Rojnameya Ronahî

‘PKK’ê ji destpêka avabûn xwe ve çavkaniya heqîqetê ye’  

PKK ê di xeta têkoşîn û berxwedaniya xwe de mîrasên giranbuha ava kiriye û bi hezaran mirov bûne şopdarên vê xetê. Apê Reşîd ku yek ji dilsoz û şopdarê vê tevgerê ye, tekez kir  ku PKK’ê misogeriya azadiya Kurdistan e.

Zana Roj/ Şehba

Têkoşîna PKK’ê bi hêviya azadiyê û pêşengên ku Berxwedaniya Zîndanan kirin îrade û serkeftina şoreşa azadî û demokrasiyê, hat destpêkirin. Rêber Apo ji bo tavahî gelê Kurd û gelên bindest felsefeya azadiyê ji nû ve bi îdeolojiya xwe xêz kir û ev felsefe li cîhanê tevî belav kir. Di riya vê têkoşînê de bi hezaran qehremanên nemir ku dîrok û jiyana PKK’ê kirin efsane, xwe feda kirin û bûn stêrkên azadiyê li esîmanîn Kurdistanê. Tevgera Azadiya Kurdistan bi pêşengiya Rêber Apo muhra xwe li dîroka Kurdistan û ya cîhanê xist. Di nava vê têkoşînê de gelek qehreman û xebatkarên jin û mêr cihê xwe tê de girtin. Hin ji wan gihîştin asta Şehadetê û hin jî di temenên xwe yên durûdirêj de bi hestên cara yekemîn ku Rêber Apo dîtine de heyanî vê kêliyê pê jiyan dikin û ev nirx parastine. Di salvegera 46’emîn ya damezrandina Partiya Karkerên Kurdistan de, Apê Reşîd Mihemed yê 70 salî ku yek ji xebatkarên kevnar yê vê tevgerê ye û bavê Şehîdekî ye ji  rojnameya me re axivî.

`PKK ê bi bedelên giranbuha hatiye avakirin û wê neyê têk birin`

Apê Reşîd di destpêkê de anî ziman ku PKK’ê bi bedelên giranbuha hat avakirin û wiha pêde çû: “PKK’ê ji bo heqîqet û lêgerîna jiyana azad li beramber dijminên sedsalan hat avakirin. Guleya yekemîn ya Şehîd Heqî Qerar nehatiye jibîrkirin û bûye hêza artêşa me ya niha. Berxwedaniya Zîndanan ya salên 1982’an û agirê bedena Mazlûman û rêhevalên wî nehatiye jibîrkirin û bûye agirê azadiya gelê Kurd. Her şoreşek bi xwînê werê destpêkirin, dibe kelek ji polat û nayê têk birin. Têkoşîna PKK’ê jî beriya her tiştî li hember dijminê bav û kalan pêş ket û di oxira wê de bedêl hatin dayîn”.

Jiyan û xebatê Apê Reşîd

Apê Reşîd bal kişand ser derbasbûna tevgera Apoyî nava herêma Efrînê û wiha domand: “Di salên 1985’an de tevgera Apoyî wê demê jê re digotin `Apocî` derbasî herêma Efrînê bûn. Bi derbasbûnê re me heval nas kirin wê demê digotin `hevalên xetê`. Dema yekemîn min hevalên xetê dîtin û me hev nas kir. Min di dilê xwe de ev yek got “Apocî tevgera feqîra ye” û me dest bi xebatê kir. Di salên 1988 an de ez bûm cebhewî. çawa niha me komîn avakirine, wê demê jî me komên hevalên Cebhewî avakirin. Di wê demê de gotina endam me bi kar nedianî digotin dostên me lê niha dibêjin endam.  Wê caxê 65 endamên me yên dostên tevgerê hebûn. Her meh alîkarî 100 leyreya surî didan. Ev pere me kom dikirin û me ji hevalan re Qilêş dikirîn ji bo ser sînor parastina xwe bikin. Qilêşa 11 bi 6 hezarî me digirtin”.

Derbasbûna Libnanê

Apê Reşîd wiha dewam kir: “Di 1990 î de heval hatin gel min û gotin heval Reşîd tê derbasî Libnanê bibe. Derbasî gel Rêber Apo bibî. Di wê demê de 15’ê Tebaxê nêz bibû, hevalê xetê ji min re diyar kir ku divê 14’ê Tebaxê ez li wir amede bim. Kaxizek ji min re nivîsandin û em derbasî Bîqaa bûn destpêkê. Em komek heval ji Efrînê çûbûn. Dema gihîştin me li Meşxelê Hevala Pirsiya li heval Kanî Yilmaz pirsiyan. Dema hat me kaxiza xwe dayê û wî hevalî em derbasî qada Rêber Apo kirin.”

Beriya 33 salan dîtina Rêber Apo

Apê Reşîd wiha behsa derbasbûna qada Libanê kir û got:”14’ê Tebaxê hevalan em derbasî Kampê kirin qada Rêber Apo. Dema em gihîştin me bi sedan ji hevalên Gerîla dîtin, bi wê heyacanê ez giriyam. Hestekî pir cuda ye ku mirov artêşa xwe bibîne. Em derbasî cadirê bûn ji bo em Rêber Apo bibînin. 2 heval gerîla hatin gotin amede bin Rêber Apo wê derbas bibe. Ev gotin beriya 33 sala ye. Bi derbasbûna Rêber Apo re me hemûyan heyacan girt û me nizanî em çi bikin û dest bi axaftina xwe kir, 4 saetan Rêber Apo nirxandin kir. Di dawiya nirxandin, nîqaş û rexneyan de ev gotin kir “Ez we ji bo keda hûn didin sipas dikim. Hûn dizanan hûn çi temsîl dikin ji bo min? hûn wezaretin ger hûn baş karê xwe bi rêve bibin, yên ku civakê ava dikin hûn in û xwe biçûk nebînin”. Bi vî awayî hevdîtina me bi Rêber Apo re bi dawî bû.”

`Têk birina PKK ê ji faşîzma Tirkiyê re bûye xeyal`

Apê Reşîd derbarê armanca dagirkeriya Tirk ji êrişên ser Tevgera Azadiyê wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker li hember PKK’ê hemû hêza xwe bikar anî û hîn jî êriş dike, lê her ku êrîşên xwe didomîne her ku ev tevger mezintir û berfirehtir dibe. Ji ber wê yekê dagirkeriya Tirkiyê di her alî de tevgera azadiyê armanc dike, lê belê cawa ku me bi hêz û fedayîtiya qehremanên serî çiya xwe ji tavahî cîhanê re îsbat kir, bila faşîzma Tirkiyê hizirên têkbirina PKK ê xeyal neke”.

`PKK ê çavkaniya heqîqetê ye`

Apê Reşîd diyar kir ku ew hêza xwe ji şopa şehîdan û Gerîlayên azadiyê digire û wê li ser wê esasê canê xwe feda bikin û wiha axaftina xwe bidawî kir: “PKK ê ji bo min bûye çavkaniya heqîqetê, di oxira wê de zarokên me û yên bi hezaran ji welatparêzan Şehîd bûn. Em hêza xwe ji şopa ku şehîdên me ji mer hêştine, her wiha ji Gerîlayên azadiyê yên ku canê xwe feda dikin digrin. Çawa em li ser wê riyê meşiyane, ez ê neviyên xwe jî li ser wê riyê bimeşînim”.