Rojnameya Ronahî

 ‘Armanca KNK’ê avakirina hevrêziya kurdî ye’

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Cîgira hevseroktiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê(KNK) Hêvî Mistefa da zanîn ku KNK’ê ji bo hevrêziya kurdî û çareserkirina doza gelê kurd hat avakirin. Herwiha Hêvî bang li gelê kurd û partiyên siyasî kir ku ji bo Lozaneke din dubare nebe divê lihevkirin û yekrêziya kurdî pêk bê.

Di sala 1999’an de Rêber Apo di hevdîtineke xwe ya bi parêzeren re, xwest ku kongreyeke neteweyî, sîwanek neteweyî were avakirin. Êdî li ser vê daxwazê kurdan, ji bo yekîtiya neteweyî mîsoger bikin û pêş bixin, dest bi pirojeya avakirina kongireyeke kurdî kirin.  Li ser vê bingehê di 26’ê Gulana sala 1999’an de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) li bajarê Emistirdamê yê Holendayê hat damezrandin.  Armanca wê ya sereke jî pêkanîna  yekîtiya neteweyî ya gelê kurd li seranserî Kurdistan û cîhanê, herwiha bidestxistina azadiya gelê kurd.

Ev Kongre 300 kesan digre nava xwe, ji wan 2 hevserok û 2 cîgirên wan hene, di heman demê de jî 19 kes di Desteya Cîbicîkar ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de cihê xwe digirin. Endamên vê desteyê jî hin ji wan nûnertiya kurdên ku li Ewropa dijîn, dikin û yên din jî nûnertiya her çar parçeyên Kurdistanê dikin û xebatê didin meşandin.

Girêdayî avabûn, kar û xebata Kongreya  Neteweyî ya Kurdistanê cîgira hevseroktiya  kongreyê, Hêvî Mustefa ji rojnameya me re axivî.

‘Avakirina KNK’ê ji bo çareserekirina pirsgirêka gelê kurd bû’

Hêvî Mustefa da zanîn ku ji avakirina sîwaneke netewî û çareserkirina pirsgirêka gelê kurd KNK’ê hate damezirandin û wiha got: “Ji dawiya sedsala 20’an de KNK’ê li Holendayê bi civîneke netewî hat damezirandin û gelek nûnerên Partiyên Siyasî, rêxistinên Civaka Sivîl, rewşenbîr û hin kesayetên Kurdistanî yên serbixwe di vê civînê de beşdar bûn. Di vê civînê de wesîqeyek hat amadekirin û biryar hat dayîn ku saziyeke Kurdistanî ya bilind were avakirin. KNK’ê hat avakirin ku ji gelê kurd re bibe sîwaneke newtewî û pirsgirêkên gelê xwe çareser bike, da ku doza gelê kurd bi cîhanê bide naskirin, hevgirtineke kurdî biafrîne û temsîla gelê xwe bike, di wê demê de pêwîstî bi avakirina KNK’ê hebû. KNK’ê îro ji 300 endamî pêk tê û xebatê li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê û tevahiya cîhanê didin meşandin. ”

‘Xebata KNK’ê li ser asta Kurdistan û cîhanê tê meşandin’

Hêvî diyar kir ku xebat ji bo doz û hevrêziya kurdî li ser asta Kurdistanê û tevahiya cîhanê tê meşandin, lê hin astengî derdikevin pêşiya van xebatan û wiha domand: “Armanca me ya sereke ew e ku yekrêziyekê di nav gelê kurd de pêk bînin, nakokiyên ku di nav partiyên kurdî de çareser bikin û ji holê rakin. Herwiha em dixwazin pirsgirêk û nakokiyên di navbera partiyên kurdan de hene, çareser bikin û ji holê rakin.  Ger ev pirsgirêk çareser nebin jî em hewil didin ku ji bo pêşkêşkirin doza kurdî ji cîhanê re û çareserkirina wê, nakokiyên partiyan ji holê rakin. Em li ser vê bingehê kar û xebatê berdewam dikin, lê hin astengî derdikevin pêşiya me û piraniya caran hin xebat cuda naçin serî. Ji van estengiyan jî hişmendiya ezezîtiyê ya ku dijminan di nav civaka kurdî de çandiye, berjewendiyên teng yên partiyan e. Herwiha em weke xebatkar û nûnerên KNK’ê yên her çar parçeyên welat heta ku xwe bighînin hev û karê xwe bimeşînin, ji aliyê dijminan ve rastî astengiyan tên.

‘Da ku Lozaneke din pêk neyê divê kurd bibin yek’

Cîgira hevseroktiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Hêvî Mustefa destnîşan kir ku ji bo Peymana Lozanê careke din li ser kurdan pêk neyê divê gelê kurd bibin yek û wiha got: “Rewşa siyasî ya ku Rojhilata Navîn tê re derbas dibe rewşeke hestiyar e, nexşerêyeke ji vê herêmê re tê amadekirin. Lewma divê gelê kurd jî hişyar bin û ji vê nexşeya ku wê xeteriyekê li ser hebûna wan çêbike. Herwiha xeteriyek ji tê têkçûna her çar parçeyên Kurdistanê heye, çi Bakur be an jî Rojava yan Başûr an jî Rojhilatê Kurdistanê be. Da ku careke din Peymana Lozanê dubare nebe û rewşa kurdan di siberojê de nebe weke vê sedsala derbas bû , pêwîste yekrêziyeke kurdî were avakirin. Îro em kurd derfeteke dîrokî di destê me de heye divê em weke gelê kurd û partiyên siyasî bi giştî sûdeke netewî ji vê derftê û van destkeftiyên heyî bigrin.”