Rojnameya Ronahî

Azadiya Rêber Apo, azadiya tevahî gelê azadîxwaz e

Deriya Çiya/Qamoişlo

Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan û çareserkirina pirsgirêka siyasî ya Gelê Kurd, di 10`ê Cotmehê de Kampaniyeke Cîhanî li Silovîna hat destpêkirin û li hemû welatên cîhanê deng veda. Hevserokê însiyatîfa parêzerên Sûriyê Mihemed Emîn Neîmî, diyar kir ku Rêber Apo vîn û hêviya tevahiya gelên azadixwaz yên cîhanê ye û got, hizir û felsefya Rêber Apo li tevahiya cîhanî belav bûye û bûye xwedî cihekî binirx.

Ji bo azadiya Rêber Apo Kampaniya Cîhanî ya bi dirûşmeya “Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber Ebdullah Ocelan, û çareserkirina polîtîkî ji pirsgirêka gelê kurd re” di 10’ê Cotmehê de hate destpêkirin. Li gorî vê yekê ev kampanî ji 74 navendên cîhanê dest pê kir û bi awayekî berfireh li tevahî cîhanê belav bû. Di kampaniyê de zanyar, mamosteyên zanîngehan, feylesûf, pirofîsor, partiyên siyasî û civaka sivîl ji tevahiya cîhanê beşdarbûn. Ev kampaniya xwedî taybetmendiyekê ye ku ne tenê girêdayî bi cihekî tenê ye.

Derbarê vê kampaniyê de Mihemed Emîn Neîmî hevserokê Însiyatîfa Parêzerên Sûriyê ji bo parestina Rêber Ebdullah Ocelan, bi awayekî berfireh ji rojnameya me re axivî.

Kmpaniya azadiya Rêber Ebdullah Ocelan

Mihemed Emîn Neîmî Hevserokê Parêzerên Sûriyê diyar kir ku Ji 10’ê Cotmehê ve pêngavek li ser asta cîhanê ji dewleta Silovîna destpê kir, bi serpereştiya komîteyek ji zaniyar, mamosteyên zanîngehê, mamosteyên pispor di felsefa û sisyolojiyê de û yên perlemanter hat destpê kirin. Daxwiyanî û gava yekem ji bo vê pêngavê li ser tevahî asta cîhanê hat dayîn, bidiruşmeya “Azadiya Fîzîkî ji bo Rêber Ebdullah Ocelan û çareserkirina polîtîkî ji pirsgirêka gelê kurd re” ev cara yekeme ku çalekiyek wiha li ser asta cîhanî çê dibe. Ya herî girîng ku ev herdû diruşme û mijar bi hev ve girêdayî ne. Rewşa Rêber Ebdullah Ocelan û pirsgirêka kurdî, yek ji tiştên herî taybete li gor dîroka ku li ser gelê kurd re derbas bûyî. Ev pêngav pêre pêre li 74 welatan dest pê kir û roj bi roj di dema îro de ji zêdeyî 100 navendan berbelavbûye. Di demek nêzîk de wê kongireya sêyemîn ya Ciwanên Şoreşger li ser asta cîhanê li Ewropa wê were li darxistin. Berya wê jî bi demek nêzîk de 400 Ciwanên Şoreşger ji tevahî cîhanê kongirek li paytexta Ferensayê Parîsê li dar xistin, ku ew kongir 3’ê rojan berdewam kir.

Bandora fikir û felsefeya Rêber Ebdullah Ocelan

Mihemed Emîn Neîmî berdewamî da axaftina  xwe û got:” Çi rengê çalekiyên ku li ser asta cîhanê heyî ji destpêka vê pêngavê ve têne pêkanîn. Çalekî eger di riya ragihandin, axaftin, sinefiziyon, zûm, çapemenî, rojnameyên rojane û heta çalekiyên li qad û kolanan. Çi rengê çalekiyên ku heyî li ser asta cîhanê têne meşandin ji aliyê hemû kesê ku heyî, ne tenê gelê kurd ve tevlîbûn jêre tê çêkirin. Yek ji taybetmendiyên vê pêngavê ew e ku ne tenê girêdayê herêmekê yan dewletekê ye. Ji xwe sedema wê jî ji fikir, felsefe û ramanên Rêber Ebdulleh Ocelan ne ku berbelavî hemû cîhanê bûye û her kes ji bona xwe remanê Rêber Apo weke riya çareserî û xelasiyê dibîne. Ev fikir û felsefeya Rêber Ebdullah Ocelan bi giranî li zanîngeh û hemû welatên cîhanê tên xwendin, gelek kesên biyanî  jî li pey vî fikrê azad berê xwe dane Rojava û tevlî kar bûne. Li tavhî cîhanê fikrekî weha paqij, berfireh û azad bi şêwayekî aktîf nehatiya bikaranîn, ji bilî ku li rojhilata navîn tê pêkanîn, wek biratiya gelan, wekhevî, demukrasî û mafên jinan ku bûye cihê hêvî û baweriyê, û ew silogana “Jin Jiyan Azadî” ku Rêber Ebdulah Ocelan kir wek piransîbekê û li tevahî cîhanê belav bû.” Herwiha wekî tê xuyakirin jî çiruska wê li rojhilat bi Jîna Emînî re dest pê kir, û li tevahiya welatên cîhanê deng veda. Ev jî tê wê wateyê ku fikir û felsefeya Rêber Ebdullah Ocelan tê xuyakirin ku çiqas ev fikir û felsefe bandora xwe li tevahî cîhanê û mirovahiyê dike.

Armanca kampaniyê pêkaîna azadiya Rêber Ebdullah Ocelan e

Mihemed Emîn Neîmî bal kişand li ser kar û xebatên xwe û got; Em jî wek parêzerên Bakur û Rojhilatê sûriyê, di 14’ê Sibata 2021’an de me bi daxwiyaniyekê  li bajarê Qamişlo damezirandin axwe ragihand. Di daxuyaniyê de me parêzerên Rojava  bi giştî xwe weke parêzerên Rêber Ebdullah Ocelan  ragihand û navê me bû Desteya Parestina Azadiya Rêber Ebdullah Ocelan. Di 20’ê Gulana 2023’an de di komxebateke piçûk de nûnerê 6 yekîtiyên me yên li ser asta Rojava civiyan û me navê xwe guhert, û kir Insyatîfa Parêzerên Sûriyê yên parastina Rêber Ebdullah Ocelan û kar û xebatên me bi berfireh û mezin bû. Di 14’ê Cotmehê de wek gava yekem ji wê pêngavê me li bajarê Qamişlo daxuyaniyek li ser asta cîhanê da, ew daxuyanî  jî ji aliyê parêzeran ve hate xwendin, û hate xuyakirin ku Rojava ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocelan bi rengekî guncaw bi vê pêngavê re dikeve liv û tevgerê de. Herwiha em jî tevlî kar û xebata cîhanî bûn û ji wê demê ve heta roja me ya îro kar û xebatên me gihiştiye asteke pir bilind. Ji bo azadiya Rêber Ebdullah Ocelan Têkiliyên me bi gelek parêzer, mafnas û siyastmedarên gelek welatan re heye. Di ber vê çalekiyê re em amedekariyên xwe  ji bo kongireyeke li ser asta Sûriyê giştî dikin, ew kongir jî kongireke mafnasî ye, girêdayî rewşa Rêber Ebdullah Ocelan û kar û xebatên ji bona azadiya Rêber Apo di dema pêşde werin meşandin.