Ronaz Silêman/Qamişlo
Berdevaka Kongra Star Rîhan Logo diyar kir bi avabûna PKK’ê re û bi saya felsefeya jiyana azad ya Rêber Apo, jina kurd li her çar perçeyên Kurdistanê bi israr û berxwedaniyeke mezin hebûn û nasname xwe parast, herwiha ji tevahiya jinên berxwedêr yên cîhanê re bû mînaka têkoşîn û lehngiyê.
Bi avabûna PKK`ê re jinan bi israr û berxwedaniyeke mezin cihê xwe di nava Tevgera azadiyê de girt û li ser kaniya heqîqeta hebûn-xwebûnê herike ye. Herwiha jinên kurd li dijî zihniyeta mêrperset û desthilatdarn berxwedan û têkoşîneke behmpa dan meşandin, ji jinên cîhanê re bûn nemûne. Niha jî bi sedan jinên ku ilhama xwe ji jinên Tevgera Azadiyê birine, bi rihê jinên berxwedêr şoreş û serhildanan li her çar perçeyên kurdistanê didin meşandin.
Di derbarê salvegera avabûna Partiya Karkerên Kurdistanê PKK`ê û guhertina ku bi jinan re da avakirin, berdevaka Kongra Star Rîhan Loqo ji rojnama me re axivî.
Rîhan Loqa diyar kir ku jinên Tevgera Azadiyê bûn nimûne ji jinên cîhanê re û wiha got: “Jinên ku di nava Tevgera Azadiyê de cih girtin, bûn nimûne ji tevahiya jinên azadîxwaz re. Roj bi roj tevlîbûna jinan ji Tevgera Azadiyê re zêde bû û jin bûn pêşeng. Niha bi ruhê tekoşîna ku jinan da meşandin, îro roj her kes jinên kurd nimûne dibînin, heger ev tekoşîn di dîrokê de nehatiba kirin, wê tu kesî jinên kurd nasnekiriban. Berxwedana ku têkoşera mezin şehîd Sakîna Cansiz da meşandin, di milê jinê de guhertineke di asta cîhanî de da avakirin. Beriya avabûna PKK’ê, her kesî li jinê kurd wekî jinên nezan, bêhêz û paşketî dinerîn, lê bi avabûna PKK`ê û pêşengtiya jina kurd jê re, guhertinekî mezin hat çêkirin. Îro roj jin pêşengtiya şoreş û serhiladanan li tevahî parçeyê Kurdistanê dike, ev jî encama fikr û têkoşîna Rêber Apo û PKK’ê ya bi salan e.”
‘Rêber Apo ronahiyek da li ser taritiya jinê’
Rîhan Loqo girîngiya têkoşîna ku jinên Tevgera Azadiyê dan mişandin nirxand û wiha got: “Bi têkoşîna şêhîd Sakîna Cansiz jinan cihê xwe di nava PKK`ê de girt, bi têkoşîna şehîd Bêrîtan Artêşbûna jin hat avakirin, bi têkoşîna şehîd Zîlan îdyolojiya jin hat avakirin. Herwiha bi têkoşîn û berxwedana jinan asta têkoşîn û rêxistinbûyinê berfireh bû, di asta yekê de bi serkêşiya jinên kurd ku li tevahî Kurdistanê û Rojhilata navîn, jin bû hêzeke mezin. Jin xwedî hêze û vê hêzê roj bi roj di nava civakê de xurtir dike. Rêber Apo dibêje‘Jineke azad wê malbateke azad ava bike, malbatên azad jî wê civakeke azad ava bike’. Di sedsala 21`mîn de şoreşek bi pêşengtiya jinan hat li darxistin, ev yek bi destkeftiyên jinên Tevgera Azadiyê bû. Yê ku ronhiyek da li ser tarîtiya jinê jî Rêber Apo bû, Rêber Apo got wê meşa azadiyê bi pêşengtiya jin were meşandin, êdî jin bû xwedî ewqas destkeftî di nava PKK`ê û giştî cîhanê de.”
‘Damezrandina PKK`ê roja vejînê ye’
Rîhan Loqo di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku damezrandina PKK`ê roja vejînê ye û wiha got: “Avabûna PKK`ê roja vejînê ye. Bi 100’ê salan e ku Jin li Kurdistanê û tevahiya Rojhilata Navîn, ji aliyê olperst û zayendperestî ve rastî êrîşên mezin yên li ser nesname, hebûn û destkeftiyên wê, hatiye. Lê jinên Tevgera Azadiyê heta astekê rê li hemberî vê yekê girt. Ji bo ku jin xebat û têkoşînekê bide meşandin hêzek mezin jêre pêwîste û yê ku ev hêz û têkoşîn li cem jinan da avakirin Rêber Apo bû. Bi pêşengtiya jinên kurd jinên Ereb, Tirkmen, Siryan û Çerkez hatin perwerdekirin. Her kesê ku felsefeya Netewa Demokratîk nas kirin hîn bêtir derdora vê rêxistinbûyinê berfirekirin. Bi piradîkma Netewa Demokratîk bi 100’an jin ji tevahî cîhanê hatin rêxistinkiirin bi taybet jinên kurd gavên girîng û bi wate avêtin.”
Ilhama Şoreşê ji Şehîd Sakîna Cansis dest pê kir
Rîhan Loqo girîngiya xebatên jin di sedsala 21`an de anî ziman û wiha got: “Di sedasala 21`mîn de, têkoşîna jina kurd ji aliyê şehîd Sakîne Cansiz ve hat destpêkir û xebateke gelekî girîng hat kirin. Niha jî bi hezran jin di nava PKK`ê de cih girtine, bi armanca ku hîn bêtir karibin Tevgera Azadiyê xurt bikin û em weke jin nasname û hebûna xwe biparêzin, bi vê yekê jî ji dîrokê re isbat bikin ku jin xwedî mafin û bibin nimûne ji tevahî jinan re, li ser vê bingehê xebateke pîroz hat meşandin. Tevî ku di demekê de ewqas êrîş li ser Tevgera Azadiyê û jinan dihat kirin û heta niha jî ev êrîş berdewammin, lê berxwedana jinê li hemberî vê yekê zêdetir bi hêz bûye. Bêriya niha her kesî digot jin nikarin di qadên şer de têkoşîn bikin, lê çalakiya şehîd Bêrîtan û berxwedana wê ya bê hempa, hêz û israra jinên berxwedêr da isbatkirin. Îro roj bi rihê şehîd Bêrîtan şehîd Arîn, Hevrîn, Barîn, Zîlan û bi sedan qehremanên di nava YPJ`ê de ku li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê bi vîn û hêzeke mezin di tevahî qadên şer de ji bo parastina axa welatê xwe, têkoşînên mezin dan meşandin. Di heman demê de li Rojhilatê Kurdistan û Îranê jî jinan ilhama xwe ji şoreşa Rojava girtin, îro bi silogana ‘Jin Jiyan Azadî’ li dijî desthiltdaran serhildanê didin meşandin.”
‘Bi yekîtiya jinan dawî li pilanên dagirkeriyê bînin’
Berdevaka Kongra Star Rîhan Loqo axaftina xwe wiha qedand: “27`ê Mijdar roja vejînê ye, li Rêberê mirovahiyê mîmarê azadiyê Rêber Apo û li tevahî dilsozên azadiyê, jinên têkoşer û berxwedêr, malbatên welatparêz yên ku bi salan têkoşînekî mezin bê navber berdewam kirine, roja vejînê li wan pîroz dikim, bi taybet vê rojê li qomîtana bihêz şehîd Sakîna Cansiz û tevahî şehîdên meşa azadiya jinê, wan bi bîr tînin û bejna xwe li beramberî wan ditewînin. Herwiha bi vê mûnasebetê her kesê ku niha li qada ne û dilê wan ji bo azdiyê lê dide silav dikin û soza xwe dobare dikin ku em ê bi vê roja ku ji her jinekê re bû ronahiyek hîn zêdetir israra me ji bo azadiyê û avakirina civake demoratîk berxwedana xwe xurt bikin û asta têkoşînê bilind bikin, asta rêxistinbûyinê berfireh bikin û asta zanistê jî li pêş bixin. Bi hev re bi yekîtiya jinan em ê dawî li pilanên dagirkeriyê bînin û tecrîda giran ya li ser Rêberê gelan Rêber Apo, hilweşînin.”