Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Berfirehbûna Pêngavê û Bikaranîna Têgînan

10/12/2023
in Uncategorized
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Erdogan Altan

Me di gotara xwe ya hefteya bihorî de li ser wate û çima bi taybetî Kurd û dostên Kurdan dirûşmeya “Mifteya Çareseriyê Li Îmraliyê ye” û meşa Gemlikê ya 18’ê Mijdarê kiribû. Di esas de mebesta me ji wê gotarê ew bû ku dirûşmeyên ku derdikevin an jî têgehên ku gelê Kurd û dostên wan bikar tînin wisa ne vala vala ye bû. Ji ber vê yekî jî wek e berdewama wê gotarî niha jî em dixwazin bi berfirehbûna “Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî, Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” re têgehên berê dihatin bikaranîn çiqas teng maye raber bikin.

Ji ber ku divê mirov bi hêza têgînan bawer bike. Lewra têgînek dibe sedem însan rabin ser piyan, carina jî dibe sedem serhildan bitepise an jî plansaziya daniye pêşiya xwe asteng bike. Ji ber vê yekî divê mirov têgînan bi baldarî hilbijêre û bi kar bîne.

Ez vê yekî çima dibêjim; ji ber dem dem li ser tora civakî ku bi dostên gelê Kurd yên ji xelqên cuda cuda, ji Ewropa herî zêde di organîzeyên “Pêngava Ji Rêber Apo re Azadî Ji Pirsgirêka Kurd re Çareserî” de cih digirin diaxivim, min bixwe têgeha “Rêberê Gelê Kurd” bi kar tanî. Ez bawerim bala wan kişandiye ev têgeh, bi awayek hêrs nîqaşa “Hûn çima dibêjin Rêberê Gelê Kurd? Ma em li vir çi ne, fikirê Rêber Apo ji bo me ye jî, em ne Kurd in, lê em hewil didin ew fikir û ramanên Rêber Apo li gor erdnigarî û çanda welatên cuda cuda bidin rûnişkandin. Ji bo vê yekî qusurê nenêrin ne tenê Rêberê Kurdan e, Rêberê her aliyên ku ramanên wî ecibandiye ye jî.” Ev dostên gelê Kurd ku di axaftina xwe de zêdetir xwe wekî dostên Rêber Apo dihesibînin, heman rexneyê li têgehên ku dezgehên Ragihandina Azadî bi kar tînin jî dikin. Dibêjin; “Çawa Rêber Apo rêberê civakên Ereb, Fars, Tirk, Elmanî, Frensî û hwd be gerîlayên Apoyî jî gerîlayên van civakan e. Lewra di nava gerîlayên Apoyî de ji her derê cîhanê, civakan, ol û bawerî hene. Ji bo wê ragihandina azad çawa divê ji bo Rêber Apo nikare bibêje ‘Rêberê Gelê Kurd’ wisa nikare peyva ‘gerîlayên Kurd’ jî bi kar bîne.”

Bi rastî ez wek e rojnamevaneke Kurd li hember bertekên wan matmayî mam û min nikaribû bersivekî jî bidim. Ji bo wê jî pêşniyara min ji edîtor û midurên nûçeyan ên Ragihandina Azad re ew e ku hûn bin li ser bikaranîna bi taybet van têgînan lêhûrbûn bikin û zimanê xwe biguherînin, nexwe hûn ji rexne û bertekên dostên gelê Kurd û Rêber Apo xilas nabin…

Ji ber ku êdî her kes ketiye ferqê ku tecrîda li ser Rêber Apo tê meşandin tenê Rêber Apo di warê fizîkî de nehatiye tecrîdkirin, yê li wir hatiye tecrîdkirin ne Rêber Apo ye, îradeya gelê Kurd e, îradeya gelên bindest û mêtingeh e. Jixwe armanca esasî ya tecrîdê jî ew e ku di nava Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de gelan bêyî perspektîf bihêle ye. Em bala xwe bidinê, di pêvajoya şerê herî dijwar de hemû peywendiyên li gel Rêber Apo hat qutkirin, nehiştin ku peyamekê jî ji bo cîhanê ragihîne. Li ser vî esasî jî dixwazin di Şerê Cîhanê yê Sêyemîn de hemû Kurdan û gelên cîhanê bixin bin serweriya xwe. Ji ber vê yekê jî hem gelê Kurd, hem dostên Rêber Apo li beramberê pêvajoya çalakgeriyê bi ruhê pêngavê nêz dibin, ji ber vê yekî ye li hember bikaranîna têgehan an jî nêzîkatiyên ku pêngavê paşde bikşîne ewqas hesas nêzik dibin. Ez bawerim ew jî mafê wan ê herî xwezayî ye.

Post Views: 72
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.