Rojnameya Ronahî

Nêrînek li ser Jineolojî

Rustem Jiyan

Beşa yekem:

Di dîrokê de gelek tevgerên jinan ji bo mafê exlaqî derketin ser dikeya dîrokê, lê ji ber ku ne xwedî alternatîfa çareseriyê bûn têk çûn ango bi demê re nekarîbûn bigihêjin armancên xwe yên bingihîn. Bêguman eger em li gera dîrokê binêrin heya roja îro sîstema moderin a kapîtalîst xwe di dereke lê ranekşandibe de nîn e. Lewra gelek tevger jî xwestine ku ji sîstema kevneşop bi rola alternatîf rabin lê di avabûna sîstema xwe de nekarîna gav bavêjin,  tê dîtin ku bi demê re ew tevger jî ketine di bin venêrîna sîstema kevneşop, ya ku em bi “Modernîteya kapîtalîst”re vedikin .  Wek tê zanîn tevgerek bi navê femîn-îzm ê xwe li sîstema kapîtal-îzm ê rakişand lê wek me li jor jî aniye ziman, ji ber ku ne xwedî pirojeyên çareseriyê bûn bi ser neket.

Di sala 1748’an de, bi pêşengiya Olympe de Gouges ku wek feylesofekî tê nasîn û qebûl kirin, jinên firansayê xwe rêxistin dikirin, lê ji ber ku daxwazên jinan li dijî pergala damezrîner bûn,  Olympe de Gouges ji aliyê Dewleta Firansayê ve tê darve kirin, yanî dikare bê gotin di siya dîrokê de gelek geşedanên bi vî awayê çêbûne. Her kesê/a ku xwestine di asteke mezin de refaransan bi pêş bixin, bi gelek rêbazên cihêwaz hatine tinekirin, heya dikare were gotin bigiranî  û bitojahiya şûr, serê wan hatine birîn. Bêguman nimûneyên bi vî awayî di dîroka ku em jêre bi rola şahidiyê ve radibin hene. Li vir di tekoşîna sedê salan de mirovan li ser vê pergalê nîqaş bi pêş de birine,  nimûne û wekî pirs jî dikare wer e fikrîn: Raste di wan serdeman de nîqaşên jin çiye? Dihatin meşandin û jin wek tiştekî ku pêwîst e li malê de zarokan xwedî bikin û tiştên ku ji wan re tên gotin bikin besî wan e, yanî ji metayekî wêdetir ne tiştekî dine. Lê di firansayê de ev zêhniyeta ku ji hêla zilamsalarî “Piyawsalarî” ve hatibûn diyar kirin, ji aliyê Jinan ve hate red kirin û dikare bê gotin ku  li hemberî wê tekoşînek bi qasî ku mirov nikaribe xeyala wê jî bike hate meşandin, û ev serdema tekoşîna ku em behs jî dikin, bi derketina şahristaniyên dewletdar ve heye û hîna jî dewam dike. Lê dema ku em dibînin li Ewrupayê qaşo ronesansê çêbûye, lê di encamê de ango di  wê ronesansê de jî Edaletek nehatiye diyar kirin. Li Ewrupayê gelek serdemên ku mirov ji wan re dibêjin şoreş derbas bûn, lê yek ji wan jî fikrekî ku bikaribe jinê jî di nava xwe de bihewîne pêş neketiye, ji ber wê jî Serokatî dibêje; şoreşa ku jinê bi xwe re Azad neke, ew ne şoreşe.

Bêguman ji bona sîstema damezrîner bi awayekî rast were famkirin, pêwîst e di serî de em li ser kesayetê pêşî bibin xwedî analîzeke ku cihê xwe bigre. Divê em carekî din diyar bikin ku ji bo têkiliyên baviksalarî hêz bi dest bixe û mirov nikare bi çavekî nîçîriyê lê binêre. Mirov nikare wekî pîwîstiya derketineke zagonî ya zelal bigire dest. Ji ber ku zilam xwe li ser rasteqîna hêza zêde, kiriye berdevkê civakê û wisa kariya li ser civak û jin, serwer bike. Ji bo vê yekê  pîwîst e em vê mijarê ji pêvajoya herî nêz ve reva bikin û diyar bikin ku zilam di ancama hêza xwe ya fîzîkî û di navê de fêlbazî, kariye xwe wekî kesê îstîsmarker bênase bike.

Li ser vî bingehî Jin wekî zayindek, wekî mirovekî ji civaka xwazayî ye, dikare were fikirîn, lê bi demê re hêza xwe ya bingehîn ji dest dide û dibe mirova herî kêm a civakê, ku mehkûmî koledariyekî herî berfireh tê kirin. Bê guman hemû koledariyên din jî bi koledariya jinê ve girêdayî  pêşdikeve. Lewma ger koledariya li ser şexsê Jinê ve neyê dahurandin, koledariyên din jî nayên dahurandin. Yanî mirov dikare diyar bike ku heger koletiya li ser jin neyê derbas kirin, wê koletiyên din jî neyên derbas kirin. Ji lewra pêwîste em berê pêşî pergala koletiya ku li ser Jin hatiye ferzkirin bi awayekî rast fam û şîrove bikin. Ji ber rêzenivîsa me li ser “DANASÎNEK LI SER JINEOLOJΔ ye, nabe ku em qala helwesa xwe ya di derbarê zilam de nekin. Gelo zilamtî çiya? Mirov çawe û bi çi rengî dikare tarîf bike? Ger bi rastî em îro ji zilamekî pirs bikin ku zilamtî çiya û çaweya? Wê pir zêde bersivekî di heqê wê de newe dayîn, ango tûyê nikaribî li bersivê bi awayekî rast fam bikî. Tê bibînî ku di bersiv dayinê de zihiniyetekî paşferû yê girêdaî zilamê serdest e, wê derkeve holê. Lê ji zanistiya ku tevgera PKK‘ê daye me dixwazin xwe bigihînin wateya rast a vê babetê. Bê guman mirov dikare diyar bike ku her kesekî di nava tevgera azadiya PKK’ê de cihê xwe digire, li hemberî vê mijarê tekoşînekî bê aman tê dayîn, ku ji zihinyeta damezrîner a pênc hezar sal xwe rizgar bike û xwe bigihîne kesayeta pêşeng a mezlûman, zîlanan.

Eger bê gotin ku ( Mirov parçeyekî ji xwezayê ye û ji sedî sed bûyerên ku di xwezayê de jî rû didin, ev nayê wê wateyê ku me mesela pir nepixandiye. Yanî ravekirina me ya vê buyînê bi vî awayî ye: Eger mirov parçeyek ji xwezaya mezin be ku Rêber APO mirov wekî “Gerdûna piçûk ” pênase dike   hemû geşedan, guhertin, pevçûn û ber bi manedanê ve diçe, ev li gel mirov jî xwedî heman xisleta ango aramanca mirov ya di vê gerdûnê de ew e, ku fam bike û mane li jiyanê bar bike. Lê di roja îro de tê dîtin guhertina herî mezin di mirovan de çêbuye, bi tenê li ser yek bingihî ye, ew jî tinekirina xweza û herwîrdora xwe ye. Yanî dikare bê gotin ku di xwezayê de hevdû temamkirin, ango perdeya şermê heya, lê ev perde di mirov de gelek kêm û xedare.) û heya kujer e jî. Ji lewra pêwîst e em bi çavê zindîbûnê li gerdûn û xwezayê binêrin, eger wisa be manedayîna me gelek bi hêz dibe.

Ev mijar wê bidom e.