Rojnameya Ronahî

’Tedawiya xwezayî Çareya tevahî nexweşiyan e’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Navenda Nînîhorsax bi tedawiya xwezayî ji pirsgirkên civakê yên tendirustî re dibe çareserî.  Rêvebera Navenda Nînîhorsax Şêrîn Welat diyar kir ku bi riya tedawiyên xwezayî mirov her zindî dibe û got, armanca me vegerandina civakê li tedawiya xwezayî ye.

Ji kevnariya jiyanê ve her dem ên ku bi xwezayê re eleqedar dibin jin in. Bi destên jinan tov û xweza hatin kişifkirin û bi demê re ji xwezayê derman hatin çêkirin. Jinan bi destên xwe nexweşî derman dikirin. Ev taybetmendiya jinê ye ku heta niha jî derdikeve holê û dermanên xwezayî çêdikin û derdora xwe tedawî dikin. Li ser vê bingê jinan bi derfetên xwe ji bo pêşxistina tedawiya xwezayî di sala 2020’an de Navenda Nînîhorsax ya tedawiya xwezayê li bajarê Qamişlo vekirin.

Di derbarê Navenda Nînîhorsax ya tedawiyên xwezayî û desteka psîkolojîk rêvebera wê Şêrîn Welat û bijîşka jinan Olga Rûs ji rojnama me re axivîn.

Şêrîn Welat diyar kir ku wan li ser tedawiyên xwezayî gelek lêkolîn û lêgerîn kirin e  û wiha got: “Kar û xebatê me yên tedawiyên xwezayî di sala 2016`an de li herêma Efrînê hat destpêkirin. Li Efrînê li ser cureyên giya û sûdên wê ji bo tedawiyên xwezayî me gelek lêkolîn û lêgerîn kirin, ev lêkolîn kurahiya çavkaniya civaka xwezayî li welatê me nîşan da.Ji bo xwedêderketina li tedawiya xwezayî  pilanên me hebûn ku em pêmangeheke bijîşkaya xwezayî ava bikin, armanca me jî perwerdekirina mirovan li ser tedawiya xwezayî bû û naskirina biyolojiya laşê mirov, lê mixabin piştî dagirkirina Efrînê plana me pêk nehat. Armanca me ne tiştekî biçûk bû, lê ji ber kêm derfet, me xwe spart li ser derfetên heyî û bi hejmarek jin me navenda Nînîhorsax vekir. Herwiha dema kar û xebatên me yên tedawiyên xwezahî li bajarê Qamişlo hat destpêkirin, wê demê cihê me teng bû û zehmetî di aliyê kar û xebatê de dihatin kişandin, piştî demekê me cihê xwe guhert da ku em karibin xebatên xwe berfirehtir bikin, beşên wê li pêşbixin û perwerdeyan bidin.”

Beşên Navenda Nînîhorsax

Şêrîn Welat di berdewamiya axaftina xwe de balkişand ser beşên navendê û girîngiya her beşekî û wiha got: “Tevhiay beşên navenda tedawiyên xwedî girîngiyeke taybet in. Destpêkê di navendê de bijîşka enerjiyê, beşê mesaj û derûnî hebû, piştre gav bi gav me xwest karê xwe berfireh bikin. Amûrên ku em li ser xebatê dikin, amûra derxistina zeytê ye, bi wan zeytan mesajê ji bo tedawiyên nexweşiyan, estetîka por, pirsgirêkên laş û hwd bi kar tînin, ji sala 2022’an heya 2023’yan kar û xebat me di vê çarçûveyî dihat meşandin. Niha beşa jinan jî hatiye vekirin. Herwiha me peyman bi fêrkarê yuga re jî çêkiriye, ji bo ku beşê werzîşa yuga jî di navendê de bê vekirin.”

 ‘81 cûreyên tedawiyên xwezayî hene’

Şêrîn Welat da zanîn ku armanca wan ji vekirina navenda tedawiyên xwezayî, sûdwergirtina mirovan ji xwezayê li pêş keve û wiha got: “Armanca me ji vê xebatê ku mirovan vegerînin xwezayê. Herwiha mirov bighêje zanebûna ku xwe bi xwe tedawî bike. Xebatên me herî zêde li ser perwerdê ye ku mirovan di aliyê tedawiyên xwezayî de zane bikin. Gelek beşê tedawiyên xwezayî hene, dema ku dibêjin tedawiyên xwezayî mirov tenê di giyan dihizirin, giya yek beşê tedawiyên xwezayî ye, lê 81 cûreyên tedawiyên xwezayî hene, ji wan 81`an 51` ji holê hatine rakirin, ev jî ji ber zextên sîstemên desthilatdar e ku ji bo berjewendiyên xwe mirovan neçarî tedawiya kîmyawî dikin.”

‘Nînîhorsax xwedaya şîfa û zanînê ye’

Şêrîn Welat derbarê wateya navê navendê wiha got: “Nînîhorsax hekîma çiyayên jorîn e û yekem xwedaya şîfai û zanînê ye. Li gorî mîsyolojiya wê di navber Çiyayê Zagiros û Toros de beriya 5hezar sal B.z mirî zindî dikirin. Digotin piştî mirina mirov bi 72 demjimiêran nû ruh ji laş derdikeve, Nînîhorsax dikarîbû di wan 72`ê Seatan de ruhî mirov careke din zindî bike. wisa me navê navendê li ser navê wê kir, ji bo ku em karibin mîna wê bibin ronahiyek, herwiha heskirina tedawiya bi riya xwezayê, di civakê de ava bikin.”

 ‘Mirov ji bo xwe her zindî be’

Şêrîn Welat axaftina xwe wiha qedan: “Gelek caran deramnfiroş ji bo tedawiya xwe tên navendê dermanên xwezayî dibin, ji ber ku ew dizanin dermanên kîmyayî çiqas bandorkê neyênî li tenduristiya wan dike. Dermanfiroş ji bo berjewendiyên xwe yê madî tu carî rastiyê ji civakê re nabêjin. Lê em ji berjewndiyên civakê kar dikin. Em civak bi xwe ne. Civak çiqas xwe zane bike û pêşbixe ewqas berjewndiyê xwe diparêze. Di civaka xwezayî de dermanxane û bijîşk nebûn tenê tedawiyên xwezayî bûn. Civak heta ku zindî be divê li hemberî astengiyan hêviyan di xwe de ava bike.”

Di sala 2023’an de beşê tedawiya jinan hat aktîvkirin

Derbarê heman mijarê de pijîşka jinan Olga Rûs diyar kir ku di vê salê de wan di navendê de beşeke taybet ji bo jinan jî vekirû wiha got: “Ji bo alîkariya jinan me îsal beşek taybet ji bû nexweşiyên jinan jî vekir. Hin amûrên pêwîst jî me anîn. Banga min ji bû jinan ew e ku di derbarê pirsgirêkên bijîşkî ku bi we re derbas dibin, serdana navenda me bikin, da ku em bi wan re bibin alîkar, herwiha em derbarê tendiristiya wan de perwerdeyê bidin wan.”