Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Kombenda Efrîn a Civakî Têkldarî dorpêçiya li ser Şehba û Şêxmeqsûd daxuyaniyek da

29/11/2023
in NÛÇE
A A
Kombenda Efrîn a Civakî Têkldarî dorpêçiya li ser Şehba û Şêxmeqsûd daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Derbarê dorpêça hikumeta Şamê ya li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûdê û Eşrefiyê yên Helebê, Kombenda Efrîn a Civakî  li pêş navenda xwe ya bajarê Qamişlo daxuyaniyek da û siyaseta dorpêçê bi tundî şermezar kir.

Îro bi armanca şermezarkirina dorpêça li ser herêma Şehba û taxa Şêxmeqsûdê ya ku ji aliyê hikumeta Şamê ve tê meşandin, Kombenda Efrîn a Civakî daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya Navenda Kombenda Efrîn a Civakî ya li bajarê Qamişlo û bi tevlîbûna hemû endamên kombendê hat xwendin.

Di destpêka daxuuaniyê de bal hat kişand ser dagirkina Efrîn û rewşa koçberên ku li Şehbayê dimînin  û wiha hat gotin: “ Zêdetirî 5 sal di ser dagîrkirina Efrînê re derbas bûne û  dagirkeriya Tirk bi awayekî domdar kiryarên binpêkirinê li ser gelê Efrînê dide meşandin. Gelê Efrînê yên ku bi darê zorê koçberî herêmên Şehbayê bûne û di kampan de yan jî di malên nîvwêrankirî de dijîn, di salên şer de û di şert û mercên giran de û pêdiviyên herî bingehîn ên jiyanê yên kêm rastî êrişa jî hatin. ”

Herwiha daxuyanî  wiha hat domandin: “Hikûmeta Şamê bi awayekî sîstematîk dorpêçeke zor li ser wan xelkên Efrînê  ku li Şehba û Şêxmeqsûd bi cih bûne, feriz dike. Armanca vê hikumetê ew e ku îradeya wan bişkîne û wan bi rêya  ‘Firqeya Çaran’  belav bike û rê li ber ketina madeyên bingehîn ên wekî derman, ard û madeyên xwarinê bi taybetî sotemenî digire. Bi vî awayî damar û jêderên jiyanê qut dike û êşekê li ser êşeke din zêde dike li ser koçberan. li Heleb û Şehbayê di çar rojên dawî de jenerator bi temamî ji ber nebûna sotemeniyê ji kar derketine,  ev jî li gel berdewamiya bombebarankirina sivîlan û hedefgirtina wan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hat kirin. Rêveberiya Perwerdeyê ya Şehbayê jî ji ber nebûna mazotê ya germkirinê û rawestandina erebeyan dibistan girtin. ”

Kombenda Efrîn a Civakî derbarê xeteriya dorpêça li ser Şehba û taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê wiha got: “ Ger dorpêç berdewam bike, dê karesateke mirovî ya din rû bide, ji ber ku jeneratorên  nexweşxaneyan dabîn dikin wê rawestin û wê metirsiyê li ser jiyana nexweşan jî çêbike, bi taybet nexweşxaneya Avrîn ya ku xizmeta van koçberên dike, bike. Ji ber vê yekê, me di Komeleya Civakî ya Efrînê de piştgirî û hevgirtina xwe bi gelê xwe yê Şehbayê re bilind kir û em bang li rêxistinên navdewletî û mirovî dikin ku demildest destwerdanê ji bo rakirina dorpêçê bikin. Herwiha  da ku karesetele mirûvî çênebe û heta çareseriya siyasî ya  ji bo vegera gelê Efrînê bi awayekî aştiyane were jî pêwîste piştgirî, vî gelê ku bi darê zorê ji warê xwe hat derxistin were kirin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.