Friday, May 9, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Êzidiyên Efrînê piştî 6 salan çûn Laleşa Nûranî

06/12/2023
in Uncategorized
A A
Êzidiyên Efrînê piştî 6 salan çûn Laleşa Nûranî
Share on FacebookShare on Twitter

Gulê Cefer ku çûye Laleşa Nûranî dibêje: “Laleşa Nûranî cihê hebûn û dîroka me ye û em ê heca xwe ruxmî hemû astengiyan bi merasîm û rêûresmên olî bikin.”

Êzidî salê carekê heca xwe li Laleşa Nûranî dikin, weke nirxek pîroz tê dîtin. Ev hec 7 rojan bi merasîm û rêûresmên olî berdewam dike. Her sal Êzidî ji her deverê li hev dicivin û berê xwe didin Laleşa Nûranî ji bo ku heca xwe bikin û bi vê yekê parastina adet û kevnşopiyên xwe dikin. Piştî 6 salan ji aliyê dewleta Tirk ve dagirkirina Efrînê, Êzidiyên Efrînê yên ku li kantona Şehbayê dijîn ruxmî hemû astengiyan hewl dan berê xwe bidin Laleşa Nûranî û heca xwe piştî 6 salan carek din bikin. 20 kesan ji Şehbayê û Helebê berê xwe dan Şengalê û heca xwe kirin.

Der barê çûyîna Êzidiyan ber bi Laleşa Nûranî ve û rêbazên pêkanîna heca xwe de Gulê Cefer a bi xwe jî çûbû hecê axivî û got: “Wek Êzidiyên Efrînê me moral girt û em bi hêvî ne cejna Cimahiyê ya Êzidiyan bibe cejnek aştî û mirovahiyê û bi çûyîna me ji Laleşa Nûranî re me daxwaz kir ku cih û warên me yên dagirkirî bên rizgarkirin.”

Ji ber êrişên dagirkeriyê 6 sal neçûn Laleşê

Gulê Cefer di destpêka gotinên xwe de bal kişand ser ziyareta xwe ji bo Laleşa Nûranî li Şengalê û got: “Piştî koçberbûna me ya ji Efrînê, em nikaribûn berê xwe bidin Laleşa Nûranî û heca xwe bikin ji ber zehmetiyên jiyanî û astengiyên ku di koçberiyê de dihatin jiyîn. Li kêleka wê rê ji bo derbaskirina me ji aliyê cihên eleqedar ve nedihatin vekirin. Lê îsal û ruxmî hemû astengiyan em dikaribûn heca xwe bikin. Diviyabû ku her sal em heca xwe bikin û merasîmên xwe li dar bixin lê ji ber rê tunebû, 6 sal bûn em nikaribûn biçin Laleşa Nûranî. Ji Êzidiyên Efrînê 20 kes û ji aliyê herêma Cizîrê jî 83 kes di nav de jin û mêr em derbasî Şengalê bûn ji bo ku heca xwe bikin. Li ser rê hin astengî hatin jiyîn û nehiştin em derbasî Şengalê bibin lê piştî îsrara me em derbas bûn û gel bi şans bû ku îsal me heca xwe kir. Çûyîna me ya Laleşa Nûranî moralek mezin da me bi taybetî ji bo me koçberên Efrînê.”

‘Rêûresm û merasîmên olî hatin kirin’

Di nav gotinên xwe de Gulê Cefer destnîşan kir ku Laleşa Nûranî cihek dîrokî û pîroz e ji wan re her wiha merasîmên ku di Laleşa Nûranî de pêk anîne şîrove kir û wiha pê de çû:

“Laleşa Nûranî cihê hebûn û dîroka me ye, ew cihekî gelek pîroz e. Laleş tê wateya perestgeha yekemîn a mîr û melekan. Li gel baweriya Êzidiyan di Laleşa Nûranî de merasîm ji 7 rojan pêk tê. Tê de lavayên cur bi cur tên gotin, beriya ku roj derkeve lava tên gotin her wiha merasîma lavayên piştî derketina rojê jî tê vegotin. Rojane merasîm rêûresma olî tên çêkirin. Ev rêûresm gelek bi nirx û pîroz in. Her wiha rêûresma çêkirina xwarina Simat dihat çêkirin, Simat jî bi sê rengan dihat amadekirin, yek qurbanî dikirin û xwarin çêdikirin, yên din jî xwarina Kutayî bi du rengan amade dikin û dixwin. Rêûresma periyan jî dihat çêkirin ku rengê melekan temsîl dike.”

‘Ez hêvî dikim ku warê me were rizgarkirin’

Gulê Cefer di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku bi derbasbûna ji Laleşa Nûranî re hêvî û daxwazên xwe anîne ziman û got: “Ziyaretkirina Laleşa Nûranî ziyaretek pîroz e ji ber ku ew cihê xwedewandên me ye. Gorên xwedewandên me yên Fexir Dîn, Şems Dîn û Nasir Dîn di Laleşa Nûranî de hene û em moral ji wan digrin. Di hundirê Laleşa Nûranî de em cejna xwe dikin û Êzidî ji her deverê li wir kom dibin. Îsal yekem car hejmarek gelek mezin ji Êzidiyan kom bibûn û heca xwe dikirin. Mirov ji vê kombûnê hêz û moral digre. Wek Êzidiyên Efrînê me moral girt û em bi hêvî ne cejna Cimahiyê ya Êzidiyan bibe cejnek aştî û mirovahiyê û bi çûyîna me ji Laleşa Nûranî re me daxwaz kir ku cih û warên me yên dagirkirî bên rizgarkirin.”

Post Views: 40
ShareTweetPin

Herî Dawî

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist
NÛÇE

PKK: Li ser bingeha banga Rêber Apo me ev kongre lidarxist

09/05/2025
HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist
NÛÇE

HRRK komxebata nirxandina li ser konferansa Yekrêzîya Kurdi lidarxist

08/05/2025
Kanê pêngav li ku ma?
POLÎTÎKA

Kanê pêngav li ku ma?

08/05/2025
Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin
NÛÇE

Jinên ciwan li dijî tundiya li ser jinan semînerek li dar xistin

08/05/2025
Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve
JIN

Tekez wê têkoşîna gelan bi serkeve

08/05/2025
Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê
NÛÇE

Li Bajarê Dêrikê Pêşbirka Bazdanê

08/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.