Rojnameya Ronahî

Mislman û tundiya li dijî jinê

 Hafiz Ahmet Turhalli

25’ê Mijdarê weke roja tekoşîna li dijî tundiya li ser jinê, hatiye pênasekirin.

Ev roja han di sala 1999’an de hatiye pejirandin. Di malbata mirovahiyêde ev pirsgirêk, weke birînekî ku nehatiye dermankirin û her roj xwe nû dike berdewam e. Di dîroka mirovahiyêde ev pirsgirêk bûye weke nexweşiya pênceşêrê û civakê roj bi roj dikuje. Ji bo vê pirsgirêkê diroka mirovahiyê, bi navê ol, felsefe û bîrdoziyên cuda, kar hatibe kirin jî, lê çareseriyek mayinde, heta roja îro jê re nehatiye dîtin.

Gelo ev tundiya dijî jinê, li cîhana Îslamî û di nava me misilmanan de çawa ye û di çi astêdeye?

Em karin bi hêsanî bêjin, di nava civaka me misilmanan de, pirsgirêk weke pirsgirêkeke cidî û bingehîn nayê dîtin. Di bilêvkirin û gotaran de, weke Îslamiyet hemû mafan dide û daye, an jî jin wek pîrozahî tên bilêvkirin.

Berovajî vê gotarê, di jiyana civaka me misilmanan de, radeya tundiya dijî jinê, zilma dijî jinê, ji ya gellek civakên dîtir zêdetire. Di serdema îro de, ew roj hatiye, divê em li xwe mikur werin û vê rastiya tundiya dijî jinê bibînin. Bi vî awayî em karibin pirsgirêka zilma dijî jinê jinava civakê rabikin. Di sedsala me ya îroyî de em zilamên misilmanan hêjî zilmekî mezin li jinan dikin û xwe binavê Îslamê jî vedişêrin. Di malbatê de, di, zanyariyê de, di sîyasetê de, di qada aborî de jin û zilam li cem me, wek hev nayin dîtin û civak tundiyê dijî jinê jî, weke mafekî xwe yê olî, xwezayi û çandî dibîne.

Raya giştî ya derveyî cîhana Îslamî, me misilmanan wek civakekî zordest û zalim, li ser jinê pênase dike. Lewre nuçeyên ku derdikevin, didin xuyakirin ku, kiryarên me yên dijî jinan, zulmekî gellekî girane. Ji Afganîstanê bigre heta nijeryayê, dewlet, cemaet, cemiyet, partî û terîqetên bi navê Îslamê tevgerbune, tundiya dijî jinê, an ji nedîtine tên, anjî wek mafekî zilaman yê rewa dibînin.

Di pêkanîna zilmê de, gelo Îslam vê nebaşî û xirabiyê baş dibîne?

Em seranser dibêjin ev tişt, îftîraye li ola Îslamê. Pîvanên ola Îslamê Qur’an û sunnet be, zelalkirina mijaran jî, asantir dibe.

Ey gelî mirovan me we ji mê û nêrekî (jin û zilam) afirand, (Hucurat 13)

‚Qenctirên we, ew kese kû ji hefser û malbata xwe re başe be‘. (Tirmizî)

 Pîvanên Qur’anê di pirsgirêka tundiyê zelale. Her curê tundiyê red dike. Ji serî heta dawiya Qur’anê rexneyên giran li dij kesên tund û tujiyê dikin tê kirin. Zulm wek karekî dij Xweda tê pênase kirin û tê lenet kirin.

Pêxemberê me di jiyana xwe de, dijî tund û tujiya jinê sekiniye û çanda dema cahiliyetê, ya dijî jinê rawestiyaye. Jinên ku tundî tujî li wan dihatin kirin giliyên xwe li ba Pêxember s.x. dikir û ew jî jiwanre dibû çareserî. Digot: ‚Hun cardin dixwazin vegerin ser hişmendiya serdema cahiliyê‘.

Lê mixabin piştî koça pêxemberê me, bi jinê re danûstandin car din vegeriya serdema cahiliyetê. Ser navê Pêxember di derbarê Jinan de gellekî hedîsên derew hatin gotin, bi gotinekî dîtir îftîra û derew li Pêxember hatin kirin. Tund û tujiya dijî jinê gunehekî mezine, têkbirina edaletê û xirakirina civakê ye.