Rojnameya Ronahî

Koma Apoçiyan

Farûk Sakik

Di salên 70’yî de li Tirkiyê û li Bakûrê Kurdistan gelek rêxistin û tevger hebûn. Ji van tevgeran yek jî Koma Apociyan bû. Ev kom li dora ramanên Abdullah Ocalan kom bûbûn. Ji bo vê yekê ew wek “koma Apocî”bi nav dikirin. Lê ev Koma Apocî ji tevgerên din cuda bû.

Kesên di nav van tevgerên din de li aliyek şoreşgerî dikirin û li aliyek jî xwendina xwe didomandin. Piştî zanîngehê wê li aliyek bixebitiyan û li aliyek jî şoreşgerî bikirina.

Lê endamên Koma Apocî yan wisa nebûn. Xwendina zanîngehê bi dawî kirin û derbasî qadên şoreşgerî bûn. Hin kes hebûn heger mehek du meh bixwendana wê bibûna xwedî pîşeyek. Lê wan digot na, şoreşgerî karekî profesyonelî û fedekariyê ye.

Û biryarek din, digotin li kampusên zanîngehan û li kolanên metrepolan ev têkoşîn nayê dayîn. Divê ku têkoşîna doza Kurdistan, li Kurdistanê were dayîn. Û di destpêka 1976’an de kom ji Enqerê berê xwe da welat.

Ew koma îdeolojîk a li Enqerê ava bûbû, xebatên xwe êdî li Kurdistanê dida meşandin. Li Kurdistanê komê şiklê xwe nû kir. Li bajar û bajarokên Kurdistanê bê ku li cihê xwe bisekinin tevger kirin.

Li ku derê mirovek hebûya, li ku derê civînek hebûya, li ku derê mirovekî ji tekoşînê re vekirî hebûya, li wî digeriyan û didîtin, têkîlî bi wî/wê re pêş dixistin, bandor lê dikirin û dixwestin wan tevlî komê bikin.

Pêşî kar û xebat, cihên ku girseya ciwanên xwendekar lê pir in hat meşandin. Bajarên nêzîkê sînorê Bakurê Kurdistan û Tirkiyê; Dîlok, Mereş, Dêrsim, û heta Serhedê bi cih bûn. Piştî wê jî derbasî Riha, Amed û Batmanê bûn.

Herî zêde li Dîlokê man. Hakî Karer jî payîza 1976’an çû Dîlokê û li gel wî Cemîl Bayik jî hebû.

Cemil Bayîk destpêka vê rêwîtiyê wisa vedibêje:“Ez û Hevalê Heqî sibehî zû li Dîlokê peya bûn. Bi perê dawî yên di berîka xwe de me şorbeyek xwar û em bezîn bazara karkeran. Karmendên ji bo karkeran dihatin, karkeran bi wan re bazarî dikir; lê, em ewqas neçar bûn ku derfetên em ji bo rojaneya xwe bazarê jî bikin tune bû û bi yê destpêkê re ji bo nîv rojê em çûn kar. Heya nîvro me bi tenekeyan beton kişand û bi wî awayî me dest bi xebata xwe ya Dîlokê kir”

Belê Apocî wiha bûn. Fedekariyek bi vî rengî di nav civakê de tevdigeriyan

Cemîl Bayik bi xebata înşaetê ya nîvrojî perê bi dest xist, îroj Kurdistaneke azad avakirî. Em bawer in ku di jiyana xwe de ew roj roja wî ya perexebitandinê ya dawî bû jî.

Tu carî bi tîtilên xwe yên zanîngeha an jî kurê Axa-Began bûnê (wê demê gelek ciwanên dewlemend, dewlemendiya xwe terk kiribûn û tevlî Koma Apociyan bûbûn) tevnegeriyan.

Ev karekter û çanda wan bû sedem ku civak êdî ji şoreşgeran bawerî bîne. Ev bawerî piştî 15’ê Tebaxa sala 1984’an de bi awayekî zelal derket pêş.

Dema gerîla vegeriya Kurdistan, gotin; aha ew kesên berî 12’ê Îlonê soza Kurdistaneke azad dabûn me wa hatin. Ji her deverên Kurdistanê, dihatin û tevlî nav refên vê Koma Apociyan di bûn.

Ew pereyê bi xebatên nîvrojî ku Cemîl Bayik û Hakî Karer bi dest xistibûn, hîn jî di qasa PKK’ê de ji bo Kurdistaneke azad tê xerckirin. Ew betona bi tenekeyan dikişandin, di hîmê avahiya Kurdistanê de tê bikaranîn.