Rojnameya Ronahî

Radyoya Yêrîvan

Avesta Menaf/Qamişlo

Di sala 1955’an de dema ku Radyoya Yêrîvanê bi dirûşmeya ‘Yêrêvan xeber dide, guhdarên ezîz, niha bibhîzin deng û behsên teze’ dest bi weşanê kir, kesî bawer nedikir ku ji bo mûzîka kurdî wê bibe akademiyek bê ser û ber. Ji roja avabûna radyoyê vir de hê jî bi zindîbûna roja xwe ya ewil di bîra kurdan de cih digre.

Piştî ku Radyoya Yêrîvanê bi anonsa xwe ya ku li Kurdistanê weke pêşgotinekê niştecih bû bi dest bi wêşanê kir, êdî kar û bar û jiyana rojane li gor seata wê dihatê organîzekirin. Ji berk u Radyoya Yêrîvanê ji bo kurdan bibû qonaxe hebûna wan ducar dike.

Guherînên civakî li gor guherînên siyasî dereng dibin. Pirî caran pergela siyasetê civakê duguherîne û jê re pêşengtiyê dike. Radyoya Yêrîvanê piştî biryarek siyasî hatibe vekirin jî civaka kurd ji serî hetanî binî guherand. Dema radyoya Yêrîvanê di 1955’na de dest bi weşana xwe ya test kir, kesî nizanibû ku wê di mêjiyê kurda de cihek evqas mûhîm bigre. Dema radyo dest bi weşanê kir li tevayê Kurdistanê bêdengiyek giran hebû. Li bakurê Tirkiyê bi zext û zordariyek giran dihat ser kurdan. Li rojhilat Komara Mahabadê têk çûbû û hemû liv û tevger hatibûn rawestandin. Li başûr jî tevgera kurd di dema sekanê de bû. Rodyo di bêdengiyek bi vî rengî de deng veda. Di serî de heftê çar roj û rojê 15 deqe weşan dikir. Tenê di nava xaka Ermanîstanê de dihat bihîstin. Pişt re ji weşana test derket û bi rêk û pêk di mêjiyê kurdan de tehmek hevpar hîşt. Piştî wê dema weşanê derket her roja heftêyê.  Bi roj seet di 4’an de, bi şev di seet 9’an de dibû mêvanê malên kurdan. Wê mêvanê bi xwe re “deng û basên” xerîb lê bi zimanek ji malê tanî. Di odê de cihê wê mêvanê herî jor bû. Zû bi zû firekans li ser radyoya Êrîwanê nedihat guherandin.

Dîroka radyoyên kurdî

Radyoya Bexdayê, di 19`ê Kanûna sala 1939`an de, dest bi weşana kurdî dike. Di serî de tenê 15 deqeyan weşanê dike û tenê kesekî bi navê Kamil Kakemîn di wê radyoyê de dixebite. Radyoya Bexdayê li tevayî Kurdistanê dihate guhdarkirin. Radyoya Yafa (Heyfa) li Filistînê di destpêka sala 1942’an de ji aliyê dewleta İngilistanê ve, li girava Heyfayê tê damezirandin û çend rewşenbîrên kurd tê de dixebitin. Piştî  ku şerê şerê cîhanê yê duyemîn bi dawî dibe weşana wê radyoyê jî tê rawestandin. Radyoya Beyrûtê di 5’ê Adara sala 1941’an de ji aliyê Dr. Kamuran Bedirxan  ve hat damezirandin. Ew radyo beşek ji radyoya fermî ya Lubnanê bû û di nava hefteyê de tenê du rojan û bi qasî 30 deqeyan weşan dikir. Weşana wê radyoyê heya yekê nîsana 1946’an dewam kir. Radyoya Dengê Kurdistanê di 30’ê Nîsana 1946’an de dest bi weşanê kir. Ew radyoyek navçeyî bû û tenê li bajêrê Mihabadê dihat bihîstin. Bi hilweşandina Komara Kurdistanê, weşana wê radyoyê jî hate rawestandin. Di 24’ê Hezîrana 1952’an de li Sînê ji alî Îranê ve radyoyek bi kurdî tê vekirin. Piştî bi pêşketina teknolejiyê bi dehan radyoyên kurdî tên vekirin.

Di radyoyê de rola jina

Her çiqas ku wê demê di nava civakê de jin li paşbûna jî ku meriv li xebatkar û sitranbêjên radyoyê dinêre bi rehetî dibîne ku rola jinan a di radyoyê de ne hindik e. Meseleya dengbêjên jin pir zehmet bû. Birayên wan, hevjînê wan û malbatên  wan nedihîştin ku ew di radyoyê de bistirên.

Tevî ku rewş wihabû jî bi saya rêvebirên radyoyê dengê wan dengxweşan wek bayek qedîm hê jî di guhê me de dike pistepist. Her wiha roja ku radyo hat avakirin vir de jina bi anvê Eznîva Reşîd 27 salan pêşengî  kir. Li gel Eznîva Reşîd hin caran Sêvaza Evdo, hin caran jî Lusika Huseyn û Gulîzera Casim bêjertetiya radyoyê dikirin. Dengê hin dengbêj û sitranbêjên wek Aslika Qadir, Susika Simo, Xadina Şekir, Meyrem Xan, Asa Evdille, Belga Qado, Ayşe Şan, Fatma Îsa, Dîlbera Wekîl, Xana Zazê, Şibliya Çaçan, Gulîzera Etar, Werda Şemo, Cemîla Çavuş jî di nav gelî û çiyayên welatê Kurdistanê  de belav bû.

Di parastina mûzîka kurdî de rola Radyoya Yêrîvanê

Bi frekansên radyoyê deng û nameyên mûzîkjenên kurd li seranserê Kurdistanê belav dibû. Hin stranbêjên kurd yekem car di vê radyoyê de dengê xwe belavkirin. Aslika Qadir ku bi strana xwe ya navdar “Welatê Me Kurdistan e” li tevayê Kurdastanê hat naskirin. Ji van mûzîsyenan yek jî solîstê Koma Wetan Kerem Gerdenzerî ye. Gerdenzerî derbarê radyoyê de hestên xwe waha da der: “Radyoya Yêrîwanê ji bo gelê Kurd gelek baş bû, xebatkarên radyoyê xebatên gelek mezin dikirin. Ez çawa dizanim emekê Xelîlê Çaçan Mûradov di Radyoya Yêrîvanê de geleke pir e. Di her malê de her tim dengê mûzîk û stranên kurdî dahat.”

Li gor daxuyaniyên ku ji alî xebatkarê radyoyê ve hatine kirin, zêdetirî 1600 stranên kurdî niha di arşiva radyoyê de qeydkirîne û ev hemû jara yekem di radyoyê de hatine weşandin lê bele piştî vê li tu deran nehatine weşandin.

Naveroka Radyoyê

Bi zêdebûna dema weşanê re naveroka radyoyê jî li gor salên pêşî dewlemend bû. Bi belavbûna dengê radyoyê ji guhdarvana jî name ji navenda radyoyê re dihatin şandin. Ji bo van daxwazên guhdarvanan bernameyek teybet bi navê ‘Fikra Guhdarên Me’ hate çêkirin. Bi saya vê bernameyê hin kes digêjiyan malbatên xwe yên ku ji ber şer û kaçberiyê wenda kiribûn. Bê van bi navê Serhildanên Kurda, Rojnîşa Çandê, Zimanê Teyî Dê, Pênçşema Edebiyatê, Rasthatin û Bîranîn bernamayên dewlemend dihatin çêkirin û helbet mûzîk.