Rojnameya Ronahî

ŞIVERÊ

Cîger Dilşad    

Piştî sî salên zîndana dewleta Tirk ya faşist giham axa azad. Pêşîya pêşîn min soza ku di zîndanê de dabû xwe bi cih anî; axa pîroz maç kir.

Qandîl qiblegeha Kurdên azad e.

Qandîl çavkanîya rihê azad e!

Qandîl warê ku mirov lê dikare ji hemû qirêjîyên pergala Modernîteya Kapîtalîst xelas bibe û bi çavên jin-dayîkê li dinyayê binêre, xwe ji hemû nexweşîyên pergala baviksalarî rizgar bike û  gîyana xwe azad bike ye!

Çimkî Qandîl îro hêlîna ku felsefa Rêber APO lê tê jîyankirin e û ji wir li çar alêyên Kurdistan’ê û cîhanê belav dibe ye!

Di  civaka Qandîlê de ji xeynî felsefeke azad, rihekî azad û daxwaza azadîya civakî ku bi azadbûna jinê re misoger dibe tiştekî din tune ye!..

Erê, ez wekî zarokekî bi kincên cejê şadibe, belkî jî mîna feqîrekî birçî tenê salê carekê roja cejnê piçek goşt bi dest dikeve û kêfxweş dibe, dibe ku şahîya min manendî ya  evîndarekî ku demeke dirêj evîndara xwe nedîtî û dibîne bû.Ya rast tam naşibihe yeke ji wan jî, belkî  şahîya min berhevkirina  hemûyan bi hev re bû.

Piştî 30 salên zîndanê min axa welat bi coşeke ku nikarim pênase bikim hembêz û maç kir!

Lê,nikarim bêjim ku bi tevahîya hebûna xwe ez bi delala xwe şabûm. Nikarim bêjim ku şahîyeke têr û tijî jîyam. Derketinê derketibûm û gihabûm dilê xeyala xwe. Lê li pey min  bi hevalên ku me bi hev re temenek derbas kirî mabûn. Û ya herî girîng jî hêj Rêber APO DI BIN TECRÎD Û DI NAVA PERGALA QIRKIRINÊ DE TÊ GIRTIN!  Lewra baskên şahîya min şikestî bûn!

Berêya çend rojan bi hevalekî ku porê xwe di şiverêyên van çîyayên rûmetdar de spî kirine re dimeş îm. Çend caran sekin îm û min li paş xwe, li şiverêya ku tê re derbas dibûn nêrî. Bi xeyala wan hevalên ku di vê şiverê re berîya salan derbas bûne ponij îm. Min ji xwe re got;” gelo çend ji wan hevalan şehîd ketine,çend mane, çend gazî bûne û   çendan îxanet li xeyalên xwe kirin û çûne îxanetê?”

Bê bersiv bûn pirsên min. Bawer dikim ku tu hevalek jî bersiva wan pirsan tam nizane. Ji dehê salan ve ye ku gerîlayên azadîyê li van çîyan hêlîna xwe çêkirine û ji wê rojê de bi hezaran. Belkî jî tu kesî hêjmara yên hatine û çûne jî nizane.

Ji xwe pirsên bê bersiv bi xwe re pirsê din jî tîne;”gelo hevalên mane niha li ku ne û çi dikin, bi çi karî re mijûl in? Gelo wan li ser hevalên ku li cem wan gihane şehadetê nivisîn e?”

Ji şiverêyan, ji qantara çîyan, ji newalên kûr, ji qiraxa çeman û ji pêsîra çîyan  hema ji herderê bêhna kulîlkên ku bi xwîna şehîdan hatine avdan difûrî.

Ya rast Kurdistan’ek di bin axa welatê me de hatibû avakirin! Ji lewra her bihostek vê axê pîroz û rûmetdar e! Ji lewra gava dimeşîm hinekî baldar dimeşîm. Min di pelên daran de,di xumxuma avê de, di rûyê lat, zinaran de,di koka dara mazî de, kozikên ku hevalan di salên cuda cuda de li vir çêkirine de rûyê wan hevalan didît!

Ji her derê dengê kenê dilê wan dihat û li perdeya guhê dilê min diket,dilê min bi zîzîyeke heta wê kêlîyê qet nejîyabûm,dihejî.

Kenê wan canhevalan diteyîsî ronahîya çavên min û hawîrdora min ronî dikir.

Dengê kenê wan ji guhên mêjîyê min re lorîn bûn û aramîyeke gîyanî diafirand, ku mirov pê dikare temenekî têbikoşe û bi serkeftî bijî!

Dengê kenê wan ji gîyana min re awaza meşa ber bi serkeftinê bû !

Min ji wan şiverêyan bîranîna wan canhevalan, yên ku her yek carekê jîybûn, biriqand hişê xwe! Min laşê evînên nîvço hatibûn hiştin berhev kir!

Min êşên ku wan jîyabû tevî coşa dilê wan berhev kir û ew  kirin  gurzek û da ber pozê gîyana xwe! Min hêvîya ku ji çavên wan firîyabû û îro wekî pêmpilokan azad li ser her darekê, gîyayekî û di ezmanê welatê min de baskan li hev dixin, li ser perdeya dilê xwe bi nîva evîna wan ya maye nexş kir!

Min ji bin lat û zinaran, ji ber koka dara mazî, berû û kiwîzanan kelecana wan ya şoreşê li ser kevçikê dilî bi cih kir. Gava tavê wekî her roj xatirê xwe dixwest, min serê xwe ber bi ezman ve zivirand û çeysandina heyvê li stêrkan nêrî. Çûrisandina wan jî pir cuda ji min re hat.

Rûyê stêrkan li ken bû. Geşbûna stêrkan dilê min jî geştir kir.

Em li ser latekê rûniştin. Min li rûyê hevalê por spî nêrî. Nizanim ka ji ber çi bû, lê rûyê wî jî li ken bû. Belkî ji ber heman egerê bû, belkî jî ji sebebek din bû kenê wî. Lê ya rast kenê wî li xweşîya min çû. Min di dilê xwe de got;” ken herî pir li şoreşgeran û dayikan tê!