Rojnameya Ronahî

Jina azad civakeke azad ava dike

Ronaz Silêman/Qamişlo

Cîgera Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed diyar kir ku tundiya li dijî jinê ku ji serdema Someran destpê kiriye, heta roja îro bi rêbazên cûda berdewam e û got, li hemberî tundiyê asta têkoşîna jinan roj bi roj bilindtir dibe.

Ji hezarê salan ve heta roja îro, ji aliyê hêzên desthilatdar û pergala kapîtalîzmê ve bi rêbazên cuda jin rastî tundî û destdirêjiyê tên. Hêzên desthilatdar her dem hewil didin jinan wekî amûr bikar bînin û vîn wan pûç bikin. Bi avabûna Tevgera Azadiyê re, herwiha bi belavbûna felsefeya Rêber Apo jinên kurd qeydên bindestiyê şikandin û li hemberî tundî û çewisandinê serî hildan. Bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re jinên kurd li Rojava pêşengtiya şoreşê kirin, di tevahiya qadan de cih girtin û gelek destkeftî bi dest xistin. Yek ji destkeftiyên jinê li bakur û Rojhilatê Sûriyê, avakirina desteya jinê bû, armanca sereke ji avabûna wê jî parastin û rêxistinkirina jinê bû. Piştî wê jî gelek rêxistinên jinan hatin avakirin û ji bo azadiya jinê têkoşîneke berbiçav tê meşandin.

Di derbarê têkoşîna jinê ya li hemberî tundiyê Cîgera Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed ji rojnama me re axivî.

Hiweyda Mihemed diyar kir ku piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, ji bo parastin û rêxistinkirina jinê, Desteya jinê hat avakirin û wiha got: “Di civaka me de jin ji aliyê malabt, bav, bira û hevînjînên xwe ve rastî tundiyê dihatin. Hin jin dema ku rastî tundiyê dihatin, tu kesî pêştgiriya wam nedikir. Ji bo wê me pêdivî dît ku em sazî û rêxistinên jinan bidin avakirin û li hemberî hişmendiya mêr-dewlet ya ku bi hezarên sala hatiye ferizkirin, civakeke sincî, wekhevî û demokratîk were avakirin. Herwiha bi wan navendan jî em hewl didin ku pirsgirêkên jinan çareser bikin. Kar û xebatê Desteya jinê di aliyê çavdêrî, guhdan û parastina mafê jin û zaroka de ye. Şopandina Desteya Jin bi giştî ji bo xizmeta û pêşketina jinê ye, herwiha ji bo guhertin û veguhertinê di hundirê malbat û civakê de jî pêk bîne.”

‘Ji serdema Someran ve tundiya li ser jinan dest pê kir’

Hiweyda Mihemed bal kişand ser roja 25`ê Mijdarê û wiha got: “Her sal 25`ê Mijdarê weke roja cîhanî a tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinê tê bi bîranîn, lê destpêka tundiyê berî 25`ê Mijdarê ji Someran ve hatibû destpêkirin, dema ku şoreşek li hemberî civaka xwezayî hat destpêkirin, di wir de şikenandina herî mezin ya jinê bû, ji ber di civaka xwezayî de jin rêvebera civakê bû, ew civak bi wekhevî bi rêve dibir, lê bi avabûna şarestaniya Someran ve, rola jinê têk bir û tekoşîna jinê li hemberî hişmendiya mêr ji wir ve dest pê kir û heta roja îro berdewam e. Dîroka 25`ê Mijdarê her kes nas dike, bûyera her 3`ê xweşkên ku ji aliyê Tiroxeylo rastî tundiyê hatin û ji ber tundî qebol nekirin hatin kuştin, herwiha li hemberî zihineyeta Tiroxeylo Mîrîvala xweşka jinên ku hatin kuştin, hişt ku roja 25`ê Mijdarê bibe rojeke cîhanî ya tekoşîna li hemberî tundiya li ser jinê.”

 ‘Jina azad civaka azad ava dike’

Cîgera Desteya Jinê ya Herêma Cizîrê Hiweyda Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Civaka ku tê de tundî li ser jinê hebe, tundî li ser civakê ye jî heye, ji bo wê jî tekoşîneke xurt tê xwestin da ku ev tundî bê rawistandin û bi dawî bibe. Heta niha jî tundî li hemberî jinê nehatiye rawistandin lê berxwedana jinê jî li hemberî wê berdewame. Hêvî hene ku jinên azad bên avakirin, jina azad civaka azad ava dike.Di tevahiya qonaxan de jinê li hemberî çewisandinê têkoşîn kir, ji serdema Someran û heta niha têkoşîna jinê dewam dike. Ji bo ku têkoşîn li hemberî tundiyê berdewam be, bi sedan jinan berdêl dan, mînaka herî mezin jî dema ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî axa me bûn jinan bi hêz û berxwedaniyek xurt tekoşîn kirin û çeteyên DAIŞ`ê têk birin. Banga min ji tevahî jinan re ku asta têkoşînê bilind bikin. Bi yekîtiya jinan jî li hemberî tundiyê wê zihniyeta mêr bê şikandin.”