Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

PKK`ê keda gel e û jin parêzvana vê kedê ye

29/11/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr Pale

 Partiya Karkerên Kurdistanê tevgera gelan e. Bi keda gel têdikoşe, keç û xort ji gelek ciyên cîhanê tevlî tevgerê dibin. Jin jî weke pêşeng, fermandar û rêveber ciyê xwe di nava partiyê de digrin û têdikoş in.

Di dîrokê de têkoşîna jin a li hemberî zîhniyeta mêr kevne û Partiya Karkerên Kurdistanê ev têkoşîn bi wate kir û xwedî lê derket. Niha jî jin bûye parêzvana hemû nirxên manewî û madî yên partiya gel.

4000 BZ hişmendiya mêr êrîşî jin kir û dest bikomployan kir. Di civaka xwezayî de jin ji her alî ve berpirsyartiya civakê rakiribû û birêve dibir. Piştî 3500 BZ. bi riya parêstgehan jin anîn asta herî jêr û rola wê ya di civakê de pûç kirin. Jin di pêvajoya Someriyan de, di olên yek xwedayî û kaptalîzmê de kirin koleyê mêr û her ji bo xizmeta mêr dan bi kar anîn. Hişmendiya mêr civak anî rewşa cinsiyetparêziyê û êdî jin ji her alî ve bi qeyd û zincîran girêdan. Jina ku wan dixwest diviyabû nefikire, tiştekî ne pirse, jêre çi bibêjin pêk bîne û çawa nêzî lawiran dibûn wiha nêzî jinê jî dibûn. Li gorî wan a ji jinê dihat xwestin zarokan bîne, şîr bide, xizmeta mêr bike û hemû karê malê li ser pişta wê be. Jin jî ev yek li ser xwe qebûlkiribû û bêdeng mabû. Li hemberî hemû rê û rêbazên bi jinê didan bi kar anîn ew fêrî bêdengiyê kiribûn. Eger di şoreşên cîhanê de ciyê xwe girtibe jî destûr nedidan wê ku bibe pêşeng û şoreşan bi rêve bibe. Zîhniyeta mêr a jin tenê ya xwarinçêkirinê ye, çarenûsa jinê diyar dikir. Jin li hemberî zîhniyeta mêr ketibû, hewl dida ku xwe bi mêr bide qebûlkirin, digriya yan jî xwe dikuşt. Diyardeya canê xwe firotin her berfereh dibû û tenê civakê aliyê exlaqî ve qebûl nedikir. Sîstemên heyî her ji destê wan dihat diyardeya fihûşê zêde dikirin û bibû yek ji çekên li hemberî jin ku didan bi kar anîn.

Rêber APO li hemberî hişmendiya mêr û civaka cinsiyetparêz dest bi têkoşînê kir û di avakirina Partiya Karkerên Kurdistanê de rolekî mezin da jinê. Ew jina ku hatibû perçiqandin û fêrî koletiyê kiribûn aliyê siyasî, leşkerî, dîplomasî, aborî û hwd, dest bi têkoşînê kir.

Li zîndana Amedê şehîd Sakîne Cansiz li hemberî derbeya leşkerî ya dewleta Tirk a dagirker serî netewand û têkoşîn kir, keçika Dêrsimê Bêrîtan jî li dijî xiyanetkar û dagirkeriya Tirkiyê li ber xwe da û radest nebû, herwiha şehîd Zeyneb Kinacî sala 1996`an bi rêbazekî ku her kes matmayî ma, li dijî komploya li ser Rêber APO bû xwedî helwest û çalakiya fedaî kir. Helwesta şehîd Zeyneb Kinacî ji hemû jinan re bû exlaq û rêgezên têkoşînê. Li hemberî çeteyên DAIŞ`ê û êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jin xwedî helwestekî xurt bû. Tevgera jin êdî fereh bûye û doza wê cîhanî bûye. Berpirsyartiya parastina nirxên madî û manewî yên civakê rakiriye û di civakê de bûye xwediyê rolekî mezin.

Post Views: 33
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.