Rojnameya Ronahî

‘27’ê Mjidarê roja vejîna gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz e’

Birûc Resûl/Qamişlo

Endamên sazî, partî û tevgerên bakur û rojhilatê Sûriyê 45’mîn salvegera damezrandina a Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) pîrozkirin û wiha gotin: “27 Mijdarê roja vejîna azadiyê ye. PKK’ê bi dilsoziyeke mezin û birayardariyeke dîrokî, derkete pêş û ji bo azadiya gelê Kurd û tevahiya gelên bindest têkoşîneke bê hempa dide meşandin.”

Di 27ê Mijdara 1978`an de, li gundekî biçûk yê bajarokê Licê, Fîsê, bi his û ramanekî hemdemî û nêrîneke ku binyata xwe ji 10 hezar salên dîroka kevnar distand, Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê hate damezrandin.

PKK’ê gav bi gav û roj bi roj ber bi guhertina çarenûsa gelê kurd ve meşiya. Ji bo parastina nasname, dîrok, erdnîgarî, îrade, hebûna û siberojeke bi rûmet ji gelê kurd re gelek bedêlên giranbuha dan. Di qonaxa îroyîn de jî, PKK’ê ji bo azadiya gelan gelek serkeftinên dîrokî bi dest xist.

Derbarê salvegera damezrandina Patiya Karkerên Kurdistanê (PKK)`ê endamê Partiya Yekîtiya Demokiratîk (PYD) Silêman Hesen, endamê rêveberiya Meclisa Malbatê Şehîdan a bajarê Qamişlo û endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger yê bajarê Qamişlo Hemo Bedir ji rojnemeya me re axivîn.

Silêman Hesen diyar kir ku berî damezrandina PKK`ê gelê kurdber bi hilandinê ve diçû û wiha got: “Dewleta Tirk ku li ser mîrasa Impratoriya Osmanî hatiye avakirin, herdem di nava hewildanên qirkirina gelê kurd e bû, herwiha hêzên desthilatdar li Rojhilata Navîn bi giştî jî dixwestin gelan bê çrade bihêlin û wan wekî kole bikar bînin û heta îro jî ev hewildan berdewam e. gelê kurd di hundirê xaka Mozobotamiya de. Li hemberî siyaseta qirkirina gelan, Rêber Apo û hin hevalên xwe di destpêkê komeke Îdolojî ava kirin û nêzî 7 salan xebat, lêkolîn û kar dewamkirin, piştî wê biriyar dan ku ji bo parastina gelê kurd û tevahiya gelên bidest partiyekî rêxistinî ava bikin. Di wê çarçoveyê de, di 27’ê Mijdara sala 1978’an de Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) hat bi fermî hat ragehandin.”

‘PKK’ê partiya mirovahiyê ye’

Silêman Axaftina xwe wiha berdewan kir û got: ” PKK`ê ji destpêka xwe û heta niha, bi Taybetmendiyên xwe, xwe di nava dilê û mejiyê gelê kurd de çand. Her wiha ji bo ku pêşengitiyekî rast bide meşandin, hebûna wê di nava gel de pêwîst bû. Ji ber vê yekê PKK`ê  tirsekê pir mezin di dilên dweletên desthiledar û dewleta Tirk a dagirker de da avakirin. Ne dihat qebûlkirin ku Rêberê gelê kurd û mafên wan hebe.Bi damezrandina PKK`ê re hêza dagirker û desthilatdaran lawaz bû. Dewleta Tirk a dagirker gelek caran hewil da ku gelê kurd qir bik, lê ji ber berxwedana PKK’ê armancên dewleta Tirk pêk nehat. PKK’ê bi çend kesan dest pê kir û niha bi hezran şervanên wê hene û bi milyonan mirov dilsozê wê ne. PKK’ê partiya mirovahiyê ye.”

 ‘PKK`ê hebûna gelan e’

Endamê PYD’ê Silêman Hesenaxaftina xwe wiha qedand: “Banga min ji bo gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz, ew e ku bi her cureyê ku tê xwestin, ji bo azadiya Rêber Apo a Fîzîkî berxwedaniyê û çalakiyên xwe bidomînin. Xala herî girîng ew e ku em fikir û felsefeya Rêber Apo di hişmendiya xwe de hîn zêdetir biçinin, her wiha yê ku PKK`ê da avakirin Rêber Apo ye  û PKK`ê jî hebûna tevahî gelan e.”

‘Roja 27’ê Mijdarê roja vejîna gelê Kurd e’

 Di heman çarçoveyê de Mehsûm Hesen da xuyakirin ku roja damizrandina Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) roja vejîne gelê kurde û wiha got: “Gelê Kurdistanê di dîroka mirovahiyê de xwedî nirxên bi wate ye. Lê belê, ji aliyê hêzên mêtinger ve ev dîroka gelê Kurd hate dagirkirin. Her wiha tişta herî bi êş û nayê qebûlkirin jî, çarenûsa li ser gelê Kurd ferzkirî bû, vê ferzkirinê demeke pir dirêj dewam kir û tevahî nirxên Kurdan ên neteweyî hatin perçiqandin. Li hemberî qirkirina kurdan Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK)’ê di 27’ê Mijdara 1978’an de hat damezrandina. Di wan rojan de jî, li Tirkiyê têkoşîna şoreşgerî her ku diçû berfireh û mezin dibû. Rêber Apo rastiya gelê Kurd a civaka xwezayî di kesayeta xwe de zindî kir û tovên zindîbûnê li ser xaka mezapotamyayê çand, ji nû ve xwebûn, ji nû ve kesayet, ji nû ve mêjî ji nû ve vîn û giyan çandin. Bêgûman ev yek tê wateya xwe ji tinebûnê rizgarkirin û derketina ser dikê ya dîrokê ye. Gelê Kurd êdî gihîştiye asteke ku careke din nayê şikandin. Ji ber vê sedemê, di dîroka gelê Kurd de 27’ê Mijdarê weke roja vejînê ye.”

‘Em ê bi fikir û felsefeya Rêber Apo bi serbikevin’

Mehsûm Hesen di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku PKK`ê partiya Şehîdan û rûmetêye û got: “Sersala damizrandina PKK`ê sersala hebûn, vejîn û azadiya gelan e, roja hişyarkirina gelê kurde. Em ê bi fikir û fesefeya Rêber Apo tekoşîne xwe berdewam bikin û li ser riya şehîdên xwe berxwedaniyê bidomînin û azadiya fîzîkî a Rêber Apo pêk bînin.”

‘Ev destan destana vejînê ye’

Di heman mijarê de Hemo Bedir jî wiha axivî  û got: “Gelê Kurd bi Tevgera Azadiyê ya Kurd re ji nû ve vejiya. PKK`ê ji bo parastina hebûn û azadiya vî gelî têdikoşe. Ji bo azadî û serketinê hem ji gelê Kurdistanê hem jî ji cîhanê re dibe mînak. Ev yek jî bi ked, hewldana bi salan a Rêber Apo pêk hat. Her wiha em di sala 50’î ya meşa Rêber Apo ya ber bi azadiyê de ne. Têkoşîna Rêber Apo meşeke azadiyê ya bêhempa ye. Li bendê bûn ku lawaz bibe, têk biçe, lê roj bi roj mezin bû, bedew bû û gihîşt vê astê. Ne tenê ji bo gelê Kurd û Kurdistanê bû. Dema ku mirov rewşa dawî binirxîne, bûye têkoşîneke enternasyonal û ji ailyê azadîxwazên cîhanê ve hatiye pejirandin. Rêber Apo û PKK’ê bi îradeyeke mezin pêk anîn. Yek ji nirxên herî pîroz ên vê rêwîtiya têkoşîna azadiyê li Rojavayê Kurdistanê gihîşt asta herî bilind. Ev têkoşîn tenê bi destanekê dikarîbû bihata vegotin. Dîroka gelekî li ber tunebûnê bû, lê ji nû ve vejiya, tenê bi destanekê dikarîbû bihata vegotin. Ev destan destana vejînê ye.”