Rojnameya Ronahî

Hûn çima zû firîyan ezmanan!

Cîger Dilşad

 Her tişt li welatê min sor e, tenê pakrewan kesk û şîndar in!

Pakrewanên me nemirine, razana ew di dilê axa pîroz de. Lewre bi zereqa her sibehê re dibêj im; De rabin berxikên dayîka xwe, de rabin şêr û şepalên me, va ye, dema ku asê mabû di rojeke zivistana ne diyar de bi tirêjên Roj’a me ji girêka kor a Gordion filitiye û êdî dem bi ava her çar çeman; Pîşan, Giyan, Dîcle û Ferat re diherike…

Delalên Min!

We şa kir dilê Feqiyê Teyran, bilbil jî bi gula sor şa bû.

Lê neviyên Enkîdu û Harpagas her ava mastî berdan koka gula wî û bi pariyek nan û hinekan jî bi jinekê,bi mêrekî gulistana Feqiyê min firotin dagirkeran.

Lê,qet kêm nebû bêhna ax û civakperwer ji vê xakê.

Bayê bêhnxweş fûriya ji Medreseya Sor, ji pênûsa Meleyê Cizîrî fûriya bêhna miskê. Lê hezar mixabin, kurdên me bi zekemê ketibûn û xemsar bûn ji bêhna Cizîrî re…

Xanî rabû û ji dilê tije evîn rijand ser rûpelan evîna Mem û Zînê

                “Da xelq nebêjin ku ekrad

                 bê marifetin, bê esl û binyad

                şûrê hunera me bête danîn

                qedrê qelama me bête zanîn

                 lê hêvî dikim ji misteidan

                 ev name eger xirab e eger qenç

                kêşaye digel vê me dused renç

                çi bikim ku qewî kesade bazar

                 nîn in ji qumaşê re xerîdar”

Mixabin û hezar mixabin ku, xerîdar tunebûn ji qumaşê Xanî re. Lewre roj bi roj firîn peyv ji zimanê me.

Peyvên ku pêdiviya me bi wan hebûn firiyan. Firiyan evin, wekhevî, azadî dadmendî, aştî, biratî, yekîtî, mêrxasî, dilsozî, dostanî…  Ji zimanê me firiyan peyvên Xanî û nehate fêmkirin Mem î Zîn heta derketina Kurê Dayîka Uveyş;Mirovê Zana û Zanyar …

Peyvên me yên firîn  firîn; ên mabûn jî dagirkeran û  qaşo yên ji xwe re digotin em şoreşger in  dest avêtibûn wan! Êdî peyvên me bêgiyan bûn. Çimkî  Nînbûn xerîdar  ji qumaşê XANÎ re

Li ser sergoyê dîrokê cendeka çanda me û laşê peyvan! Bi peyvan re jî dilê me diperpitî. Nizanim çima, çima bapîran qefesek-qamusek çênekirin ji wan peyvên Hûrî, Gutî, Mîtanî, Qasitî, Lorî, Nehrî û Medî re! Ger bapîr û dapîrên me zimanê pirtûka me ya pîroz Zend Avesta di qefesa singê xwe de biparastina û xwe bi xapîneriya demê re mijûl nekirina em hezar salan bê pirtûk nediman.

Bê pirtûkbûyînî sedema bingehîn e ji koletiyê re!

Ma çima Îskender pirtûkên me birin Atina yê?

Çima Tîmurleng pirtûxaneya Dihokê talan kir û şewitand?

Çima serdestên  ereban di bin navê îslamê de pirtûkxaneya Amedê şewitandin? Tev ji bo mayîndekirina bindestkirina me kurdan û gelê ereb ,tirk, fars ,ermen ,asûr û gelên heremê bû!. Ger pêşiyên me Zend Avesta jîndar,  Mishefa Reş jî jînker kiribana, wê li ezmanê welatê me stêrk mîna moriyan her biçirûsiyana di şevên bi sibeh de û wê tu kesî, hebûna kurd û Kurdistanê nekira mijara gengeşiyê. Û wê gelên me li gorî rastîtên çanda xwe bijîyana.

Erê nûrên çavên min;

We dizanibû ku ger dem û cêwiyê wê hebûn veneguherin bûyînê, dem bêwate ye û wê hebûn jî her mîna xwarina bêxwê be û wê her dîwarên girtîgeha demê zexmtir bikin li dora bihuşta me. Lewre we bi xwîna xwe watedar kir zeman û hebûn li Mezra Botan.

Çimkî hûn bûn bûyîn li ser axa welat!

We dizanîbû ku, ji dilistana Roj’a me pê ve li ser rûyê cîhanê, li vê cîhana ku ji me re kirine dojeh, cihekî ku hûn û bi we re jî em tê de xwe bistirînin, bijîn tûne ye.

Lewre we stargehên Kurdistanê, warê Egîdan, Bedran û Şiyaran; warê Bêrîvan Bêrîtan, Zîlanan,Rehîmeyan ji xwe re kirin qiblegeh. We bi rûgeşî,  dilxweşî, bi wêrekî û cangorî rêya Mazlûman, Xeyrî û Kemalan nîşan dabûn û bi tirêjên Roj’a me ronî kiribûn,  şopand.

De rabin şêrên min, şepalên mîn! Ji xwîna we bêhna gul û sosinan difûre.

Difûre ji gulistana we avdayî bêhna kulilk û rihanan. Va ye! govend digere li welat

Va ye gelên me bi pirtûka “MANÎFESTOYA ŞARİSTANİYA DEMOKRATÎK” serê dîlana Rojhilata Navin dikişîne û heyranoka mêrxasiya we ji hêla zarok, keç û xortan ve tê strandin li her derê.

Hûn çima zû firîn esmanan?

De rabin hevalno, mêrxas û lehengên mirovahîyê!

De rabin canino, de rabin!

Erê canheval!

Tevî ku hêsîrên xwînî bi min didin barandin

Û peritînerên dilî ne

Na tirsim û nawestim

Ji kişandina êşên azadiyê

Ew

Dermanê nefsa min in

Paqişkerên giyanî ne ew…

Di tarîstana yezdanên sexte de

Li ber çira xwedawendan

Raman û azweriyên xwe

Şilftazî dikim

Û wan bi dilopên êşê dişom

Di teşta heyîna xwe de

Belê CANÎNO!

Hûn bi bêbextî ji nava me birin. Di şehîdbûna we de bilcümle hêzên Faustkar bûne yek. Wan digot;”em pêşî li şoreşa Rojava,şoreşa gelan,şoreşa jinê  bigirin,lê hûn bûn xîma şoreşa Rojava. Bûn renge,deng û ala şoreşa Rojava!

hûn canin canan in!

Ji xwîna we sorgula Netewa Demokratîk li Rojava pijkivî û îro gelên me Kurd,Ermen,Aşûr û Ereb bi hev re gula we û pakrewanên berîya we;Îsmaîl’an,Xebat’an,Şêxmûs,seyfî,Selîm,Fîdan,Cahîde’yan çandibû,bi  Arîn’an,Ekîn’an,Karker’an û Aveste’yan hate parastin.

Netewa Demokratîk bû dar,bû daristan,bû gulistan!

Soz û Peyman be ji we re ku,nema tu hêz bikaribe gulistana me biçelmisîne.

Rêber APO dibêje;”ji bîrkirina şehîdan îxanete”

Hûn nehatin û nayên ji bîr kirin!

Lê ka bejin;hûn çima zû çûn!

Ka bêjin hûn çima zû firîyan ezmanê welatê ku, ezmanê wî bi we pakrewanan xemilîye û ronahî dike rêya me di taristana Modernîteya Kapîtalîst de.

ji bo bîranîna hevala Şîlan,Zekerîya,Fuad,Cemîl û Ciwan. Her pênc heval di 29 /11/2004 ‘an de li Musilê ji hela çeteyên faşist ve hatin qetilkirin