeke zor û zehmet re derbas dibe, siyaseta hikumeta Şamê ya dorpêçê siyasetekî dij pêvanên mirovî ye û dibe sedema ku jiyana gelekî bê rawestandin.”

`Çandinî di rewşeke zehmet re derbas dibe`

Dada anî ziman ku ev meha çandiniyê ye, lê ji ber dorpêçê tevahiya xebatên çandiniyê hatine sekinadin û wiha pê de çû: “Di aliyê çandiniyê de xebatên me bi awayekî qismî hatiye sekinandin. Ev meha çandiniya ceh, genim û bizarên cuda ye, her wiha meha hilkirina kartola ne, divê em di warê çandiniyê de ji gel re di tevahiya milan bibin destek. Lê belê ji sedema tunebûna sotemeniyê em nikarin bizara genim û ceh amede bikin ne jî di asta ku tê xwestin de alîkariya gel bikin. Ji ber vê sedem çandinî di rewşeke zehmet re derbas dibe.”

Ferhad Dada diyar kir ku ger rewş wiha bidome wê bandora xwe li ser berhemdana sala nû jî bike û wiha pê de çû: “Tunebûna madeyên ku dibin alîkar ji çandiniyê re weke Mazot, Bidar, Semad û hwd yekeser bandora xwe li ser berhmedana çandiniya sala 2024 dike. Ev yek xeteriyekê di aliyê aboriya herêmê di salên nû de dide avakirin. Piraniya gelê herêmê koçberin ew pereyên zêde nînin ku ji derve mazotê bikirin û bikar bînin.”

`Divê saziyên navnetewî dawiyê li van siyasetan bînin`

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Ferhad Dada di dawiya axaftina xwe de banga hemû rêxistin û saziyên navnetewî kirin û wiha got: “Gelê Efrînê li herêma Şehbayê ji 6 salan ve di nava dorpêç û siyaseta dijmin re derbas dib, êdî ev siyasetên ku tên meşandin jiyana gel kiriye weke dujeh. Li hember van siyasetan gel bi hemû îrade û hêza xwe ya girêdayî xeta Şehîdan li ber xwe dide. Em jî bi vê yekê banga tavahî rêxistin û saziyên navnetewî yên parastina mafê mirovan dikin ku dawiyê li van siyasetan bînin.”

Post Views: 57
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.