Rojnameya Ronahî

100 salên dewleta Tirk ên bi komkujiyan derbas bû

Dîroka qaşo 100 salî ya dewleta Tirk bi qirkirin û komkujiyan derbas bû. Di van komkujiyan de bi sed hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi sed hezaran hatin birîndarkirin û bi milyonan hatin sirgûnkirin.

Dîroka 100 salî ya dewleta Tirk bi qirkirin, komkujî û koçberkirina bi darê zorê derbas bû. Di navbera sala 1923 û 2023’an de bi dehan komkujî hatin kirin. Di van komkujiyan de bi sed hezaran mirov hatin qetilkirin, hatin birîndarkirin û sirgûnkirin. Li Kurdistanê bi hezaran gund û bajarok hatin xerakirin û şewitandin. Cih û warê Kurdan hatin guhertin. Ziman û çanda Kurdan hatin qedexekirin. Li Kurdistanê perwerdeya bi Tirkî li ser zarokên Kurdan hate ferzkirin û bi vî rengî polîtîkaya asîmîlasyonê hate meşandin.

Di dîroka qaşo 100 salî ya dewleta Tirk de komkujî û qirkirinên hatin kirin:

Komkujiya Zîlanê

Di 13’ê Tîrmeha 1930’î de li Geliyê Zîlan ê li navçeya Erdîşê ya Wanê 44 gund hatin şewitandin, zêdeyî 50 hezar mirov hatin qetilkirin. Li Geliyê Zîlan di serî de gundên Hasanabdal, Doluca, Şahbazar, Doğanci, Tendurek, Çakırbey, Yılanlık, Harhus, Babazeng, Kömür, Şor, Şorik, Mürşit, Mescitli, Karakilis, Kündük, Zorava, Aryutin, Hallacköy, Koşköprü, Kuruçem, Mülk, Yekmal, Kilise, Gosk, Aşağı Partaş, Yukarı Partaş, Binesi, Bunizi, Pelexlu, Kerx, Sögütlü, Mığare, Kardoğan, Kelle, Hostekar, Suvarköy, Kızılkilise, Ziyaret, Hiraşen, Komik, Şeytanava, Birhan û Yukarı Koşköprü 44 gund hatin şewitandin. Mirovên ku ji qirkirinê rizgar bûn hatin sirgûnkirin. Heywan û malên din ên gundiyan hatin desteserkirin.

Bûyerên ku li Geliyê Zîlan qewimîn di 16’ê Tîrmeha 1930’î de li rojnameya nîv fermî ya dewletê li Rojnameya Cûmhûriyetê bi vî rengî hate weşandin: “Li quntara Agiriyê gundiyên eşqiya vehewand bi temamî hatin şewitandin û xelkê wê sewqî Erdîşê hate kirin. Hejmara eşqiyayên di tevgera Zîlanê de hatin îmhakirin zêdeyî 15 hezar kes bûn. Geliyê Zîlan bi cesedan tijî bû.”

Serokwezîrê wê demê Îsmet Înonu jî di 31’ê Tebaxa 1930’î de li rojnameya Mîlliyetê gotibû, “Li vî welatî tenê mafê neteweya Tirk heye ku daxwaza mafên xwe yên etnîkî û nijadî bike. Mafê kesekî din nîne. Yên ku bi propagandayên derewîn xapiyane û rêya xwe şaş kirine Tirkên Rojhilatî ne.”

Komkujiya Dersimê

Dersim ku serînetewandin, azadî û serxwebûn ji xwe re kir şêweyeke jiyanê, ji Împaratoriya Osmanî heta bi Komara Tirkiyeyê weke cografyayeke welê hate dîtin ku divê ‘operasyon’ lê bê kirin. Hejmara êrîşên leşkerî yên li ser Dersimê nayê zanîn.

Di salên 1937-1938’an de li Dersimê komkujiyeke Kurdan hate kirin ku beriya niha mînaka wê nehatibû dîtin. Li gorî daneyên fermî yên dewletê di Komkujiya Dersimê de 13 hezar û 160 kes hatin qetilkirin. Her wiha 11 hezar û 818 kes jî ber bi bajarên Tirk ve hatin sirgûnkirin. Halbûkî li gorî çavkaniyên xwecihî jin û zarok jî di nav de di vê qirkirinê de 70 hezar mirov hatin qetilkirin. Di dema komkujiyê de bi deh hezaran Dersimî hatin sirgûnkirin, zaorkên wan hatin revandin. Dersîmî aqûbeta zarokên bi saxî filitîn û hatin revandin qet nekarîn hîn bibin. Ji keçên winda yên Dersimê qet agahî nehate wergirtin. Seyîd Riza û hevrêyên wî di 15’ê Mijdara 1937’an de hatin darvekirin û cihê gorên wan ji aliyê dewleta Tirk ve têne veşartin. Her wiha belgeyên têkildarî zarokên hatin revandin û keçên winda yên Dersimê nehatin eşkerekirin.

Komkujiya Zînî Gedîgî

Di 6’ê Tebaxa 1938’an de li gundekî çiyayî yê li pêşberî Mûnzûrê yê Erzînganê, 95 gundiyên ji Sûrbahan û gundên derdorê hatin komkirin li Zînî Gedîgî bi gulereşandinê hatin qetilkirin. Gorek ji bo 95 kesan nehate çêkirin, li çiyê hestiyên wan heliyan. Demeke dirêj çûyîna li herêma Zînî Gedîgî hate qedexekirin. Malbatên wan ên mayî jî neçar hatin hiştin ku gundê xwe vala bikin. Gundî ber bi Balikesîr, Edîrne û gelek bajarên din ên Tirkan hatin sirgûnkirin.

Bûyera 33 Gule

Di sala 1943’an de li navçeya Qelqelî ya Wanê 33 kes bi fermana Fermandarê Artêşa 3’emîn a Tirk Orgeneral Mûstafa Mûglali hatin qetilkirin. Ev bûyer bû yek ji bûyerên herî mezin ên kuştina bêdaraz a dîroka komarê.

Komkujiya Mereşê

Di êrîşên sala 1978’an ên li Mereşê de li gorî daneyên fermî 111 kesan jiyana xwe ji dest dan, li gorî daneyên nefermî zêdeyî 500 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes birîndar bûn. 210 xanî û 70 kargeh hatin xerakirin.

Komkujiya Licê

Li navçeya Licê ya Amedê di 22’ê Cotmeha 1993’an de 16 kes hatin qetilkirin, bi sedan kes neçarî koçberiyê hatin hiştin. Nêzî 800 xanî û kargeh hatin şewitandin.

Komkujiya Geverê

Li navçeya Qilaban a Şirnexê gundên Gever û Bêsûkê di sala 1994’an de ji aliyê balafirên Tirk ve hatin bombekirin. Di encama bombardûmanê de 38 kesan jiyana xwe ji dest dan, 41 kes jî birîndar bûn.

Komkujiya Basayê

Leşkerên Tirk 15’ê Çileya 1996’an li navçeay Basa ya Şirnexê gule li mînîbusekê reşand û 11 gundî qetil kir, piştre jî şewitand.

Komkujiya Roboskî

Li gundê Roboskî yê navçeya Qilaban a Şirnexê di encama bombardûmana balafirên şer ên Tirk de 34 kes hatin qetilkirin ku 17 ji wan zarok bûn.

Komkujiyên Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê

Di sala 2015’an de li Cizîra Botan, Amed/Sûr, Nisêbîn, Gever û gelek bajarên din bi hezaran Kurd hatin qetilkirin, bi hezaran jî birîndar bûn. Ev bajar ji aliyê dewleta Tirk ve hatin xerakirin û şewitandin.