Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera PKK’ê ya 45’an bersiva mezin bû!

29/11/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Nikarin hevpeyaman civakî asteng bikin
Share on FacebookShare on Twitter

Dilyar Cizîrî

Gelê kurd û dostên wan bi coş û heyecaneke mezin pêşwaziya salvegera 45’an a damezirandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê kir. Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevahî Kurdistan û cîhanê coş û heyecan şahiyan balkêş û bi coş bû. Gel li her derê bi xurtî dilsoziya xwe ya bi Rêber APO û şehîdên azadiyê re nîşan dan û soza xwe ya serxistina şoreşê dubare kirin. Jin û ciwanan xemil û xêzên xwe bi tekoşîna demdirêj a PKK’ê û pêşengên wê re kirin yek.

Di coş û heyecana gel de mezinahiya PKK’ê û peradîgma Rêber APO bi stêrka gelawêjê derkete holê. Di qadan de keziyên serkeftin û azadiyê zindî bû. Serfiraziya felsefeya Apoyî di qîr û awirên çavên dayîk û ciwanan de diçirisand.

Tişta coş hîn zêde mezin kir, pêşwaziya gêrîlayên azadiyê ya vê rojê bû, şervanên azadiyê ku demek dirêje di tunelên şer de li dijî hemû teknîka NATO’yê û çekên kîmyawî liber xwe didin, bi çalakiya Şehîd Leyla Sorxwîn salvegera damezrandina partiyê pêşwazî kirin.

Di çalakiyê de 18 dagirker hatin kuştin û wiha ev çalakî bû yek ji derbên giran ku di dilê sîstema qirker û faşizma AKP/MHP’ê hate xistin. Ev jî di xeta serxistina rihê tekoşîn û serfiraziyê de pêk hatiye. Gel li deşt û bajaran, gêrîla li çiya bi yek rihî bi hev re gurzê xwe li nava dagirkeran dan. Bi hev re bûn hêza tekane riya têkçûyîna sîstema qirker, bûn hêmanên bingehîn ên serxistina riya azadî û çareseriya civakî.

Ew riya di Imralî re derbas dibe, li cem damezrînerê PKK’ê û xwediyê bîrdoziya Netewa Demokratîk Abdulah Ocalan re kom dibe. Ji ber wê jî niha ji her demê zêdetir pêwîste tekoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber APO feriz bû ye. Li ser wî esasî gereke her kes bi rihê berxwedan û heyecana di şahiyên salvegera damezrandina PKK’ê de hatin jiyankirin, beşdarî kampaniya azadiya fîzîkî ji Rêber APO û çareseriya demokratîk ji doza kurd re bibin.

Kampaniya li 74 welatan destpê kir û belavî zêdeyî 105 welatan bû ye. Dostên kurdan li çar aliyên cîhanê çalakiyên bi bndor di çarçoveya hemeleyê de lidar dixin. Ew jî di salvegera damezrandina PKK’ê û beriya wê jî di tekoşîna jinan a ji bo 25’ê Mijdarê mezin bibû.

Di rastityê de Rêber APO, gel û gêrîla komploya navnetewî şikandine û ji wateya wê derxistine. Niha jî dem hatiye ku ev bi azadiya fîzîkî ya Rêbertî tacîdar bibe. Bi azadiya Rêbertî jî wê riya çareseriyê di tevahî herêmê de geş bibe. Ji ber êdî sebra civakan li ber sûc û binpêkirinên desthildaran nemaye.

Kawis û pirsgirêkên di tevahî herêmê de wê li ser esasê têkçûna komployê werin çareserkirin. Fermandar, gêrîla û hemû şervanên Rêber APO wê di sala 46’an a PKK’ê de bi berizkirina asta tekoşînê de encamên hîn mezintir bi dest bixin.

Post Views: 98
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.