Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dayê Meqbûle xwedawenda hemdem a Kurdistanê ye

03/12/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Zozan Cizîrî

Dayîk, serwera civakê ne, domdara kevneşopiya nirxên dîrokî yên xwedawendiyê ne, dibistana zanista civakî ne. Ew xwedawenda ku, ji rehma xwe mirovahî welidandine, ji pêsîra xwe ya pîroz mijandine, bi ked û xwêdana xwe mezin kirine. Lewre dayîk heman demê de tac û rûmeta gelan e. Dayê Meqbûle Özer jî, îro nasnameya wan Xwedawendên bi ked û zanista xwe, bi welatparêzî û dilpakiya xwe li ser text û tacên Neolîtîkê rûniştîn temsîl dike. Diyar e vê hêza dayîkê tirs xistiye dilê dewleta Tirk a dagirker û qirker. Ji bo wê ne li temenê dayê Meqbûle ku gihiştiye 81’ê, ne jî li rewşa wê ya tenduristiyê dinêre û tenezûl dike vê dayîka ku êdî ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikare pêwîstiyên xwe yên jiyanî dabîn bike, bixe zîndanê. Hukûmeta AKP-Erdoganê faşîst-qirker a li ber hilweşînê, bi vê nêzîkatiya xwe ya seyr û ecêb careke din eşkere kir ku, tu têkiliya xwe bi taybetmendiyên Îslamî, însanî, huqûqî û exlaqî re nema ye. Ew bi gotina herî rast, hukûmeteke faşîst, şerûd û dijî jin e. Hest û fikra desthilatxwaziyê ew kiriye Fir’ewnê zalim û riswayî.

Ji bo Dayê Meqbûle tawanê ku dozgerên Erdogan nîşan didin gelo çi be baş dibe? Wekî her car çîroka derew a “xizmeta terorê”! Dayê Meqbûle ku giraniya xwe di nav civakê de heye, wek pîrik xizmetek baş ji jinên ducanî re kiriye, hesta xwe ya Kurdperweriyê li pêş e, îro vê tawana derew lê dikin. Jixwe wekî dunya alem dizane, di nav rejîma faşîst a Erdogan de bi qanûnên sixte însan tawanbar kirin wekî tu qurtek av vexwî pir hêsan bûye. Lê belê ji bo dayîkeke ku temenê xwe gihiştî 81 salî, bi ser de ji ber pirsgirêkên tenduristiyê êdî nikare xwe li ser lingan bigere û bêy destek gavekê bavêje, bi tawanên derew xistina zîndanê, ev wijdanê mirovahiyê diêşîne. Lazime hestên mirovahiyê evqas jî neyê binpêkirin!

Li hemberî vê sîstema zilm û dagirkeriyê helwesta Dayê Meqbûle gelekî birûmet û bilind e. Di vê rewşê de jî Dayê Meqbûle ne li hemberî zilma dewletê serê xwe ditewîne, ne ditirse; berevajî wekî sekna Dayîkên Xwedawend dibêje, “mesela min ne girtin û ketina zîndanê ye, ez li ber kesên di zîndanê de dikevim ku wê xizmeta min bikin, wê bi min re biwestin. Ez naxwazim li ser wan girtiyan bibim bar.” Ev sekna Dayîkê ji bo hemû dayîk û jinên Kurd derseke herî hînker a jina têkoşer û serbilind e. Di vir de eşkere dibe ku, di kesayeta Dayê Meqbûle de êrîşeke herî bêexlaq û bêwijdan li ser hemû dayîk û jinên Kurd heye. Ev êrîşeke şikandina îradeyê ye, ev êrîşeke tunehesibandina nirxên mirovahiyê ye. Li dijî vê êrîşa faşîst û bêexlaq helwesta civakî ya pêwîst raberkirin erka her însanek xwedî rûmet û keramet e.

Dayê Meqbûle Xwedawenda me Kurda ye, Taca Pîroz a li serê her jinekê ye.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.