Mihemed Xanim/Qamişlo
Salvegera damezrandina Partiya Karkerên Kurdistanê PKK’ê pêvajoya afirandine berxwedan û serkeftina mezin e. Di vî warî de PKK moral e, exlaq e û têkoşîneke mezin e. Rastiya PKK’ê rastiya gelan û mirovahiyê ye. Heqîqeta PKK’ê jî heqîqeta jina azad e.
Piştî şerê cîhamê yê yekemîn û duymîn, hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe gelê Kurd kirin qurban, li her çar perçeyên Kurdistanê bêdengî û xewnek giran hebû. Herwiha gelê kurd bêhêviyek mezin jiyan dikirin. Tîşta ku hatibû serê wan weke qedera xwe qebûl kiribûn.
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiye jî bi giştî qeyrana aborî, siyasî û civakî dihat jiyankirin. Bi giştî tirkiye û bakurê Kurdistanê ber bi kaosekî ve diçû. Di hema demê de li cîhanê pêşketina şoreşê berfireh dibûn. Bi giştî dû blokan li hemberî hev sekinibûn. Ya yekem faşizim bû û gihiştî bû zirveya xwe. Ya duyem jî ji sosyalîzim weke hêviyekî ji bo mirovahiyê di sedsala 20’an de şoreşên mezin da pêşxistîn. Ev rewş bandora xwe li Tirkiyeyê jî kiribû.
Rêber Apo li ser van rewşane pir difikirî û jî zarokatiya xwe ve ku ji gund derdike ve nakokêyên di milê ziman, çand û bê bawerî jiyan dike. Di Newroza 1973’an de bi grubekî şeş kesî ku piranî xwendekar bûn. Li kêleka sedê çubuk ya Enqerê, bi gotina “Kurdistan bindest e” destpêdike. Biştre Rêber Apo dest bigera li Kurdistanê dike. Navçeyên weke: Dersim, Agirî, Bingol, Riha, Muş, Entap û Batman’ê serdan dike. Civinan çê dike û gelek kesayetan dibîn e
Di 1977’an li Entab’ê bi destê “sterka sor” heval Hakî Karer şehîd dikeve. Li ser bingeha bûyina bersiv ji vê şahadetê re, di 27’ê mijdara 1978’an de PKK ‘ê tê ilan kirin. Di vê pêvajoyê de gelek partiyên çepger ên Kurd û tirkên ku weke sosyalist xwe di dan naskirin jî cewhera xwe derketin, berê xwe dane Ewropa û bi wî şêwazî hatin bê bandorkirin. Heta li hemberî PKK’ê ji hatin bi kar anîn. Lê PKK’ê weke yekane partiye ku xwe li ser lingan girt di saya Rêber Apo de, berê xwe da Filistin û ji rojhilatanavîn derneketin. Ji Rojhilata navîn dernektîn ji tê wateya dest ji ax û gelê xwe bernedane. Ev jî xwe dispêre zanabûna kur a dirokî, ideolojî û felsefeya Rêber Apo.
Bivî şewazî her çû PKK’e mezin bû û bû hêviya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn. Dihat femkirin ku dijminê fasîşt tenê bi zimanê siyasî xwe li çareserkirina pirsgirêka Kurd nade, tû çarî nasname, îrade, bîr û baweriya gelê Kurd nas nekiriye. Ji bo wê yekê jî êdî biryara vegera welat û pêşxistina xebatên çekdarî çêbû. Ji ber zimanê dewlata Tirk a faşistî. PKK heya giştê ve astê bedelên pir giranbiha dan e.
Di zindanan de û bi taybetî jî di zindana Amed de, bi pêşengatiya Şehîd Mazlum Doxan û Kemal Pîr berxwedaniyek bêhempa hat meşandin. Ew berxwedanî li hemû qadan piratîk bû û di nav gel de belav bû.
Ev 45 sale, PKK’ê roj bi roj, meh bi meh bi tekoşîna qehremanî, serkeftinên pir mezin bi dest xistine, di heman demê de wê bedelên pir giranbiha jî dane. PKK’ê jî tinebûnê hebû daye afirandin, îro di her çar parçeyên Kurdistanê de û li tevahî cîhanê belav bûye.
Bi tekoşina 45 salan a PKK’ê, gelê Kurd astengiyê pir mezin derbaskirin û bi nasnama xwe ya Exlaqî û polîtik di cîhanê de bû pêşengê. Mînak ber çavan jî paradigmaya Rêber Apo ye. Ku li ser bingeha netewa demokratîk, ekolojîk û azadiya cinsî bûye minakek ji Rojhilata Navîn û tevahî Cîhanê re. Her wiha di rêya Rêber Apo û PKK ê de gelê Kurd heya astekê gihiştîne azadiya xwe. PKK li hemberî taritiya hemû dewletên kaptalîzim û zihniyata sermayedaran bû çiruska azadiyê.
Di dema niha de jî berxwedaniya PKK’ê ya bêhempa, tênê bi rih û îradeye fedayî ya Apoyî, û bi zanebûn û baweriya Gerîlayan ya bi felsefeya Rêber Apo û girêdanbûna bi şehidan re bi hêviya azadiya gel û welat misoger bûye.