Rojnameya Ronahî

‘Abdullah Ocalan bûye çavkaniya hêviyê ya gelan’

Aktîvîstê Belçîkî Dîego del Norte daxwaza azadiya Abdullah Ocalan kir û got, “Fikrên Abdullah Ocalan ne tenê ji bo Kurdan, her wiha ji bo tevahiya mirovahiyê bûye çavkaniya sûdwergirtinê.”

Ji bo pêngava ‘Azadî ji Rêber Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ ku 10’ê Cotmehê li 74 navendên cîhanê bi daxuyaniyeke hevpar destpê kir, piştgiriya beşên cuda yên civakî yên li qada navneteweyî dewam dike.

Ji tevgerên civakî yên li Belçîkayê aktîvîst Dîego del Norte ji ANF’ê re axivî û got, paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo lêgerînerên cîhaneke nû bûye çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Dîego del Norte destnîşan kir ku kampanya ji bo azadiya Abdullah Ocalan destpê kiriye girîng e û divê xwedî lê bê derketin.

‘Abdullah Ocalan ji bo gelên cîhanê bûye çavkankiya sûdwergirtinê’

Aktîvîst Del Norte got, “Ji deverên cuda yên cîhanê, mînak mirovên li Hindistan, Fîlîpîn, Kolombiya, ji herêmên cuda yên Ewropayê paradîgmaya Konfederalîzma Demokratîk a Abdullah Ocalan weke bîrdoziya sûdwergirtinê dibînin” û wiha dewam kir:”Bi dîtina min, paradîgmaya Abdullah Ocalan gelekî wêrek û çavkaniya sûdwergirtinê ye ku nîşanî me dide, em bi pirsgirêkên bi heman rengî re rû bi rû ne. Gelek ji me dixwaze ku ji rêbazên kevneşop ên hînî me hatiye kirin wêdetir, bi rê û rêbazên cuda yên birêxistinkirina civakê tevbigerin. Bi taybetî mijarên netewe dewlet, sînor, nasnameyên cuda yên dema dawî timî dikevin rojevê gelekî girîng in. Li hemberî van pirsgirêkên ku em pê re rû bi rû ne paradîgmaya Abdullah Ocalan rêya rizgariyê nîşan dide.”

‘Divê em ji bo azadiya wî têbikoşın’

Aktîvîst Del Norte işaret bi girîngiya pêngava ‘Azadî ji Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ kir ku 10’ê Cotmehê destpê kir û got, “Gelê Kurd û lîderê PKK’ê Abdullah Ocalan mîna gelek şoreşgerên di dîrokê de li zexteke giran û tecrîdê rast tê. Abdullah Ocalan zêdeyî 20 sal in di nava şert û mercên îllegal û derveyî mirovahiyê de tê hiştin ku divê dawî li vê yekê bê anîn.”

Del Norte destnîşan kir ku ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê li her derê têkoşîn bê meşandin û got, “Ocalan ji bo mirovên li çar aliyên cîhanê di nava têkoşîna avakirina cîhaneke nû de ne, dibe çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Divê em daxwaza azadiya Ocalan bikin. Her wiha xwendina berhem û fikrên Ocalan wê bi kêrî me bê. Abdullah Ocalan di heman demê de nivîskarekî hilberîner e ku têkildarî dema heyî xwedî fikrên kûr e.”

Herwiha girêdayî rewşa Rêbetiyê û piştî Erdheja Gemlîkê KCDK-E:Got ku fikarên me yên li ser Îmraliyê derxist asta herî jor

KCDK-E’yê ragihand ku piştî erdheja bi pileya 5,1 a li Gemlîkê fikarên li ser rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derketiye asta herî jor.

KCDK-E’yê bi bîr xist ku piştî erdheja Gemlîkê 13 erdhejên herî mezin bi pileya 4,5 pêk hatin û wiha got: “Tu xeberek ji Rêber Apo ku li Îmraliyê di bin tecrîda girankirî ya faşîzma AKP-MHP’ê de dîl tê girtin, nîne. Ji bo tecrîda hatiye ferzkirin jî nikarin perdeyekî qanûnî çêbikin. Rêber Apo 24 sal in di bin şert û mercên giran ên tecrîdê de tên ragirtin, bi nexweşiyên kronîk ketiye û em tu agahiyê jê nagirin. Ji ber vê erdhejê fikarên me îro zêdetir bûye.”

Daxuyaniyê wiha dewam kir:

“Dewleta Tirk a faşîst têkildarî rewşa tenduristî û jiyana Rêber Apo tu agahiyê nedaye û bi mehane nahêle parêzer û malbata Rêber Apo pê re hevdîtinê bikin. Em vê pergala tecrîdê ya ku li dijî rêgezên edalet û hiqûqa navneteweyî ye şermezar dikin û bang li hemû saziyên navneteweyî yên berpirsyar dikin ku erka xwe pêk bînin.

Daxuyaniyên Şaredarê Bajarê Mezin ê Bûrsayê yên der barê erdheja îro de ne zelal e. Ji Rêber Apo agahî negirtin û nehiştina hevdîtina bi parêzer û malbatê re fikarên me yên der barê jiyana wî de zêdetir kiriye.

Gelê Kurd Rêber Apo weke pêşeroj û xeta xwe ya sor dibîne. Daxwaz dike ku bêyî hincet bi Rêber Apo re demildest hevdîtin bên destpêkirin. Divê demildest hevdîtina parêzer û malbatên wan bê kirin. Divê demildest pergala faşîst a ku tecrîd û îşkenceyê bi salan e dimeşîne, bi dawî bibe.

Bi cezayên displînê yên domdar û bêhiqûqiyan tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo tê nixumandin. Li dijî vê pergala giran a tecrîdê û nenaskirina wê, erka me ya sereke ye. Beriya her tiştî divê hemû saziyên me, gelê me û dostên me ji bo şikandina tecrîdê seferber bibin û pêl bi pêl pêngavê berfireh bikin.

Hewldanên ji bo tecrîdkirina Têkoşîna Azadiyê ya gelê Kurd û vîna Kurdan a di şexsê Rêber Apo de hatiye nîşandan, wê bê encam bimîne. Gelê Kurd wê teqez bi Rêbertiya azad bi ser bikeve.

Weke KCDK-E em bi boneya erdheja îro careke din daxwaz dikin ku li ser jiyan û rewşa Rêber Apo agahiyan werbigirin û bêyî ku kêliyekê jî winda bikin em li ku bin bila bibin bertekên xwe nîşan bidin.”