Tuesday, June 17, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

9’emîn festîvala Rojava ya Cand û Hunerê dest pê dike

11/12/2023
in Uncategorized
A A
9’emîn festîvala Rojava ya Cand û Hunerê dest pê dike
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

 Bi armanca pêşxistin û parastina wêje, ziman, çand û vekrinina deriyê derfetê li pêşiya geşdana helbestvan, rewşenbîr û nivîskaran wê 9’emîn fastîvala Rojava li navenda HRRK’ê ya li bajarê Qamişlo bi beşdarbûna bêtirî 165 kesan ji aliyê HRRK’ê ve were destpêkirin.

HRRK’ bi durşmeya ‘Em ê li ber serê her şehîdekî sirûdeke azadiyê biçînin’ wê li bajarê Qamişlo di 15’ê vê mehê de dest bi 9’emîn festîvala Rojava ya Çand û Hunerê bike.

Ev festîval gelek panel, çalakî û semînerên wêjeyî, çandî, hunerî, siyasî û civakî digre nava xwe. Herwiha li gorî ku endamê komîteya Amadekar Mustefa Ebdo, anî ser ziman ku îsal 165 rewşenbîr, helbestvan, nivîskar û hwd… beşdarî vê festîvalê bûne û sala derbasbû jî 150 kes bûn. Hejmara kesên ku navê xwe di vê fastîvalê de tomar dikin jî hîn berdewam e,.

Hêjayî gotinê ye ku wê festîval Rojava li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê were lidarxistin û hemû pêkhateyên vê herêmê dikarin  bê şert û merc tevlî bibin.

Festîvala Rojava ya Çand û Hunerê salane tê li darxistin, îsal jî wê 14 rojan wê rojan berdewam bike. Wê roja yekem di demjimêr 11’ê sibehê de destpê bike û rojên din jî ji demjimêr 4’an heya 9’an bidome.

Bi giştî naveroka vê fefstîvalê û çalakiyên ku werin lidarxistin jî wiha ne:

Panelek li ser sedema pirbûna yekîtiyên rewşenbîrî li Rojava, paneleke din li ser guhertina demografîk ya ku li Efrînê tê meşandin û wê hin panelên din jî di derbarê mijarê cuda bên lidarxistin.

HRRK’ê rojeke taybet ji bo şanoya zarokan veqetandiye û wê zarok şanoyan pêşkêş bikin.

Herwiha wê gekek semîner bên dayîn ji wan jî semînerek li ser kurdolojî ji aliyê Faris Usman ve were dayîn, wê du semîner li ser helbestên Seydayê Cegerxwîn werin dayîn û semînerek din li ser têgihiştina siyasî ji aliyê dektor Mihemed Mustefa ve were dayîn.

Di heman demê de hejmarek ji wênesazan jî di fastîvalê de beşdar bûne û wê pêşangeheke wêneyan jî were pêşandan.

Di festîval Rojava ya Çand û Hunerê de bi 10’an çîrok, helbest û piraniya cureyên wêjeyê hatine beşdarkirin û wê ev fastîval bi şevbuhêrkên wêjeyî, vegotina helbestan û sitranên foloklorî bi rê ve biçe.

Di dawiya festîvala Rojava ya Çand û Hunerê de jî wê xelata HRRK’ê ya afrîneriyê were dayîn û nirxê wê jî hezar dolarên Amrîkî ye. Xelata ku wê were dayîn têkiliya wê bi fastîvalê û kesên beşda re tune ye. Lê ev xelateke salane ye û ji aliyê HRRK’ê ve ji bona kesên ku xebateke herî bi nirx li Rojava kirbe, wê were dayîn.

Post Views: 99
ShareTweetPin

Herî Dawî

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin
ÇAND Û HUNER

Festîvala Sakîne Cansiz ya 12’emîn wê li Zurchê bê lidarxistin

17/06/2025
“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”
NÛÇE

“Em Sîmayên Nasnemeya Xwe Ji Rengên Rojava Xêz Dikin”

17/06/2025
Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike
JIN

Jin bi mîraseya li ser ava bûye, pêşengtiya civaka demokratîk dike

17/06/2025
‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’
NÛÇE

‘Ger Îran di hevdîtinan de bi ser nekeve wê şer berdewam be’

17/06/2025
‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’
ROJEV

‘Olîgarşiya Îranê di roja me ya îro de bi Îsraîlê re li ser Rojhilata Navîn ketiye nava şerekî hegemonîk’

17/06/2025
19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin
ÇAND Û HUNER

19’emîn Festîvala Jinan a Zîlan wê li Leverkusenê were lidarxistin

16/06/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.