Rojnameya Ronahî

`Efrîn ya Efrîniya ye, wê nebe ya dagirkeran`

Li ser gelê Efrînê qirkirineke bê navber dewam dike. Dewleta Tirk a dagirker ji destpêka dagirkirina Efrîn û heta neha bi alîkariya hin rêxistinên ixwanî guhertina demografîk li Efrînê  dide meşandin. Dagirkerî niha jî dixwaze bi riya bicihkirina Îxwanciyan li Efrînê planên xwe dewam bike. Li aliyekî din jî, ji destpêka derbasbûna gelê Efrînê ji herêma Şehbayê re, gel di bin dorpêça hikumeta Şamê de zehmetiyên mezin dikşîne. Bi girankirina dorpêça li ser herêma Şehbayê re, jiyan bi giştî rawestiya ye û her ku diçe rê li ber karîseteke mirovî vedibe.

Zana Roj/ Şehba

Ji destpêka dagirkirina herêma Efrînê ji aliyê dagirkeriya Tirk û komên çete yên giryêdayî wê ve,  dagirkeran dest bi talankirin û guhartina damografik û etnîkî di Efrînê de kirin û ev kiryar hîn jî di asta herî jor de berdewam in. Armanca dagirkeriyê jî hilandina nasname û hebûna gelê Efrînê ye. Dagirkeriya Tirk ji bo pêkanîna guhertina demografîk , li şûna gelê resen malbatên çeteyan û erebên deverên din yên Sûriyê bi cih dike. Herwiha  zimanê Tirkî di dibistan, peymangeh û zanîngehan de da xwendin. Pereyên Tirkî di nava gel û jiyanê de hat bikar anîn. Ser erd û binerd û cihên dîrokî hemû hatin talankirin.  Li aliyêkî din jî dagirkeriyê û çeteyên girêdayî wê li dijî gelê Efrînê kuştin, revandin, destdirêjî, tecawîzkirin û tevahiya kiryarên dijmirovî pêk tînin. Ji aliyê hin rêxistinên Qeterî, Kiwêtî, Filistînî û Tirkî ve bi 10’an mal û kampên mêtîngeriyê hatin avakirin. Niha jî bi geşbşûna şerê di navber Îsrayîl û Hemasê de, dagirkeriya Tikr dest bi bicihkirina gelê Filistînî di malên mêtingeriyê de kiriye. Li hemberî vê yekê Rêveberiya Xweser û gelê Efrînê nerazîbûna xwe dan nîşandian.

Têkildarî bicihkirina filistîniyan û siyaseta  guhartina demografiya Efrînê welatiyên Efrînê yên bi navê  Gulistan Mistefa û Mihemed  Xelo ku li kampa Serdem jiyan dikin  ji rojnameya me re axivîn.

Gulistanê di destpêkê de bal kişand ser siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ya li hember gelê Kurd û wiha got: “Faşîzma Tirk bi sedê salana ku kînekî mezin li dijê gelê kurd dikşîne,  bi sala ye bi hemû hêz û teknîka xwe êrîşî Gerîlayên Azadiyê dike û dixwaze tevgera azadiyê hilweşîne. Lê belê tu carî faşîzim li hember îrade û hêza Gerîlayan û yê gelê kurd bi ser neket. Ji ber wê yekê bi dagirkirina herêma Efrînê re û bi pêkanîna hemû kiryar, sûc û pilanan dixwaze di esas de pirojeya gelê Kurd derbe bike û xwe bide nîşandan ku ew bi ser dikeve.”

‘Bicihkirina gelê Filistînê di Efrînê de ne rewa ye’

Gulistanê anî ziman ku bicihkirina gelê Filistînê li di Efrînê de ne rewa ye û nakeve xizmeta tu kesî û wiha domand: “Avakirina malên mêtîngeriyê di Efrînê de nîşaneya herî esasî ya guhartina demografiya Efrînê bû. Di nava van siyasetan de hemû alîgirên faşîzma Tirkiyê rol lîstin û bûn destek. Bi gurkirina şerê li Filistînê re faşîzma Tikriyê dixwaze xwe weke xêrxwazekî nîşan bide û vî gelî derbasî Efrînê bike da ku bê war nemînin. Lê belê derbasbûna vî gelî piştî ewqas şer ji herêmeke biyanî re ne rewa ye û nakeve xizmeta ne gelê Filistînî û ne jî tu aliyê din. Tenê Efrîn ji resenbûna xwe derdikeve û koçberên Filistînî yên bê cîh mane wê tê de bi cih bibin.”

‘Siyasetên kevin xwe nû dikin’

Her wiha Mihemed Xilo diyar kir ku ne bi bicihkirina gelê Filistînê û ne jî yê tavahî cîhanê dikarin heqîqeta Efrînê biguherînin û wiha got: “Ev siyaset berê jî li ser me hatine meşandin, bi pêkanîn Kembera Ereban li ser herêm û gundên Kurdan. Me êdî siyaseta dijmin nas kiriye. lê belê her çiqas dijmin xwestiye heqîqet û rastiyan li gor xwe saz bike, têkoşîn û hebûna gel pilanên wan bi bin xistine. Ji ber wê jî ez dibêjim ne bi bicihkirina koçberên Filistînê û ne jî yê tavahî cîhanê wê bikaribin Efrîna ji dara zeytrûnê hatiye afirandin biguherînin. Bila hemû dunya û cîhan bizanibe Efrîn yê Efrîniya ye û wê nebe ya dagirkeran”.

Mihemed bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir “Bajar, Gund û herêma Efrînê nikarin bi ser destê dijminan û desthilatdaran werin guhartin û bibin milkê xerîb û eceman. Em banga tavahî Rêxistinên cîhanî û yên navnetewî dikin, da ku li hember van guhartinan û talankirina bibin bend û rê li hember guhartina demgrafîk bigirin”.