Rojnameya Ronahî

Bi hatina zivistanê re welatî êşên buhabona sobeyan dikşînin

Ronaz Silêman/Qamişlo

Welatiyên bajarê Qamişlo diyar kirin ku bi hatina zivistanê re ji bo peydakirina pêdiviyên germkirinê ew rastî zehmetiyan tên û gotin, ji ber daketina nirxên lîreya Sûrî beramberî dolar kirîna melzemeyên germkirinê zêde buha bûye û ev yek barê me girantir dike.

Piştî destpêkirina aloziya Sûriyê di 2011’an de, welatiyên tevahiya Sûriyê her sal hêrî zêde di demsala zivistanê de zehmetiyan dibînin, li aliyekî nirxê lîreya Sûrî li hemberî dolar pir daketiye, li aliyê din jî elektirîk kêm tê belavkirin. Li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê jî ji ber daketina nirxên lîreya Sûrî, welatî di kirîna pêdiviyên germkirinê yên demsala zivistanî yên wekî sobe û melzemeyên wê de zehmetiyan dikşînin. Ji ber derbasbûna 12 salan di ser kirîza Sûriyê re û hîn tu çareserî jê re nehatiye dîtin, aboriya Sûriyê roj bi roj zêdetir têk diçe, pê re jî lîreya Sûrî zêdetir nirxê xwe winda dika, herwiha bi heman sedemê kirîna tevahiya pêdiviyên jiyanî bûye li gorî nirxên dolar, vê yekê jî barê welatiyan girantir kiriye.

Di derbarê zêdebûna buhayên amûrên germkirinê yên ji bo demsala zivisatnî  denkandar û welatiyên bajarê Qamişlo ji rojnameya me re axivîn.

Dikandarê bi navê Teysîr Ebdûlezîz diyar kir ku buhabûna sobeyan li gorî sala borî bûye 2 qat û wiha got: “Bi hatina zivistanê re praniya welatiyan rastî di pedakirina pêdiviyên zivistanê re rastî  zehmetiyan tên, ji ber têkçûna nirxên lîreya Sûrî li beramberî dolar, buhayê kirîna sobeyan îsal li gorî sala borî gelekî zede bûye. Buhayê kirîna sobeyan îsla li gorî sala borî 2 qat zêde bûye, mînak; sala bûrî buhayê sobeyan 200 hezarê Sûrî bû lê îsal eynî cûre buhayê wê 400 hezar e. Buhayê sobeyan çsal ji 400 hezarê dest pê dike û hin sobe hene buhayê wan 2 milyonan derbas dike. Herwiha buhayê boriyên sobê nêzî 20 hezar lîreyî ye. Lê îsal ji ber buhayê zêde kirîna sobeyan pir kêm bûye.”

Teysîr Ebdulezîz axaftina xwe wiha qedan: “Hin malbat hene rewşa wan ya aborî gelekî zemete û bi hatina zivistanê re zehmetiyên wan zêdetir dibin. Niha di zivistanê de kirîna sobeyan ji wan re pêwîste, lê bi vê buhabonê zemetiyan dibînin û hin nikarin bikirin. Herwiha karkerên ku kar jî dikin fonên wan têra peydakirina pêwîstiyên wan nake.”

Di heman çarcoveyê de walatiya bi navê Naciya Cemîl Şêxê diyar kir ku buhabona sobeyan îsal gelekî zêdeye û derfetên her kesî tuney ku bikirin û wiha got: “Ji ber buhabona nirxê kirîna sobeyan ji bo demsala zivistanê barê welatiyan zêdetir giran dibe. Ji ber têkçûna lêreya sûrî li hemberî dolar, her tişt pê re buhaboye, ji ber ne tenê sobe di zivistanî de pêwîste gelek pêwîstiyên din jî hene. Ji bo wê em hêvî dikin ku ev buhabon bê rawestandin û gel bi ewle jiyan bikin.”