Rojnameya Ronahî

Armanc ji avakirina Meclisa Jinên Sûriyê parastina mafên jinan e

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Bi armanca parastina mafê tevahiya jinên Sûriyê, Meclisa jinên Sûriya di sala 2017’an de hat damezrandin û yekemîn konferansa xwe li bajarê Minbicê li dar xist. Rêvebera Ofîsa Meclisa Jinên Sûriya ya bajarê Qamişlo Mekiya Hiso diyar kir ku herî zêde jin rastî êriş û binpêkirinan tê, ji ber wê pêwîstî hebû ku meclisek ji bo jinan li ser asta Sûrî were avakirin.

Meclîsa Jinên Sûriyê ya bi xebatên xwe pirskirêkên jinan çareser dike, ji jinên eşîran heya komeleyan, meclîsa jinan gelek kes anîn ba hev û rê li ber tevlîbûna jinê ya qada siyasî vedike.

Meclîsa Jinên Sûriyê ya ku di 8’ê Îlona 2017’an de avabûye bi hişmendiya ku doza jinê cîhanî ye karê xwe ber bi Rojhilata Navîn ve berfireh kir. Meclîsa Jinên Sûriyeyê kongreya xwe damezrînerî li bajarê Minbicê lidarxistin, kongreya duyem jî di Cotmeha 2018’an de li Dirbêsiyê ya girêdayî navçeya Amûdê li lidarxistin.

Armanca Meclîsa Jinên Sûriyê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê avakirina civakek exlaqî, demokratîk e û jin beşdarî guherîna makzagona nû ya welat bibin ku mafê wan tê de misoger be, her wiha ji bo jin hişyar bibin û xwedî biryarbin û hemû mafên xwe nasbikin hewil dide zemînek çandî ava bike.

Derbarê kar û xebatên Meclisa Jinên Sûriyê,  rêvebera Ofîsa meclisê ya bajarê Qamişlo Mekiya Hiso ji Rojnameya me re axivî.

Yek dengiya jinê li dijî tundiyê

Mekiya Hiso diyar kir ku ji ber êrişên li dijî jinan pêwîstî hebû ku meclisek ji bo jinan li ser asta Sûrî were avakirin û wiha got: “Da ku jin karibe di her beşên jiyanê yê heyî de cihê xwe bigire, çi aliyê abûrî, ragihandin, zanistî, civakî û siyasî be jî, herwiha da ku di destûra Sûriyê de mafê jinan bê parastin û jin were naskirin, meclisa jinên Sûriyê hat avakirin. Ji tevahiya erdîngariya Sûriyê me jin anîn gel hev û sîwanek ji wan re avakir. Me ji jinên êlan dest pê kir. Ji ber ku di nava êl û eşîran de hişmendiya zilam tê meşandin.”

Kar û xebatên Meclisa Jinên Sûriyê

Mekiya Hiso diyar kir ku wan ji bo jinan gelek semîner li dar xistin û  wiha pê de çû: “Ji bo ku tundiya li ser jinê  were rakirin, em semîneran û panêlan li dar dixin, herwiha di nav pilanên me de ye ku em herin gundan, ew gundê wekî Til Hemîs,  Til Berek ku hişmendiya zilam serdeste. Li wir jî em ê jinan bibînin û li pirsgirêkê wan guhdar bike. Em ê gav bi gav nêzî  jinên wan bibin destpêkê  ji wan re behsa kar û xebata xwe bikin, da ku xwestek di hundirê jinê  de çêbibe  ew jî  li ser xwe bi axivin ku rastî çi tên, di heman demê de li van gundan em ê  semîneran li dar bixin. Ji helebê heta Qamişlo kar û xebatên me tên meşandin, di mehê de em  nêzî 10 çalakiyan li dar dixin, herwiha di Kampan de jî  ji aliyê derûnî, tenduristî û çawa jin parastina xwe bike semîner û çalakiyan li dar dixin. Ev çalakî di  kempa Waşokanî, Mehmûdiyê û kampên ku li  Minbic û Reqane jî tên li dar xistin.

 ‘Jin Jyan Azadî

Endama Meclisa jinên Sûriyê û Rêvebera Ofîsa Qamişlo Mekiya Hiso di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em her dem li ser zagon û pîvanên navneteweyî yên mafê jinan semîneran didin,  zagonên jin yên ku di  desteya jin de li darxistine,  di peymana Sîdaw de ya ku ji bo çareserkirina pirsgirêka jin di navdewletî de, gava me zagonên desteya jin  ya li vir hate avakirin, hevrûkirinek di navbera van zagonan û yên peymana sîdaw de çêkirin, gelekî  wek hevbûn , ev yek jî bandorê li derdorê dike, gava me zagonên xwe  ji jinên şamê re rêkirin, pir kêfxweşbûn û daxwaz kirin ku li cem wan jî ev meclis hebe, niha em hewil didin wek meclisa jin li Elmaniyayê jî avabikin, hêviya me ew e ku em bikaribin li Şamê jî ava bikin, ji ber ku fermiyet li wir nîne herdem jin li wir bitirsin, di heman demê de em wek meclisa jinên Sûriya karibin  bibin roleke sereke  di çareserkirina pirsgirêka Sûriyê de û karibin jina Sûrî ji vê êş û azarê xilas bikin, heya ji me were em ê destekbin û bi yek dengî bang bikin ‘Jin Jyan Azadî’”