Rojnameya Ronahî

‘Şerm e ji cîhanê re ku PKK’ê xistine lîsteya terorê’

Reşo Mihemed/Qamişlo  

Endamê PYD’ê ya bajarê Qamişlo, Ebdkerîm Ebdilrehman diyar kir ku hêzên desthilatar yên cîhanî bi awayekî derzagonî û  ji bo berjewendiyên xwe PKK’ê xistin Lîsteya Terorê, herwiha daz zanîn ku PKK’ê temsîla gelê azadîxwaz û demokratîk yê cîhanêdike û wiha got: “Bi têkoşîna gerîlayên azadiyê û gelê kurd yên ku vîna xwe ji felsefeya Rêber Apo girtine, wê PKK’ê bi ser bikeve û azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk were û gelê kurd jî bighêje azadiyê.”

 Ev bêtirî 30 salan e ku dewleta Tirk a faşist û hin dewletên Ewripî weke Siwêd, Elemaniya, Emerîka û hwd…  Partiya Karkerên Kurdistanê xistine nav lîsteyên terorê. Herwiha bi hinceta vê sifetê jî di 1999’an de jî van hêzên desthilatdar û komploger Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ku  damezrînerê vê partiyê ye, bo zindana Îmraliyê, revandin. Niha jî kampaniya cîhanê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û derxistina PKK’ê ji lîsteyên terorê tê meşandin, girêdayî vê yek jî endamê nanenda PYD’ê ya bajarê Qamişlo, Ebdilkerîm Ebdilrehman bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Ev  45 salan e ku Partiya Karkerên Kurdistanê, (PKK) şoreşekê rewa ji bo hebûna gelê kurd û azdaiya Kurdistanê dide meşandin, heya roja îro jî vê tevgerê tu sûcên şeran û binpêkirinên dijmirovî pêk neanîne, gelo çima hêzên hegemon û desthilatdar heta PKK’ê niha di lîsteyên terorê de hiştine?

Ev bi sedê salan ku gelê kurd di bin zilm û zordariya neyaran de bûn, ji mafê xwe yê herî biçûk bêpar bûn, dihatine kuştin û komkujî bi ser wan de dihat. Ev rewş êdî nema dihat tehmûlkirin, pêwîst bû şoreşek bi destê kesên azadîxwaz were destpêkirin û vîna gelê kurd yê bin dest temsîl bike, ev kesên azadîxwaz Rêber Apo û Gerîla ne. Rêber Apo çirûska şoreş û berxwedanê li Bakurê Kurdistanê dijî dewleta Tirk a faşist û desthilatdariya wê pêxist. Lê ji ber ku ev tevger û ev felsef dikeve xizmeta gelên bindest de û ne li gorî berjewendiyên wan dewletên desthilatdar û hegemon e, zagonên derqanûnî li gorî xwe afrandin, sîfeta terorê li PKK’ê kirin. Ev sîfet jî derveyî zagonên cîhanî ye ji ber ku sîfetên terorê û PKK’ê ti carî naşibin hev. Kesên terorîst ew in yên ku êrîşî cvak, jin, zarok, binesaziya herêman bikin û tirsê di nav gel de biafînin û binpêkirinên curbecur di derheqê gel û xwezayê de bikin. Nimûne ji vê yekê jî têkiliya dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ û komên çete yên din re, ku rojane gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk û çetên girêdayî wê ve tên hedefgirtin. Ger ev zagon durist bin bila dewletên ku sîfeta terorê li PKK’ê krinine, li dewleta Tirk a dagirker jî bikin. PKK’ê terzî hedfgirtina gelan tev diger û bi fik û felsefeya Netewa Demokratîk a Rêber Apo ji bo azadiya gelê kurd , herwiha hemû gelên bindest têkoşînê dike.

Da ku PKK’ê ji lîsteyên terora cîhanî were derxistin, di milê zagonî û siyasî de pêwîste li ser asta Kurdistan û cîhanê çi were kirin?

Em dizanin ku cudahiyeke pir mezin di navber PKK’ê û terorê de heye. PKK’ê ji terorîstê gelekî dûr e û şermeke pir mezin e ji van dewletên ku PKK’ê xistine nav lîsteyên terorê. Heta ku ev zagona ku PKK’ê xisteye lîsteya terorê de pûç û vala derkeve pêwîste di milê  zagonî û siyasî li ser asta cîhanê gelek xebat werin kirin. Piraniya gelên cîhanê gelê kurd û berxwedaniya ku dane meşandin, nas kirine, nimûne ji vê yekê şikandina çeteyên DAIŞ’ê ya ku yek ji rêxstinên herî radîkal bûn li ser asta cîhanê. Di heman demê de van gelan piştgirî da gelê kurd û li Rojava hejmareke mezin ji biyaniyan tevlî şoreşa 19’ê Tîrmehê bûn. Gelên cîhanê rastiya gelê kurd naskirine, lê dewlet û hikumetên cîhanê ji ber  berjewendiyên xwe naxwazin. Da ku gelê kurd negihêje mafê xwe, sîfeta terorê bi PKK’ê ve dikin. Lê ew bi xwe dizanin ku ev sîfet ne di cihê xwe de ye. Timî mijûlî pirsa terorê ya ku li PKK’ê kirine, dibin, vaye beriya çend rojan dewleta Japoniya ya ku PKK’ê xistibû lîsteya terorê de, PKK’ê ji vê lîsteyê derxist. Ev tê wateya ku pîvanên van dewletên desthilatdar yên ku sîfeta terorê li PKK’ê kirine ne rast in. Lewma da ku PKK’ê ji lîsteya terorê derkeve divê gelê kurd di warê zagonî û diblomasî de têkiliyên xwe xurt bike û bide tekezkirin ku PKK’ê hêza gelê kurd e, herwiha hebûna gelê kurd bi hebûna PKK’ê re ye.

Ji 10’ê Cotmeha derbasbûyî ve Kampaniya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, ji bo ku ev kampanî bi encam bibe, divê çi were kirin?

Gelê kurd gihane wê baweriyê ku bi fikr û felsefeya rêberê xwe bighêjin azadiyê, vaye îro jî bi ramanên Rêber Apo li ser asta cîhanê têdikoşin û derketine kolanan. Ji bo azadiya Rêber Apo ya fîzîkî misoger bibe pêwîste berxwedana gel ji wisa geştir bibe. Şêweyên demokratîk yên ji bo pêkanîna azadiya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan li ber dest in. weke meş, lidarxistina pêngavên bi bandor, rojîgirtin û çalakiyên cihêreng. Dewletên desthilatdar û komploger yên ku komplo li ser Rêbertî dan meşandin, ji ber siyaseta xwe ya qirêj îro gelê kurd neçar dike ku van çalakiyan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo Li dar bixe. Piştî ku 100 sal li ser peymana Lozanê derbas bû, êdî divê cîhan vê zilm û zordaiya ku di derheqê gelê kurd de dikin, bisekinînin. Doza gelê kurd nasdar û mafdar e, li ser asta cîhanê û çareserkirina pirsgirêka kurd bi azadiya fîzîkirya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan re ye.  Heta ku Rêbertî bi fîzîkî rizgar nebe wê pirsgirêka gelê kurd jî çareser nebe.