Sunday, May 11, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Amadehiyên Rêveberiya Xweser ji bo kampan

26/11/2023
in Uncategorized
A A
Amadehiyên Rêveberiya Xweser ji bo kampan
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/Qamişlo

Rêveberiya Xweser her sal beriya werzê zivistanê, ji bo kempan dest bi amadehiyên dike û hewil dide tevahî pirisgirêkên kampan çareser bike. Rêveberê Ofîsa Karûbarên Koçberan û penaberan Şêxmûs Ehmed li bakur û rojhilatê Sûriyê bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku destekê bidin kampên bakur û rojhilatê Sûriyê.

Li ser asta bakur û rojhilatê Sûriyê, li herêmên Rêveberiya Xwser 17 kampên koçberan hene, ev kamp di nava xwe de piranî Sûriyan dihewîne; 5 kamp yê Şehba ne, 3 kamp li Cizîrê û yek li Reqayê ye, di van kampan de xelkê Serêkaniyê, Girêspî û Efrînê ne, kempên din jî welatiyên Sûrî dihewîne, lê kempa Hol û ya Roj nêzî 30 hezar Iraqî têde ne û 10 hezar kesên biyanî ne ku ji 57 welatên cûda ne.

Girêdayî hazirtiyên Rêveberiya Xweser yên ji bo kempên bakur û rojhilatên Sûriyayê, yên werzê zivistanê, Rêveberê Ofîsa karûbarên Koçberan û penaberan Şêxmûs Ehmed ji rojnameya me re axivî.

Kar û xebatên Rêveberiya Xweser ji bo kempan

Rêveberê Ofîsa karûbarên Koçberan û penaberan Şêxmûs Ehmed diyar kir ku ji bo demsala zivistanê Rêveberiya Xweser ji bo tevahî kampan di seferberiyê deye û bi taybet ji bo pêdiviyên Zivistanê û wiha got: “Yek ji amadekariyan ji bo kempan  çêkirina riyên ku derbasî nava kampan dibin, konên ku nema jiyan têde dibê û pêwîstiya guhertinê  ji wan re divin, her wiha  ji bo kempan mazot tê belavkirin, di heman demê de Rêveberiya Xweser ji bo hewcedariya zarokan ji betanî û esfincan re  wek pirogiram ji xwe re datînin,  ji bo mijarên tenduristiyê jî hewildidin ku dermanan peydabikin ji ber ku bi hatina zivistanê re gelek nexweşî jî çêdibin. Ji bo zêdebûna hijmarên zarokan di kempan de û kêmbûna dibistanan Rêveberiya Xweser hewldide wan zarokan birêkûpêk bike, seferberî ji bo ku çawa pêşwaziya zivistanê bike, ji ber ku di herêmên me de zivistaneke sar û seqemeke dijwar derbas dibe, rêveberî divê seferberiyê de ye ku çawa karibe pêdiviyên rojane peyda bike, her herêmek cûdahiyeke wê heye, kampin hene alîkarî ji hêla Saziyên Navdewletî ve ji wan re tên,  piraniya kampên Rêveberiya Xweser, tenê hinek saziyên xwecihî  destekê didin wan.”

Zehmetiyên ku tên dîtin

Rêveberê Ofîsa karûbarên Koçberan û penaberan Şêxmûs Ehmed axaftina xwe bi dawî kir û wiha got: ” Piştî şerê Okraniya gelek rêxistinên tendiristiya cihanî û netewên yekbûyî alîkariya xwe ji bûna herêmên me kêmkirin,  ji 17 kampên ku Rêveberiya Xweser wan birêve dibe tenê 5 kamp ji hêla netewên yekbûyî tê naskirin, herwiha alîkariya ku tê jî bi riya Şamê re tê, pêdiviyên ku derbas dibin jî gelekî kêmin, ev yek bi xwe re gelek pirsgirêk û zehmetiyan tîne,  ji ber ku pêdiviya koçberan  bi destekdayîna netewên yekbûyî heye  ji ber ku ev yek erkê waye, mixabin di mijarên mirovahiyê de jî dikevin bazarên siyasî de, zehmetiya herî mezin ku em dikşînin ambargoya  ku  li ser herêmên me tê ferizkirin, dergehê  Til Koçer yê ku nehatî vekirin heta niha, alîkariya mirovî heger di riya şamê re were ev jî dikeve dinav zehmetiyên ku em dikşînin de, herwiha ne naskirina kempên me ji hêla netewên yekbûyî ve, astengiyan çîdike. Banga me ji Saziyên Navdewlêtî re ku çawa destekê didin tevahî herêmên din, bidin herêma me jî, herwiha hêviya me ew e ku dergehê Til Koçer were ve kirin û Netewên Yekbûyî derbasî van kampên me bibin û nasbikin, û civaka navdewletî destekê bide Rêveberiya Xweser ku çawa karibe ji bo van kampan pirisgirêkan çareser bike, herwiha Rêveberiya Xweser wek nameyekê ji bo raya giştî şandibû têde dabû xuyanîkirin  ku dikare herêmên xwe bike pêşwaziya Sûriyên ku li libnanê dibin zextê de ne û destekê bide wan.”

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin
NÛÇE

Bi meşekê girseyî Roja Zimanê Kurdî li Qamişlo hat pîrozkirin

11/05/2025
‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’
NÛÇE

‘Perwerdeya bi zimanê dayîkê mafekî rewa û bingehîne’

11/05/2025
‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’
JIN

‘Azadiya Rêber Apo azadiya me ye’

11/05/2025
Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê
JIN

Mizgîn: Fermandar û lehenga azadiyê

11/05/2025
Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû
CIVAK Û JIYAN

Jineolojî: Zanista Jin a ji çiyayên Kurdistanê li her derê cîhanê belav bû

11/05/2025
PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ
HAJMARA PDF

PLANÊN TIRKIYÊ LI BENDAVA ŞEHÎDAN TÊK ÇÛ

11/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.