Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Revandina Silêman Ehmed binpêkirina mafê Rojnemegeriyê ye’

05/12/2023
in ROJEV
A A
‘Revandina Silêman Ehmed binpêkirina mafê Rojnemegeriyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

42 roj di ser revandina rojnemevan Silêman Ehmed re derbas din û heta niha tu agahî jê nayên girtin. Rojnemevanên bakur û rojhilatê Sûriyî revandina Rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve bi şermezar kirin û banga azadiya wî kirin.

Edîtorê beşa Erebî ya ajansa Rojnews`ê Silêman Ehmed roja 1’ê Cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25’ê Cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê PDK’ê ve hat revandin û ev 42 rojin agahî jê nayê girtin. Hefteyek piştî windabûna Silêman Ehmed, asayîşa PDK’ê ya Dihokê bi daxuyaniyek  tejî berovajîkirin û nerast got ku qaşo revandina rojnamevan Silêman Ehmed ‘ne ji ber karên wî yên rojnamevaniye’ û bi eşkere gefa cezakirinê li rojnamevan Silêman kirin û îtiraf kirin ku wî revandine. Li hemberî ravendaina Silêman Ehmed hilwestên nerazîbûnê roj bi roj zêdetirt dibin.

Derbarê revandina rojnemevan Silêman Ehmed ji aliyê PDK`ê ve, rojnemevan Zinar Cefer û serkeft Hisên ji rojnemeya me re axivîn.

Zinar Cehfer diyar kir ku roja 25’ê Cotmehê rojnamevan Silêman Ehmed ji Rojava derbasî Başûrê Kurdistanê dibû, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat girtin û windakirin û wiha got: “Li gel ku têkiliyên malbatê, ji dema ku Silêman Ehmed ji deriyê Pêşxabûr ket hundirê Başûr şûnve qut bû, lê li ser wê jî PDK hetanî 6 rojan bêdeng ma. Hikûmeta herêma Kurdistanê û hêzên PDK’ê jî dizanin ku Silêman Ehmed rojnemevane û 5 salin jî li Silêmaniyê, edîtoriya Rojnews’ê ya beşa Erebî dike. Her wiha bertek û helwestên dijî revandina Silêman Ehmed zêde dibin. Dîsa guman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed  jî zêde dibin. Lê hîna ji bilî daxuyaniyek tije derew a PDK’ê, tiştek din ji aliyê hikûmeta Herêmê ve di derbarê rewşa Rojnamevan Silêman Ehmed de nehatiye ragihandin.”

‘Em xiyaneta PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin’

Rojnemevan Zinar Cefer axaftina xwe wiha qedand: “Silêman Ehmed bê suce, li ser karê xwe yê rojnamevaniyê hatiye revandin û windakirin. Ewlekarî û jiyana Silêman di berpirsyartiya desthilatdarên Herêma Kurdistanê de ye. Ji bo vê pêwîste rojnemevan Silêman Ehmed were berdan. Em tometbariyên nerast yên Asayîşa Duhokê ya PDK’ê bi tundî red dikin û şermezar dikin. Em daxwaz dikin ku aqûbeta Silêman Ehmed di zûtirîn dem de were eşkerekirin û berdan. Ji ber ku diyare ku PDK’ê rûyê rastiyê vedişêre. Bi yek hevokê mirov dikare bibêje ku rojnamevan li gorî daxwaza PDK’ê tevnagerin ji bo wê tên hedefgirtin û revandin. Ji ber vê her roj li Başûr Kurdistan rojnameger ji ber xebatên xwe yên rojnamegeriyê tên revandin.”

‘Azadî ji bo rojnemevan Silêman Ehmed’

Di heman çarçoveyê de Rojnemevan Serkeft Hisên da zanîn ku bi ti awayî nayê qebûlkirin ku li Herêma Kurdistanê rojnamevan berdewam bi her cûre gef û êrişan re rû bi rû bimînin û wiha domand: “Ji binçavkirinên ne yasayî heta êşkence û êrişên fîzîkî. Divê rayedarên Herêmê rê bidin rojnamevanan karê rojnamevaniyê bi awayekî azad û bê tirs bikin, her wiha ku ev revandina Rojnemevan Silêman ji aliyê hêzên ewlekarîya Herêma Kurdistana Îraqê ne rast in û neqanûnî ye. Ev yek ji bo me cihê xemgîniyê ye. ku rojnamevan Silêman Ehmed li ser xebatên xwe werin girtin. Dikarin li hemberî rojnamevanan rêkarên yasayî werin pêkanîn. Em wekî rojnemevan vê revandina ku ji aliyê PDK`ê ve li ser rojnemevan Silêman Ehmed em şermezar dikin û azadî ji bo rojnemevan Silêman Ehmed û ji bo hemî rojnemevanên ku hatina dîl girtin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.