Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şîlan Kobanê pêşenga jin û jiyanê ye

29/11/2023
in Uncategorized
A A
Şîlan Kobanê pêşenga jin û jiyanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Deriya Çiya/ Qamişlo

 Şîlan Kobanê  endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) û hevalên wê Zekeriya, Ciwan û Fûad, ku di encama komployeke hevbeş a ajanên rejimên Sûriyê û Tirkiye li bajarê Mûsilê bi awayek hovane hate şehîdxistin.

19 sal li ser şehadeta damezrînerên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê Şîlan Kobanê û hevrêyên wê re derbas bûn. Têkoşîna ku wê dayî, li Bakur û Rojhilatê Suriyê belav bû li tevahî cîhanê deng veda.

Şehîd Şîlan Kobanê kî ye?

Çîroka têkoşîn û berxwedanê ya Şîlan çîrokeke bêhempa ye. Şîlan di 9 saliyê de dest bi têkoşîna azadiya Kurd û jinê kir, şerê hişmendiya desthilatdar kir û hewl da fikirê azadiya Kurdistan di nava gelê Kurd de belav bike. “Şîlan keça biçûk, xwediyê por zêrîn, mejiya wê ji temenê wê mezintir bû, çavên wê bi hêviyê dibiriqîn.”

Têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) sala 1971’ê li gundê Kor Elî yê 25 kîlometre dikeve rojavayê bajarê Kobanê ji dayik bû. Di nava hawîrdoreke ku urf û adatên eşîrtî lê serwer de mezin bû. Malbata wê ji dayik, bav, 5 keç û 4 xortan pêk tê û di dawiya salên 1970’î de ji bo kar berê xwe dane Helebê.

Şîlan di 9 saliyê de, di sala 1980’î de, Tevgera Azadiya Kurdistanê nas dike, bi kesayeta rêber Abdullah Ocalan û fikirê wî ve tê girêdan û hêvî dike ku bibe têkoşerek.

Rêya azadiyê

Têkoşer Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) xwendina xwe ya qonaxa navîn temam dike û di Tebaxa 1988’an de li Helebê tev li têkoşîna Tevgera Azadiya Kurdistanê dibe û tevî 4 hevalên keç berê xwe didin Lubnanê, li dergehê sînor ê sûrî-lubnanî ji hêla desthilatên Lubnanê ve tên sekinandin. Du mehan di girtîgeha jinan de dimîne û li wir jiyana civakî nas dike.

Dûvre şehîd Şîlan Kobanê tevlî  Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz a li Lubnanê dibe, li wir perwerdeyên leşkerî û siyasî dibîne û têkoşîna xwe bi navê “Seadat” dest pê dike û piştre navê Şîlan li xwe dike.

Tevî israra şehîd Şîlan a çûna qadên şer ku li gel hevalên xwe şer bike, lê piştî perwerdeyê ji bo çalakiyên rêxistinî li Lubnanê tê erkdarkirin. Her wiha piştî şopandina xebatên rêxistinî li Lubnanê, careke din di 1989’an de vedigere Akademiya Şehîd Mahsûm Korkmaz.

Şîlan Kobanê pêşenga azadiyê ye

1982’an, dema şîlan di 11 saliya xwe de bû, dema rêber Abdullah Ocalan sedana mala wan dike, ew cara yekemîn e wî dibîne û nas dike.

Şîlan derbarê wê vê rojê de wiha gotibû:

“Ew kêliya herî bi wate ya di jiyana min de bû. Piştî wê rojê min fêm kir ku wê êdî jiyana min weke berê dewam neke. Ez evîndarê Kurdistan û azadiyê bibim û ez ê peyde biçûma”

Şîlan li Akademiyê di Radyoyê de û di beşa Erebî de dixebite.

Di konferansa 1991’an a li çiyayên Kurdistanê, ew derbasî qada çapemeniyê bû.

Ji ber vê Şîlan li rex amedekirina kovaran weke nûçegîhaneke şer jî xebitî.

Piştre, di Konferansa Yekîtiya Azadiya Jinên Kurdistanê ya 1995’an de, Şîlanê weke Endama Komîteya Navendî ya YAJK’ê hat hilbijartin. Di şertên herî zehmet de, bi sekna xwe ya rast, bû çavkaniya hêz û moralê ya hevalên xwe.

Di sala 1997’an de Şîlan derbasî bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê dibe û dest bi xebatên rêxistinî dike. 1999’an de jî Şîlanê cihê xwe di rêveberiya Partiya Azadiya Jinên Kurdistanê de digire. Bi lidarxistina kongreya PYD’ê ya 2003`yan re wek Endama desteya rêveber a partiyê hate hilbijartin. Piştre berê xwe da Rojava da ku beşdarî çalakiyên rêxistinî bibe. Dema ku têkoşer Şîlan kar û xebatên di navbera Iraq û Sûriyê dikir, 29’ê Mijdara 2004’an di encama kemîneke hevbeş a Rêjîma BAAS’ê û dewleta tirk de bi hevalên xwe Zekeriya, Ciwan, Fûad û Cemîl li bajarê Mûsilê hat armanckirin û şehîdxistin. Lê bi şehîdxistina Şîlanê re jî nekarin pêşiya şoreşa Rojava bigrin.

Şîlan Kobanî ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî jinan mîras û hêviyeke şoreşê li pey xwe hişt û bedela wê jî li ser navê hemû jinan da. Ji lewra ger şoreşa Rojava îro li tevahî cîhanê gav bi gav deng vedide û dibe navê hêviyan, ji ber di havênê wê de Şîlan Kobanê heye. Li Rojava “firîşteyên welatê bihûştê” bi navê Şîlan li pey eşqa azadiyê berxwedan didome û wê bidome.

Post Views: 137
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.