Rojnameya Ronahî

‘DI ROJA CÎHANÎ YA MAFÊ MIROVAN DE DAGIRKERIYA TIRK QIRKIRINA GELAN DIDOMÎNE’

Ayşa Silêman/ Qamşlo

Dewleta Tirk a dagirker siyaseta qirkirinê ya li dijî  gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne. Di dema ku cîhan Roja mafê mirovan bi şahiyan pêşwazî dike, dagirkeriya Tirk li dijî gelê herêmê sûcên dijmirovî pêk tîne. Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê Evîn Cumaa diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker tevahiya zagon û pîvanên mafê mirovan bin pê dike û divê li ser kiryarên ku dide meşandin bê darizandin

Li hemberî binpêkirina mafê mirovan li tevahiya cîhanê, di 10 Berfanbara sala 1948’an Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan ji aliyê Netweyên Yekbûyî ve hat ragehandin, herwiha ji bo prasatina mafê mirovan bi 10’an zagonên navneteweyî hatin spandin. Lê her ku cû hat êşkerekirin ku ev roj ji wateya xwe dûr ma û tevahiya hêzên desthilatar li dijî mafê mirovan binpêkirinan pêk tînin, tenê ev roj li ser kaxezan ma. Di salvegera Roja Cîhanê ya Mafê Mirovan de dewleta Tirk a dagirker li pêş çavên cîhanê êrişên xwe yên li dijî gelê kurd dewam dike û tevahiya zagonên parastina mafê mirovan binpê dike.

Di derbarê Roja Cîhanê mafê mirovan de rêvebera Komeleya Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê Evîn Cûmaa ji rojnameya me re axivî.

Evîn cûmaa diyar kir ku desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe mafê mirovan binpê dikin û wiha got: “Li Tirkiyê sîstema desthilatdar mafên mirovan binpê dike. Li dijî gel û dengê rastiyê qirkirina siyasî tê meşandin, çi kesî ku bi navê azadî , rûmet û biratiya gelan bang bike, ji aliyê desthilatdariyê ve tê ceza kirin. Dewleta Tirk a dagirker her dem dixwaze ziman, çand û sîstema xwe li ser gelan bide ferzkirin. Rêber Apo ji ber ku ji bo azadiyê têkoşînê dike dewleta Tirk a dagirker tecrîdeke giran li ser feriz dikin, herwiha çi kesê ku bi felsefeya Rêber Apo kar dike, ji aliyê dagirkeriyê ve tê cezakirin. Di dema niha de bi 100 hezaran çalakvan, siysetmedar û rewşenbîr di girtîgehên Tirkiyê de ne.”

 ‘Dgirkeriya Tirk li Efrînê guhertina demografî pêk tîne’

Evîn Cûmaa derbarê kiriyarên dagirkeriya Tirk li Efrînê wiha got: “Armanca bingehîn ya dewleta Tirk guhertina demografiya herêmê ye, piştî dagirkirina Efrîn û Serê Kaniya û girê Sipî, dagirkeriya Tirk bi 100 hezran kesên ji malbatên çeteyan  di malên kurdan de bi cih kirin, herwiha kesên ku ji bajarê xwe derneketin rastî işkence û revandinê hatin. Armanca Dagirkeriyê koçkirina gelê herêmê ye û pêkanîna projeya dagirkirina tevahiya herêmê ye. Dagirkeriya Tirk niha jî bi darê zorê penaberên Sûriya yê ji hundirê Tirkiyê  derbasî van cihên dagirkerî dike. Bi vê yekê jî sûcekî dijmirovî dike.”

‘Çareserkirina Siyasî Ji Tevahî Pirsgirêk Sûriya Yê Re’    

Rêvebera Komeleya Mafên Mirovan ya Herêma Cizîrê Evîn Cûmaa  di dawiya axaftinên xwe de wiha got: “Dewleta Tirk bi riya hin rêxistinan kamp û gundên mitîngeriyê ava dike û guhertina emografîk pêk tîne. Dema ku erdhej jî çêbû tu kesî alîkarî derbasî herêmên kurdan nekir û gelek hemwelatiyan canê xwe ji destdan, ev dirûtiya rêxistinên mafên mirovan nîşan dide. Ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê pêwîste Rêveberiya Xweser jî beşdarî civînên navneteweyî bibe , herwiha rê li ber êriş û kiryarên dagirkeriya Tirê bê kirin. Di vî warî de divê rêxistinên mafên mirovan bêdeng nemînin û bi erkê xwe yê exlaqî rabin. “