Rojnameya Ronahî

Hunermendê bi hunera xwe li hemberî faşîzm û dijminê azadiyê li ber xwe da

23 sal li ser koça dawî ya hunermendê Kurd Ahmed Kaya re derbaz dibe ku hunerê wek çek û şoreşek li dijî faşîzm û dijminên azadiyê hilgirtibû. Ahmed Kaya û hunera wî ewqas bibandor e ku hîna jî nîjadperestên Tirk ji navê wî ditirsin.

Qasî şerê bi çekê, di her serdemekê de cihê hunerê jî di şoreşên gelan de cihek taybet û giring giritiye. Bi taybet çanda bi hev re têkoşîna şerê çekdarî û hunerî ya gelê Kurd xwedî kevneşopiyek kevnare.

Ahmed Kaya jî yek ji wan hunermendan bû ku huner, saz û dengê xwe li dijî faşîzm û dijminan wek çekek hilgirtibû û têkoşîn dikir. Huner û siyasetê ji bo xizmeta gelê xwe li hev kir û rondikên dayikên  xwe bi gotinan anî ziman. Her çend jiyanê tenê yek derfet da wî ku stranekê bi zimanê dayikê tomar bike, lê stranên wî her tim daxwaza wî ya kûr a azadiya gelê xwe û jiyana hevbeş diyar dikirin.

Hunermendê Kurd ê mezin Ahmed Kaya di sala 1957’an de li bajarê Meletiyê jidayîkbûye. Bavê wî ji netewa Kurd û dayîka wî jî Tirke. Bavê wî bi eslê xwe ji Semsûrê bû û ji bo kar peyda bike koçî Meletiyê kiriye. Dema Ahmed Kaya jidayîbûyî, bavê wî di kargehek ya dewletê de dixebitî. Dayîk, bav û her 5 zarokên malê di xaniyek biçûk ya kargehê de jiyan dikirin.

Dema bavê wî sazek ji Ahmed Kaya re dikire, di temenê 6 salî de xwe fêrî lêdana sazê dike û gava xwe ya destpêkê ji bo qada mûzîkê davêje. Di temenê 9 salî de dest bi stranbêjiyê dike û di şeva Cejna Karkeran de stran ji bo karkeran dibêje.

Di salên 70’î de ji ber rewşa xirab ya debara jiyanê û zextên li ser Kurdbûnê, malbata Ahmed Kaya neçar dibe ji Bakurê Kurdistanê koçî Stenbolê bibin. Ji beriya ku bibe stranbêj, ji bo debara malbata xwe dabîn bike demekê wek şofêrê taksiyê kar dike, her wiha li gel dostekê xwe yê bi navê Beşar Abî karê şofêriya otobusê kiriye.

Kaya ji zarokatiya xwe ve xwedî ruhekî serhildêr bû, di 16 saliya xwe de ji ber çapkirina afîş û pankartan hat girtin. Li gel hevalên xwe li Klûba Zanistê ya Gel muzîkê lêdixist û stran digot ku vê yekê ruhê wî yê serhildêr hîn zêdetir pêş dixist. Vê yekê jî di piraniya albûm û stranên ku li pey xwe hêlayî de derket holê.

Ahmed Kaya di hewldana xwe ya yekem a ji bo derketina ser dîkê de, piştî konserekê diçe cem stranbêjê navûdeng Ruhî Su, çû zanîngeha Boğaz Îçî û ji Ruhî Su xwest ku guhdariya lêxistina wî bike. Piştî stranbêj Ruhî Su vê daxwaza wî qebûl kir, di nîva lêxistina wî de saza wê ji destê wî girt û jê re got: “Nabe ku wek li hespê siwarbûyî li sazê bixî, divê bi nermî lêbidî.” Lê Ahmed Kaya li ser şêwazê xwe israr kir.

Di sala 1985’an de albûma xwe ya yekem bi navê ‘Negrî Pitika min’ derxist. Lê albuma Ahmed Kaya di demeke kurt de rastî nefreta rayedarên Tirk hat û hat qedexekirin.

Di 10’ê Sibata sala 1999’an de dema Xelata Baştirîn Stranbêjê Salê wergirt ji Cemiyeta Rojnamegerên Çapi Tabloyê xelat girt, di axaftina xwe de wiha tîne ziman: “Min stranek Kurdî di nava albûma xwe ya nû de daniye, ji ber ku ez bi eslê xwe Kurdim. Gumanê min nîne ku wê dezgehên bi wêrek hebin ku albûma min biweşînin.”Piştî gotinên xwe xilas kir gelek stranbêjên Kurd êrişî Ahmed Kaya kirin û heqaret lê kirin.

Di 30’ê Sibata sala 1999’an de, Dadgeha Asayîşa Nîştîmaniya Tirkiyeyê tometa xiyanetê xist ser Ahmed Kaya û li hemû derê Tirkiyeyê, Tirkên nîjadperest êrişî Ahmed Kaya kirin. Di vê demê de berê xwe dide Ewrupayê û Dadgeha Asayîşa Nîştîmaniya Tirkiyeyê bê amadebûna Ahmed Kaya 12 sal cezayê girtîgehê dide wî.

Di sala 2000’an de bi awayekî giştî li Fransayê niştecih dibe. Lê sirgûnê nekarî birînên wî derman bike û di hevpeyvînek xwe de bi çavên tijî rondik wiha qala xerîbiya welat dike: “Havîn be zivistan be, şevan gelek sar dibim, ne ji ber ku hewa germe yan jî sare, yek sedem heye ew jî ji ber dûrbûna ji welat e.”

Di sala 2000’an de li Fransayê konserek mezin lidarxist ku nêzîkî milyonek kes beşdar bûn û di vê konserê de bi cara yekem strana bi navê ‘Em Kurdin heta mirinê’ got.

Ahmed Kaya li surgunê û di xerîbiya welat de, di 16’ê Mijdara sala 2000’an de li Fransayê koça dawî kir û li rexa Sînemagerê Kurd Yilmaz Guney spartin axê. Ahmed Kaya û hunera wî ewqas bibandor e ku hîna jî nîjadperestên Tirk  ji navê wî ditirsin, ji ber wê jî di 20. salvegera wefata wî de gora wî ya li Parîsê ji aliyê kesên nenas ve hat xerakirin. Di jiyana xwe giştî de 17 albûm derxist.