Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zihniyetên cêwî Receb û Netanyahu

03/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
1 Mijdarê, Kobanê ket rojeva Cîhanê
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Di Rojhilata Navîn de, du mejiyên mînak ên pêşengiyê ji qirkerî û dagirkeriya vê serdemê re dikin; Receb T.Erdogan û Binyamin Netanyahu ye.

Ji bo Bukalemonê tê gotin ku “xwe dixe gelek rengan”. Lê wisa diyar e rengên van dîktatorên Rojhilata Navîn, ji yên Bukolemûnê zêdetir û xetertir in. Çima? Ji ber ku dibe ew ajal, ji bo xwe ji êrîşên hinek ajalên xeternak biparêze rengên xwe diguheze, lê yên mîna Receb û Netanyahu, ne ji bo parastinê, berovajî, ji bo xapandinê û kuştinê xwe dixin her cûre rengan.

Ewqas rûyên wan gemar û reş bûne, ji bo xwe ji yên din hinek rûspîtir nîşan bidin, carcaran rexneyên hişk jî li hev dikin. Mînak; li ser vê komkujiya dawî ya li Xezzayê Receb, bi tundî êrîşî Netanyahu dike û wî kujer û “Qesabê Xezayê” nîşan dide.

Berê jî gelek caran rexneyên wisa tûj li hev dikirin. Receb digot “tu jin û zarok û sivilên Filistînî dikuje”, Netanyahu jî digot “tu jî heman kujeriyê li ser gelê Kurd dike” û hwd.

Ka berî Netanyahu, hema em çend gotinan raserî Recebê qatil/kujer bikin.

“Erê tu ji Netanyahu re dibêje ‘Qesabê Xezayê’, ma gelo ti cara tê jibîrkirin qirkereyi te ya li Kurdistanê, ma gelo ne tu ye ‘Qesabê KOBANÊ’, ‘Qesabê Efrînê, Serêkaniyê û Grêsipiyê’, ‘Qesabê Sûra Amedê, Cizîrê, Nisêbînê’ û hwd.”?

“Ma ew hevalbendiya te ya li gel qatilên Kurdan DAIŞ’ê û xayinên Kurdan HUDAPAR’ê, Malbata Berzaniyan û bi saya wan êrîşkirina ser Şingalê û Mexmûrê û hwd.tê jibîrkirin”?

”Ma tê jibîrkirin, ew gotinên ku te digot ‘jin be jî, zarok be jî û hwd.(ki dibe bila bibe bikujin)”? Her wiha, “ma yên ku êrîş dike ser mizgeftan, dêran û malên Êzîdiyan û Elewîyan û hemûyan hildiweşîne, ne froke û arteş û çeteyên te ne”?

Îca, tu dixwaze bi wan gotinên ku tu ji Netanyahu re dibêje, xwe pak û bêguneh bide nîşandan! Ne xêr, ewqas destê te ketiye xwîna gelên Kurdistanê û ew rûyê te ewqas reş û tije qirêj bûye, êdî ti gotin û ti dermanê te nikare te paqij bike.

Belê berxwedan û dadigehên gelan, dikirin cezayê te bide te.

Her wiha, tu dibeje “Netanyahu, ne tu tenê belê yên destekê didin te jî hevparê gunehên te ne û hûn ê bi hevre bi vê rûreşiyê bikevin dîrokê”. Ev gotin, bi temamî ji bo te jî rast e, hema li gel navê Netanyahu, Receb jî binivîsine, her wiha bi hev re hûn diçin sergoyê dîrokê!

Di heman dema van gotinan ji bo Netanyahu re digot de, geştiyên Burak Erdogan ê kurê Receb, li peravên Tel Avîvê rawestiya bûn!

De fermo Receb, ka gelo tu yê çawa li dîrokê were nivîsandin?

Gotinek bapîrê te heye, dibêje “beroşekê ji beroşa din re gotiye ‘binê te reş bûye’, wê jî lê vegerandiye û gotiye ‘wele binê te ji yê min reştir e’!”

Ev gotin, tam li bejna te tê û tu wisa diçe sergoyê dîrokê!

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.