Rojnameya Ronahî

Berfîn Ehmed Bi Wênexêziyê Heqîqet Û Jiyana Jinê Dide Îfadekirin

Wênesaza ciwan yê Efrînî Berfîn Ehmed bi riya tabloyên xwe 25’ê Mijdarê Roja Cîhanî ya  Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi bîr anî. Berfîn diyar kir ku piraniya tabloyên ku xêz dike li ser hest û heqîqeta jinê ye.

Vîndar Roj/ Şehba

Roja cîhanî ya Têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê 25’ê Mijdarê, bi çalakiyên cur be cur li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê tevger, rêxistin, partî û jinên herêmê ve tê xemlandin. Tvgera Kevana Zêrîn li kampa Serdem bi pêşengehekê ev roj bi bîr anîn. Di pêşengehê de jinên ciwan yên ku wênexêziyê dikin bi wêneyên ku vegotina hest, êş, berxwedanê, têkoşîn û xemla jinê dikin beşdar bûn û rengê jinê hat derketin. Yek ji wan wênesazên ku beşdar bûye Berfîn Ehmede ku piraniya tabloyên wê girêdayî jinê ye.

Wênesaza ciwan a Efrînî Berfîn Ehmed derbarê tabloyên ku xêz kiriye û girêdana van tabloyan bi  roja têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê, ji rojnameya me re axivî.

Berfîn di axaftina xwe de diyar kir ku roja cîhanî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinê bi têkoşîna jinên azad digihêjin armanca xwe û wiha got: “Ev roj ji bo tavahî jinên cîhanê rojeke taybet û ya têkoşînê ye. Divê ev roj bigihîne misogeriya azadiyê û bidawî anîna hemû cureyên tundiyê yên li ser jinan tê pêkanîn. Bê guman da ku ev yek pêk were di xeta têkoşîn û berxwedaniyê de ked û xebateke berfireh jê re divê. Bi taybet em dixwazin bal bikşînin ser têkoşîna tevgera azadiyê di vê xetê de. Jinên tevgera azadiyê û lehengên qehremantiyê di doza azadiya jin de li seranserî cîhanî kedeke pîroz dan û di oxira vê doze de bedelên giran hatin dayîn. Ji ber vê yekê em vê yekê tekez dikin ku wê roja têkoşîna tundiya li dijî jinê wê bi têkoşîna jinên tevgera azadiyê bigihîne armanc û misogeriyê”.

Berfîn bi wênesaziyê heqîqeta jinê dide îfadekirin

Berfîn anî ziman ku ew di wêneyên xwe de herî zêde hest û jiyana jinan dide teysandin û wiha domand: “Bi jiyankirin û serwextbûnê re mirov dikare bêhtir bigihêje  êş û zehmetiyên dayîkên me û hemû jinên cîhanê. Ez dema gihîştim vê rastiyê û bi hezkirina min ji wênexêziyê re, min bêhtir hewil da ez vê yekê di wêneyên xwe de biteysînim. Îro bi dehan wêneyên min yên ku hest, hezkirin, êş, zehmetî, hêz, têkoşîn û jiyana jinan dide îfadekirina hatine xêzkirin. Ji ber vê yekê ez jî weke jineke ciwan bi firşe û hezkirina xwe dibim yek ji jinên ku li hermber tundiyê têdikoşin dikim”.

`Doza azadiya jinê bi her du zayendan ve girêdayî ye`

Berfîn Ehmed di dawiya axaftina xwe de bang li tevahiya jinan  û cîhanê kir ku li hemberî tundiyê têbikoşin û wiha got: “Li hemberî tundiyê têkoşînkirin û şerkirin erka tavahî civak û cîhanê ye. Di vê sedsalê de li hemberî diyardeyên tundiyê yên weke kuştin, revandin, destdirêjî, tecawîzkirin, zewaca biçûk û hemû cureyên tundiya piskeolijî û fîzîkî divê bi yek dengî têkoşîneke ji kokê de were birêvebirin. Ji ber doza azadiya jinê dozeke gelemperî û kure û bi her du zayenda ve girêdayî ye”.