Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

212 sazî û kesayetan ji bo Silêman Ehmed  bang kirin

05/12/2023
in NÛÇE
A A
212 sazî û kesayetan ji bo Silêman Ehmed  bang kirin
Share on FacebookShare on Twitter

Ji bo Silêman Ehmed ê ji aliyê PDK’ê ve hate revandin û 42 roj in agahî jê nayê wergirtin 212 kesayet û saziyên li Başûrê Kurdistanê bang kirin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnewsê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin û ev 42 rojin agahî jê nayê girtin.

Ji bo azadiya rojnamevan Silêman Ehmed ji 212 kesayet, rojnamevan, rêxistin, parlamenterên berê, çalakvan, parêzer û mamosteyên zanîngehê banga lezgîn hate kirin ku di demeke zû de Silêman Ehmed bê berdan.

Banga ji bo raya giştî hatî weşandin, wiha ye:

Ji bo raya giştî:

“Zêdetirî meheke rojnamevan Silêman Ehmed ku edîtorê beşa erebî ya ajansa Rojnewsê ye, ji aliyê asayîşa Dihokê ve hatiye revandin û winda ye.

Di nava meha borî de tevî hemû hewldanên ji bo azadiya rojnamevan ên ajansa Rojnews, Kompanyaya Çetir, 10 caran tîma parêzerên Silêman Ehmed hewldan dosyaya Silêman bibînin û raste rast Silêman bibînin. Lê asayîşa Dihokê rê neda.

Heya niha rê nehatiye dayîn ku ti parêzer wekaleta Silêman Ehmed bigire û li ser dosyaya wî kar bikin. Ev jî binpêkirinek berçave. Em weke rojnamevan, mamosta, çalakvan, parêzer, kesayet û azadîxwazan dibêjin, ya ku li beramberî rojnamevan Silêman tê kirin, senaryoyek dubare ya desthilatê ye û dixwaze mîna Şêrwan Şêrwanî û girtiyên din yên Behdînanê, Silêman jî bi tometên bê bingeh ceza bike û bixe girtîgehê.

Ji bo vê, erkê hemû rojnamevan, azadîxwaz, rêxistinên navxweyî û navnetewî yên mafên mirovan ew e ku vê danûstandina desthilatê ya li beramberî rojnamevanan qebûl nekin. Ji ber ku ev yek di dema pêş de Herêma Kurdistanê ber bi pêşerojek tarî ve dibe.

Silêman Ehmed bê suce, li ser karê xwe yê rojnamevaniyê hatiye revandin û windakirin. Ewlekarî û jiyana Silêman di berpirsyartiya asayîşa Dihok û desthilatdarên Herêma Kurdistanê deye. Ji bo vê pêwîste demek ji ya din zûtir Silêman Ehmed were berdan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin
JIN

Li Rojhilat û Îranê di mehekê de 12 jin û du zarok hatin qetilkirin

24/07/2026
Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.