Rojnameya Ronahî

‘Kampaniya Newroz ji bo xizmeta civakê ye’

 Ayşa Silêman/Qamişlo

Hevserokê Kampaniya Newroz Ciwan Şakir diyar kir ku kampaniya Newroz kar xwe ji destpêka sala 2018’an ve wek beşa navendî li bajarê Qamişlo dest pê kir û li tevahiya herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê belav bû. Herwiha da zanîn ku armanca kampaniyayê, peydakirina pêwîstiyên bingehîn ji bo gel e û xizmeta civakê ye.

Piştî destpêkirina kirîza Sûriyê, herwiha têkçûna nirxên lîreya Sûrî, buhayên tevahiya kelûpel û pêdiviyên jiyanê zêde bilind bû. Bi dirêjbûna temenê kirîza Sûriyê re rojbiroj rewşa gel ya aborî xerabtir bû. Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê piştî şoreşa Rojava û damezrandina Rêveberiya Xweser, ji bo alîkariya civakê di milê aborî de gelek piroje hatin pêkanîn. Yek ji projeyên ku ji bo alîkariya gel hat avakirin, kampaniya Newroz bû. Kampaniya Newroz di sala 2018’an de li bajarê Qamişlo hat avakirin û piştre li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê şaxên xwe belav kir. Di tevahiya navendên kampaniya Newroz de kelûpel bi buhayekî kêm li ser gel tê belavkirin.

Di derbarê kar û xebatên Kampaniya Newroz de hevserokê Kampaniyê, Ciwan Şakir ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Kampaniya Newroz

Ciwan Şakir diyar kir ku piştî dorpêckirin li ser Sûriyê bigiştî çêbû, Rêveberiya Xweser biryar da ku pêvajoya peydakirina pêdiviyên gel ji kelûpelan dest pê bike, li ser wê bingehê saziyên aleqadar hatin avakirin û wiha got: “Kelûpelên me yên bingehîn wek; şekir, zeyt, biqûliyat, birinc û çayê ye, li ser vî esasî deh sinif tên bikaranîn. Heya niha 21 markêt hatine vekirin û karê me berdewame, şaxê kampaniya Newroz  beşê şekir 9 navendin û market jî 21 navendin li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, ji Dêrikê heya Minbicê navendên me hene. Kampaniya Newroz dest bi kar kir da ku mitînkariyê têk bibe, li gorî şopandina me ji gel re û hevdîtina bi meclisan re, razîbûna ji bo karê kampaniyê heye, ya herî girîng qalîteya kelûpelan baş be, da ku zirar negihe tenduristiya gel. Du xalên bingehîn ya Kampaniya Newroz hene; yek jê kalîteya kelûpelan û ya duyem jî bi buhayeke kên dighêje gel. Herwiha ji bo rexne û pêşinyaran em herdem hazirin.”

Astengiyên Kampaniya Newroz

Hevserokê Kampaniya Newroz Ciwan Şakir di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Bandora vê Kampaniyê li bazarê hebû, herwiha kargeha zeytê vebûye, lê hîn jî piştgirî jê re divê, di heman demê de em berhemên çandiniyê jî digrin dest, bi hemû hewldanan em hewil didin her tiştê ku em bikartînin û ji gel re pêwîstin be, ji herêmê be, ji ber ku em rastî astengiya tên di milê peydakirina hin kelûpelan wekî şeker, bi taybet dema ku sînor tên girtin, ji ber ku şekir ji derveyî bajar tê û pêwîstiya gel gelekî pê heye,  her meh 10 hezar ton şekir tê xerckirin, em hewil didin ku  Newroz bibe rengek ji rengê  abûriya civakî, di heman demê de çi endamên ku tên bi mere kar dikin em perwedeya didin wan, her wiha her endamekî ku tê gel me hisab dike ku markêtên me yên xizmeta gel in, ne yên bazirganiyê ne, hêviya me ew e ku heger şaşîtiyên me di markêtên me de hebin bila gel ji me re bêjin û emê hewil bidin çareseriyê bikin, daxwaze me ewe ku di herêmên me de  kargeh vebin, da ku pêwistiya me bi derdor me nebe û her wiha kelûpelên me bi bihaneyeke arzantir were belavkirin.”