Rojnameya Ronahî

Divê mafê mirovan ji berjewendiyên siyasî dûr bixin

Dilyar Cizîrî

Hikûmeta Şamê dorpêça li ser herêma Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bê navber didomîne. Di encamê de koçberiyên bi darê zorê yên Efrînê ku di gelek gund û kampên Şehbayê de bi cih bûne, her wiha niştecihên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê bi hatina demsala zivistanê re, rewşeke jiyanî ya dijwar derbas dikin.

Rewşa gel li wan herêman her ku diçe dijwartir dibe. Gel ji mafê xwe yê jiyanê bê par hatiye hiştin. Sîstema perwede, xebatên tenduristiyê û her wekî din hema bêje bi temamî tê rawestandin. Tişta balkêş di vê dema em behsa dorpêça hikûmeta Şamê ya li ser wan taxan dikin, di 10 vê mehê de me pêşwaziya Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan ku ji aliyê Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî hatiye destnîşan kirin, dikir.

Li gorî peymana roja Cîhanê ya Mafê Mirovan bi tu awayî nabe dorpêç li ser sivîlan were ferizkirin. Nabe zarok, kesên bi temen û jin ji derman, xwarin û pêdiviyên jiyanî bê par werin hiştin. Di heman demê de ji mafê her mirovî ye ku pêdiviyên jiyanî wekî xwarin, pêdiviyên tenduristiyê û her tiştên bi jiyana rojane ve girêdayî ye, bi dest bixe.

Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk ev peyman imze kirine û belgeyên wê erê kirine. Niha jî li ber çavên hemû cîhanê Hikûmeta Şamê bi sedhezaran welatiyên sivîl dorpêç kiriye û ji pêdiviyên jiyanî bê par hiştiye.

Beriya wê jî dewleta Tirk beşekî wan ê mezin bi darê zorê daye koçberkirin, malên wan talan kirine û li şûna wan koçberên ji herêmên din ên Sûriyê bi cih kirine. Herdû alî jî xwedî heman hişmendiyêne û armanca wan şikandina vîna gel e. Di rojên xelk behsa roja cîhanî ya mafê mirovan dikin, sûcên herî mezin ên li dijî mafê mirovan pêk tînin.

Hikûmeta Şamê dorpêç dike, dewleta Tirk jî top û hawanan bi ser wan herêman de dibarîne. Mirovên sivîl bi awayekî hovane, dikuje û wan ji mafê jiyanê bê par dike. Tişta hîn kambaxtir jî ew e ku dewletên din ên endamên Neteweyên Yekbûyî û bi taybet ên xwdî bandorekî mezin li ser biryarên NY’yî wekî Rûsiya û Amerîka herdû jî li ser xaka Sûriyê hene, rewşa li wir bi çavên xwe dibînin. Lê cardin jî dengê xwe nakin, naxwazin wan rastiyan bibînin. Ew baş jî dizanin ew bê dengiya wan rê hîn zêdetir ji hikûmeta Şamê û dewleta Tirk re vedikin.

Lê mixabin xweş diyar dibe berjewendiyên wan ên siyasî di ser hemû peyman û qanûnên navdewletî ne. Ev jî yek ji sedemên sereke yên kirîzên herêmê ye. Aliyên bi bandor dûrî hemû pîvanên mafê mirovan li gorî berjewendiyên xwe yên siyasî bazaran li ser hesabê gelên xizan pêk tînin. Ya zemînê ji hikûmeta Şam û dewleta Tirk re vedike jî ev yek e.

Di heman demê de jî di rojên qaşo ji mafê mirovan re veqetandine, alîkariyan berhev dikin û dibêjin ew ê pirsgirêkên xizanî û birçîbûnê li cîhanê çareser bikin. Ew ê bi alîkariyan tu carî nikaribin pirsgirêkan çareser bikin. Tekane riya çareseriyê ye dûrxistina mijarên girêdayî mafê mirovan ji berjewendiyên siyasî ne.