Rojnameya Ronahî

‘Bi vîn û berxwedaniya gel wê dorpêç têk biçe’

 Ayşa Silêman/ Qamişlo

Li Herêma Şehbayê ji ber dorpêça hikumeta Şamê cereke din jiyan rawestiya ye. Endamê Kombenda Efrîn a Civakî Xelîl Mihemed diyar kir ku ev nêzî 6 sala ne ku  dorpêça hikumeta Şamê li ser gelê Efrîn û Şehbayê berdewam dike, armanca dorpêçê jî şikandina vîn û hêviyên gel e.

Efrên di sala 2018’an de piştî berxwedaniya 58 rojan ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hat dagirkirin, ji ber vê yekê bihezaran gelên Efrînê koçberî Şehbayê bûn, niha jî li Şehbayê ji hêla hikûmeta Şamê ve gelê Efrînê tê dorpêçkirin û di tevahiya aliyên jiyanê zehmetiyên mezin tên jiyankirin.

Di derbarê dorpêça li ser Şehbayê endamê  Kombenda Efrîn a Civakî  Xelîl Mihemde ji Rojnameya me re axivî.

 Xurtbûna yekîtiya Kurdan

Xelîl Mihemed diyar kir ku bi armanca valakirina herêma Şehbayê ji gelê kurd, ev nêzî 6 sala ne dorpêça li ser gelê Efrîn û Şehbayê berdewam e û wiha got: “Vê dorpêçkirinê bikar tînin  da ku vîna gel bişkînin û hêviya vegera gel li Efrînê têk bibin. Rizgarkirina Efrîn û vegera gel tenê bi berxwedanê pêkan e. Efrîn bi hevkariya hêzên navneteweyî hat dagirkirin, niha jî dixwazin dîmografiya Efrînê bugherînin. Dewleta Tirk a dagirker niha Filistîniyan tîne û wan li Efrînê bi cih dike, her wiha kurdên ku di Efrînê de mane jî gelek zexit li ser wan tê kirin, bi taybet dema  demsala çandiniyê  de baceyan li ser wan giran dikin, gava çinîna berhemên wan jî, ji sedî 75 çete ji xwe re dibin. Bi vî awayî dixwazin xelkê Efrînê yên resen ji wir derxînin. Bila dijmin baş bizanibe ku gelê Kurd ne ew gelê berê ye, yekîtiyeke Kurdan ya  mezin çêbûye, di heman demê de li Ewropayê û li her çar parçeyên Kurdistanê jî  yekîtiya Kurdan çêbûye, di dîrokê de tu carî kurd di aliyê şer de nehatine şikestin, herdem di milê siyasî de dihatin xapandin, lê niha siyasetmedar û rêberên kurdan çêbûne, êdî xapandina me zehmet bûye, ji ber vê yeke divê kurd baweriya wan bi wan hebe  da ku em bighin serkeftinê û Efrînê rizgar bikin.”

Mirov bi axa xwe serbilind e

Endamê Kombenda Efrîn a Civakî   Xelîl Mihemed dawî li axaftinên xwe anî û wiha got: “Em bêdengiya raya giştî şermezar dikin, herêma Şehba ku gelê Efrîn xwe lê bi cih kiriye ne ji dema niha de hatiye dorpêçkirin, lê ew ji beriya 6 salan ve di vê dorpêckirinê de ye. Hêzên desthilatar yên navneteweyî piştgiriya dagirkeriya Tirk dikin û destekê didin wan. Heta ku ev dorpêc were şikandin yekbûna me kurdaN pêwîste, ji nan û avê zêdetir kurd xwe bikin yek û mijara welatparêziyê  bidin pêşiya xwe, tu kes wê nikaribe vîn û hêza Kurdan bişkîne, niha ya herî pêwîst yekîtiyeke mezin ya kurdan were çêkirin, û di karên diplomasî de em xwe bighînin gerdonê, li hember vê dorpêçkirin meş û bangewazî werin çêkirin, ji ber ku gelên Efrînê gelekî welatparêze û bi axa, ziman û dîroka xwe ve girêdayî ye, ji ber vê yekê dixwazin wan tune bikin, dijmin tu tişt di Efrînê de nehiştin û hemû berhemên wê dizîn e,  heya bi  berhemên dîrokê jî birin, herwiha jîngeha wê jî xirakirin, darên wê jî dibirin û dixwazin zimanê Efrîniyan jî tune bikin, bi riya vekirina wan ji ofîsan re têde zimanê tirkî didin, hêviya min ew e ku gelên Efrîn, Serêkaniyê û Girêspî vegerin  ser axa xwe û bi azadî bijîn, ji ber ku gava mirov ji axa xwe derdikeve pê qîmet dimîne.